Perwerdehî Bêyî Kurdî Dest Pê Kir

Perwerdehî Bêyî Kurdî Dest Pê Kir

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê sala nû ya perwerdehiyê ya 1019-2020an bêyî Kurdî dest pê kir. Ji 18 milyonî zêdetir xwendekar berê xwe dan dibistnan.

A+A-

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê sala nû ya perwerdehiyê ya 1019-2020an bêyî Kurdî dest pê kir.  Ji 18 milyonî zêdetir xwendekar berê xwe dan dibistnan. 

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê sala nû ya xwendinê dîsa bêyî zimanê kurdî dest pê kir. Îsal jî bi milyonan zarokên Kurd dê nikaribin bi zimanê xwe perdwerdehiyê bibînin. Digel ku li dibistanan heftiyê du saetan bi awayeke fermî dersa bijarte ya Kurdî heye jî lê heta niha tenê 57 mamosteyên kurdî weke mamoste hatine tayînkirin. Li gorî mamosteyên kurd sala nû ya xwendinê ji bo zarokên Tirkan dibe qonaxa fêrbûnê lê ji bo zarokên Kurdan dibe qonaxa bişaftina zimanê kurdî.

Li Amedê jî 506 hezar xwendekar dê di vê heyamê de perwerde bibin. Li dibistanan ji bo sala xwendinê merasim hatin lidarxistin. Lê li ser zimanê Kurdî yek gotinek jî nehate kirin. 

Parêzgarê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu got: “Li hezar û 709 dibistanên me, 506 hezar xwendekar hene û ji 25 hezarî zêdetir mamosteyên me dest bi dersdayînê kirin. Li Amedê li hemû dibistanên me, li 17 navçeyên wê û li her derê, em dê hewl bidin ku her xwendekarekî xwe bi pêş bixin.”

Li gorî mamosteyên Kurd perwedehî ji bo zarokên Tirk qonaxa fêrbûnê ye lê ji bo zarokên kurdan qonaxa bişaftina zimanê Kurdî ye. 

Derbarê mijarê de Hevserokê Egîtîm Sena Amedê (Sendîkaya Mamosteyan) Recep Şîmşek got: “Bi zimanê tirkî, bi zimanê desthilatdar perwerdehî tê dayîn. Ev ji bo me xetere ye. Ev tê vê wateyê; kolan tirkî, ders bi tirkî, çapemenî bi tirkî, sazî û dezgehên dewletê bi tirkî. Her tişt bi tirkî ye. Ji me re dibêjin zimanê xwe bikujin, bi awayeke fermî zimanê xwe bikujin. Heta ku perwerdehiya bi zimanê kurdî dest pê neke, em dê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Dibistan îsal jî bi alên tirkî hatin xemilandin û sembolên neteweyî ya tirkparêziyê dîsa li pêş bûn.

Li gorî malbatên ku zarokên xwe dişînin dibistanan nebûna perwerdehiya bi zimanê kurdî niheqiyeke mezin e.  

Welatî Şahîn Benî jî diyar kir ew  li malê bi kurdî diaxivin û zarokên  herin dibistana kurdî baştir e.

Welatiyê bi navê Mihemed dibêje: “Em dixwazin zarokên me herin dersa kurdî.”

 Heyder Kayîkçî wiha axivî: “Diya min rehmet kir bi tirkî nizanibû. Bavê min dîsa wisa. Kurmancî hebe, zimanê me hebe, dibistana me ya kurdî hebe çêtir e. Em dixwazin vebe.”

Li Tirkiyeyê ev çend sal in ku zimanê kurdî bi awayeke fermî li dibistanan weke dersa bijarte heye. Lê digel ku ji 5 zanîngehan nêzîkî 4 hezar mamosteyên Kurdî perwerde bûne jî ji van mamosteyan tenê 57 mamoste hatine peywirdarkirin.

MAŞALLAH DEKAK-RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin