Pervîn Çakar wê li Amed û Êlihê du konseran bide

Pervîn Çakar wê li Amed û Êlihê du konseran bide

.

A+A-

Pervîn Çakar wê li Amed û Êlihê stranên xwe yên bi rengê operayê û bi kurdî bistirê.

Pervîn Çakar wê li Amed û Êlihê du konseran bide. Konsera Çakarê ya li Amedê wê 27ê Gulanê saet di 20.30 deqîqeyan de li Navenda Çandê ya Sezaî Karakoçî pêk were.

Ya li Êlihê jî wê 29ê Gulanê saet di 20.30 deqîqeyan de li Salona Konferansê ya Tahîr Elçiyî ya Baroya Amedê birêve biçe.

 

Pervin Chakar a Soprano, hostayê dûdikê Ertan Tekin û pîyanîst İklim Tamkan li Diyarbekirê û li Batmanê wê bigihêjîn me.

DIYARBEKIR
-27ê Gulanê : 20.30 - Navenda Çandê ya Sezai Karakoç

BATMAN
-29ê Gulanê : 20.30- Navenda Çandê ya Tahir Elçi @iklimtamkan pic.twitter.com/pmAbpvZX6y

 — Pervin Chakar (@PervinChakar) April 23, 2022

 

Ertan Tekînê hostayê fîqê û piyanîst Îklîm Tamkan wê di van konserên bi navê “Kilamên Mezopotamyayê” de tevlî Çakarê derkevin ser dikê.

Çakar tevlî Tekîn û Tamkanê ev demeke li ser hin stranên kevn ên kurdî, ermenkî û hin zimanên din ên Mezopotamyayê kar dikin û wan li gorî forma operayê ji nû ve şîrove dikin.

Derbarê Pervîn Çakarê de

Sala 1981yê li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bûye. Sala 1995ê li Lîseya Hunerî ya Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeyê kiriye. Sala 1999ê li Beşa Dersdêriya Muzîkê ya Zanîngeha Gaziyê dest bi xwendina xwe kiriye û sala 2003ê li heman Zanîngehê Beşa Hunerê ya Deng xwendiye. Sala 2008ê Konservatûara Dewletê ya Perugia F. Morlacchi ya li Îtalyayê bi dereceyeke serkeftî qedandiye. Li heman konservatûvarê master bi dereceya herî bilind xwendiye.

Li welatên weke Îtalya, Tirkiye, Îspanya, Arnavutluk, Kosova, Almanya, Hollanda, Avusturya, Fransa û Rusyayê gelek konser dane û di operayan de cih girtiye.

Sala 2011ê beşdarî 28em Pêşbirka Operayê ya Maria Canigliayê ya Navnetewî bûye ku li bajarê Sulmona yê Îtalyayê çêbûye. Li vir bûye yekem.

Xelatên din ên ku wergirtine:

Sala 2011ê "Xelata Taybet a Dengên Herî Baş ên Jinan" a Weqfa Lotte Lehmanî li New Yorkê

Sala 2012ê de Paris Accademie Disque du Lyrique-ê hêjayî xelata "dengê herî baş ê jinan" a Grand Prix Leyla Gencer Altın Orfeo ( Orfee D'or )

Sala 2012ê "xelata dengê jinan a herî baş" a Weqfa Operayê ya Semiha Berksoyê

Sala 2013ê "Hunermenda operayê ya herî baş" a 4em Xelata Muzîka Klasîk a Andante Donizetti.

Bainet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin