Pelosî daxwazê ji Pence dike Trump ji ser kar dûr bixe

Pelosî daxwazê ji Pence dike Trump ji ser kar dûr bixe

.

A+A-

Seroka Encûmena Nûnerên Amerîkayê daxwazê ji cîgirê Trump dike ku bi wîjdan biryar bide û Trump ji serokatiyê dûr bixe. Di demekê de eger şiyana serok a birêvebirinê nebe, destûra Amerîkayê rê dide cîgirê serok wî ji kar dûr bixe û ew wek serok bi wekalet karên welat birêve bibe.

Nancy Pelosî da zanîn ku serê sibeha wê roja alîgirên Trump êrîşî Kongresê kirin, Trump beşdarî xwepêşandanekê bûye, alîgirên xwe teşwîq kirine ber bi Kongresê ve biçin û li wê derê şer bikin û got: “Bi wê jî ranewestiya, ligel endamên malbata xwe û di dema êrîşa ser Kongresê de, şahî dikirin.”

Pelosî tekez kir: “Her di wê rojê de dema metirsî zêde bûn, Trump guhê xwe neda tiştekî û daxwazên Kongres û beşek ji Komariyan bo rawestandina tundûtûjiyan red kir, Trump red kir daxwazê ji alîgir, provokator û terorîstan bike tundûtûjiyên xwe rawestînin. ”

Seroka Encûmena Nûnerên Amerîkayê daxwaz ji Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence kir ku Maddeya 25 a serrastkirî ya destûra Amerîkayê aktîv bike û Trump ji desthilatê dûr bixe. Nancy Pelosî got: “Em daxwazê ji Cîgirê Serokê Amerîkayê dikin di 24 demjimêran de bersiva daxwaza me bi dûrxistina Serok Trump bide, ew rê dide Komariyên nav Encûmena Nûnerên Amerîkayê careke din rûmeta wê sonda yasayî ku Trump 4 sal berî niha xwar û binpê kir, vegere û berevaniyê li demorasiya xwe bikin û wê baweriya xelkê daye me û destûra me biparêzin.”

Li beramber Pence red dike ku wê maddeyê çalak bike û dibêje: “Heft roj mane, daxwaz ji min tê kirin maddeya 25 aktîv bikim, lê bawer nakim ew kar di berjewendiya welat de be û ligel destûrê hev bigre.”

Pence ragihandiye ku ew madde di dema pirsgirêk û kêmasiyên serok de tê çalakkirin, neku bibe maddeyeke cezakirinê û destdirêjiya bo ser desthilatê, lewra naçe bin barê wan daxwazan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin