PWK: Em 8000 şehîdên Enfala Barzanîyan bi rêzdarî bi bîr tînin

PWK: Em 8000 şehîdên Enfala Barzanîyan bi rêzdarî bi bîr tînin

.

A+A-

Di roja 31ê tîrmeha 1983yan de li dijî Barzanîyan Enfal hate li dar xistin.

8 hezar mêrên Barzanîyan ku temenê wan ji 7 salî heta 85 salî bûn, ji alîyê rejîma Seddam, ji herêma Barzanê hatin derxistin û anîn herêma Qûştepe ku bi ser wîlayeta Hewlêrê ve ye û li kampên Qûdus û Qadisîyê heps kirin. Mêrên Barzanîyan bi rojan bê av û bê nan di nav van kampan de hiştin, di dawîya ezîyeteka mezin de hatin wendakirin. Çi bi serê van mirovan de hat, heta îro jî nayê zanîn.

Di ser vê jenosîdê de 43 sal derbas bû ye, lê hîn jî tu xeber ji piranîya van 8 hezar kesan tuneye. Ev mirov hatin îmhakirin û bi tevayî hatin binaxkirin. Cenazeyên kêm kesan ji wan vê dawîyê hatine dîtin.

Em di 43yemîn salvegera Enfala 8000 Barzanîyan de, şehîdên Enfala Barzanîyan û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Hemû qesas û berpirsên Enfala Barzanîyan careke din rûreş dikin.

Em dibêjin, îro bersîva herî mezin û bibandor a li dijî Enfala Barzanîyan ewe ku, hemû alîyên Başûrê Kurdistanê hikûmeteke hevbeş ava bikin, tifaqa xwe ya neteweyî, niştimanî pêk bînin û hemû kurdên cîhanê li destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê xwedî derkevin, biparêzin, pêşde bivin.

31.07.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

292a83b7-dc45-48b5-b3f9-91a5c2bd5244.jpeg

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin