Pêleke berfbarînê Bakurê Kurdistanê girtiye

Pêleke berfbarînê Bakurê Kurdistanê girtiye

.

A+A-

Pêleke berfbarînê Bakurê Kurdistanê girtiye û çûnûhatina bi dehan gundan asteng kiriye.

Li gorî daxuyaniya şaredariyên Bakurê Kurdistanê, bi sedema berf û baranê li Wanê rêyên 25 gundan, li Mûşê rêyên 63 gundan, li Bedlîsê rêyên 50 gundî, li Sêwazê rêyên 39 gundan, li Colemêrgê rêyên 6 gundan û li Çewlîkê rêyên 130 gundan, li ber çûn û hatinê hatine girtin.

Li parêzgeha Erzeromê jî gelek berf bariyaye û bi tevayî spîpoş bûye û tevgera jiyanê hêdî kiriye.

Tîmên şaredariya Çewlîkê jî rojane berfa kolanan vediguhêzine derveyî bajar. Bi şevê jî berfa rêyên derveyî bajar dimalin.

Turan Eroglu, karmendê Şaredariya Çewlîkê dibêje, “Me dest bi hewla zehmet kir. Di vê qonaxa nû de, Xweda dibe alîkarê me. Karmendên tîma me ji duh ve, di hewl û tevgera bê westan de, berdewam in.”

Mucahid Ozîldirim jî karmendê Şaredariya Çewlîkê ye û ew jî dibêje, “Bi Xwedê Zivistana sext hat, bê guhdana şev û rojê, bi awayekî ku welatiyan nexine rewşeke nexweş, em kar dikin û berdewam in.”

Li parêzgeha Qersê, dema du rojane e berf dibare. Welatiyên ku ji malê diçine derve, tûşî zehmetiyan dibin.

Ev yek, di demekê de ye ku pisporên keşnasiyê rênimayan didin ku eger ne ji bo karekî gelekî girîng be, neçine derve.

Tîmên şaredariya Qersê jî di hewlên xwe de, ji bo maliştina berfa kombûyî û hilanîna qeşaya li ser rê û kolanan berdewam in.

Parêzgeha Mûşê jî ketiye jêr pêla du rojên berfê.

Berfa kombûyî li gundekî Mûşê gihiştiye 60 santîmetreyan û hejmarek ji xaniyan ketine jêr berfê.

Li gorî zanyariyên pisporên keşnasiyê, li Bakurê Kurdistanê berf û baran heta roja Çarşemê berdewam dibe.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin