Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

PEDAGOJÎ Û TEORÎYÊN CUDA

A+A-

Di destpêka vê nivîsê de, divê ez eşkere bikim ku xisletên zarokan ji hawîrdorê dihên û ew dikevin nav xwîn û hestîyên wan û tê da dimînin.  Ev mayîn di avakirina kesîtîya wan de dibe hîm û rêgeh.  Zarok jêgirtên hawîrdorê ne.  Her weha, divê ez dîyar bikim ku ez danawestim li ser ka çawa zimanê kurmancî di pirtûkên dersan de hatîye bikarînan.  Ev jî, ji ber çend sebebên girîng in, ku yek ji wan sebeban ev e: Zimanekê me yê hevgirtî tune ye.  Û her wisa, weka mamosteyekî kurdî-swêdî, ev bi min nakevî, bela ku li welatê me hê jî perwerdeya zarokan bi kurdî qedexe ye ez naxwazim û mafê min tun e jî ez rexneyan li pirtûkên nivîskaran bigirim.

 

Ne ku ez, divê pirtûkên fêrkarîyê (pedagoji) ji alîyê kesên fêrkar (pedagog, pisporê fêrkirinê) û mamosteyên fermî va bihêne amadekirin û pêşkêşkirin.  Ev pêgirteka rewiştî ya cîhana nûjen e.  Em kurd jî ne li heyvê, li cîhanê dijîn û tê da xwedî par in.  Gava ku rewş wisan be, divê hin pirtûkên kevn ji nû va bihêne amadekirin û pirtûkên nûh jî, ji alîyê kesên fêrkar û mamosteyên fermî va bihêne nivîsîn û amadekirin.  Ji xwe, di pirtûkên kevin de çandeka fêrkarîyê ya giştî û berfireh nayê dîtin.  Kes û sazîyên ku projeyên amadekirina pirtûkên zarokan ango ciwanan çêdikin, divê heya wan ji fêrkarî, çanda ciwanan, awa û hewayê jîyana zarokan hebe.  Ji ber ku zarok xwedîçandeka taybet in û çanda wan ji ya me cûdatir e.  Gava lêkolîn li ser pêşveçûna zarokan bihê kirin, pêvist e ku zanîyarîya mirovî di der barê teorîyên pêşveçûnê de hebin, ku der heqê pêşveçûnên zarokan da pir in.  Lê ez dê tenê qala çar teorîyên sereke bikim, ew jî ev in:

1-Teorîya behavîorîstî (Skinner).

2-Teorîya kamilbûnê (Arnold Gesell).

3-Teorîya kognitîfê (Jean Piaget).

4-Teorîya psîkoanalîyê (Sigmund Freud).

 

Teorîya behavîorîstîyê, ku hîmdarê wê  Skinner e, dibêje zarok jêgirtê hawîrdorê ye.  Li gorî vê teorîyê pêkhateya bingehîn ya ku di pêşveçûn û guhartina zarokê de rola sereke dileyîze hawîrdora zarokê ye.  Derûdora zarokê çi be, zarok jî dibe jêgirtê wê.  Li gorî vê teorîyê zarok biresereka tebitî ye û mamoste ango salmezin dibin kirdeyên auktorîter.  Dibe ku sebebên tevgerên mamosteyên zimanê kurdî jî bi vî awayî karin bihên rohnîkirin.

 

Teorîya kamilbûnê (mognadsteorî), ku hîmdarê vê teorîyê Arnold Gesell e, dibêje mîras roleke mezin dileyîze û zarok dibe kirde (subjekt) û yên salmezin dibin bireser (objekt).  Ev teorî qala azadîya zarokê/î dike û îro jî li ser vê teorîyê dihê gotûbêjîkirin û nivîsandin.

Teorîya kognîtîfê, ku hîmdarê wê Jean Pîaget e, teorîyek nûjen e.  Li gorî vê teorîyê, divê zarok û salmezin (dê û bav, mamoste) her du jî kirde (subjekt) bin.  Li gorî vê teorîyê zarok ji jidayîkbûna xwe va bi hinek derfet û mecalan çêdibe û zarok bi azmûnên xwe, xwe bi pêş va dibe.

Teorîya psîkoanalîzê, ku  hîmdarê wê Freud e, dibêje azmûnên ku di jîyana zarokîyê de çêbûne, yan ku serpêhatîyên mirov yên di dema zarokîyê de  dibin sebebê tevgerên mirovên ku ji heyama zarokîyê dezbaz bûne.  Ji vê teorîyê re,  teorîya psîkodînamîkê jî dibêjin.

 

Teorîyên înteraksîyonîstîyê / înteraktîonîstîyêya îndîvîdperspektîfê / perspektîfa ferdî.

Li gorî înteraksîyongerîyê ya nûjen, ku hîmdarê wê Vygotskij e, dibêje zarok kirde ye, ku berê digotin qey zarok bireser e (objekt). Ev dihê wateya ku zarok têgihîştî ye û hîndekarîyê dizane. Zarok û hawîrdor û pêyvendîyên wî yên li gel civakê, çarenivîsa pêşveçûna wî ye, ku hêjayên hawîrdorên zarokê li gorî bawermendîya wî dihên şîrovekirin.

Piaget û egosentirîgerîya zimanî

Li gorî Pîagetî hizir zimanî diwelidîne, çêdike.  Lê Vygotskij berevajî wî dibêje. Piagetî zimanê egosentirgerîyê par va dike ser sê koman (kategorîyan):

1-Dubarekirina peyvê: Weka “bebe”, “ma-ma”, “da-da”,

 2-Monolog: Bi xwe ra dipeyve, bi xwe ra peyvmend e.

 3-Monologîya hevkarîyê: Bi zarokên din ra leyîstin û axaftin.

 

Vygotskij

Teorîyên Vygotskijî di der barê perwerdegarîyê de balkêş in. Ew lîstin û yarîkirina zarokê bi hevalê wî ra wekî proseseka civakî (sosyal) dibîne. Dr Ann-Christin Kjellman, ku mamosteya pedagojîyê ye, giranîya xwe dide ser pedagojîya Vygotskijî. Ew di Xwendegeha Bilind Ya Mamostetîtî yê da (Lärarhögskolan i Stockholm) wateya pedagojîyê dide û her wisan jî berpirsa pedagojîyê ye.

Em dîsan vegerin ser bawerîyên Vygotskijî: Li gorî wî ziman ramanê diafirîne, lê her wisa jî, raman zimanê diafirîne. Lewma, pêvendîyên zarokê bi zarokên din ra girîng e.

Pêkhateyên civakî.

Bi alîkarîya zimanî derûnîya zarokan û cihana wan ya hundir û der va bi pêş va diçe. Danûstandin û pêvendîya zarokan bi kesên din rêya pêşveçûnê vedike.

Zarok çawan hînî zimanê zikmakî dibe?

Li gorî vekolînên zanîyarîyê dê û bav, xwişk û birayên zarokê roleka bingehîn dileyîzin û dû ra jî pêvendîyên wî di gel derûdora wî, pêşdibistan (zarokxane) û dibistan rola duyemîn dileyîzin. Li wê derê sê xal girîng in, ew jî ev in:

1-Mamosteyekî çalak.

2-Xwendevanekî çalak. 

3-Hawîrdoreka çalak di gel wan.

 

Sê stratejîyên perwerdegarîya zimanê zikmakî (zimanê dê) hene, ew jî ev in:

 

1-Kesek: Zimanê yekemîn yê zarokê di zikê dayîkê de dest pê dike û li wir dengê dêya xwe dibihîze û nas dike.  Danîel Stern qala zarokê/a nûbûyî dike û dibêje: Zarokê nûçêbûyî weka rayedar (kompetent) ji dayîka xwe dibe.  Ez, weka mamosteyekê, stratejîya kesekî ji bo stratejîya zimanekî baştir dibînim ji bo ku zarok du zimanan bihev re hîn bibin.  Li hawîrdoreka ku dê bi zimanekê dî û bav bi zimanekê dî bi zarokê xwe re bipeyve û dê û bav her du jî bi zimanê xwe bipeyvin û bi awayekî çalak bi zarokê xwe ra deng bikin baştir e.  Divê pêgirtîyên dê û bav wekî hev bin ji bo hîndekarîya duzimanî.  Di têgiha bi duzimanî da, ku weka têgiheka hevbeş e ji bo şagirdên ku bi kurdî û swêdî dizanin, kurdî zimanê yekem e.  Kurdî, zimanê ku şagirdzarok pêşîn hîn dibe û li malê deng dike ye.

Zimanekî li malê û zimanekî li der va yî malê: Dê yan bavê zarokê li malê her tim bi kurdî dipeyvin û zarokê wan li der va (dibistanê) bi swêdî dipeyvin.

Pêşî zimanekî bi tene: Di vê stratejîya sêyemîn de; mirov bi tenê zimanekî bi kar diîne heta ku zarok dibe 3-5 salî.  Mirov bawer dike ku zarok nikare du zimanan bi hev ra hîn bibe.  Lê bi dîtina min zarok dikare du-sê zimanan bi hev ra hîn bibe.

 

Pirsgirêkên zarok û ciwanên kurd

 

Pirsgirêkên zarok û ciwanên kurd li Swêdê pir in, ku yên herî mezin heşîş, esrar, eroîn, alkol, dizî, pevçûn, û perwerdenekirina wan e.  Ew dibistanê dihêlin, jê dûr didin.  Gava ji wan tê pirsîn, ew dibêjin: ”Tu kes guhdarîya me nake.” Ew ji dersên xwe baz didin û dikevin kuçe û kolanan.  Ew dibin jêgirtên zarokên kuçe û kolanan.  Ew hînî tiştên pûç û vala dibin û ev dibe destpêka jîyaneka reş û tarî ku qet dawî lê nayê.  Piranîya kêşeyên wan jî, ji destpêka zaroktîyê dest pê dike û berdewam dike.  Lê, bi ya min, bi hevkarîya malbatê, mamoste û berpirsyarên dibistanê ew bi hev ra dê bikaribin pirsgirêkan kêmtir bikin û zarokan bigihînin rastîya jîyanê,  de ku, ew bibin mirovên baş û xwedî berpirsyar.  Gelek caran zarokên kurdan dereng dihên dersê, di wextên cûda cûda da diçin dibistanê, ev kartêkerîyeka nerênî li ser xwendevanên din jî dike û ev kirina zarokên kurd dikare bibe sebebên xerakirina hizûra dersxaneyê jî.  Helbet ev tişt ji bo hinekan derbas dibe, ne ji bo hemûyan.  Zarokên kurdan li Swêdê bi kurdî dixwînin.  Lê her roj dersa kurdî tune ye.  Di hefteyê carekê de heye, bi tenê nîvdemjimêrê yan ku ji demjimêrekê kêmtir e.  Zarokên Kurd yên ku li Swêdê dijîn her roj bi swêdî dixwînin.

 

Li her derê cîhanê û li Swêdê jî ”i” i ye.  Eceba giran ev e, ne li ba kurdan ”i” ye, ji ber hingê, dema dersa kurdî dihê dan, vê carê ”i”ya Swêdî dibe tiştekî din.  Dengsazîya (fonetîk) wê dihê guhertin û dengekî dinderdixe.  Heta ku desthilatdarîyeka me weka dewletê pêk neyê, em neçar in ku li gora destûr û rêbaza rêzimanê Celadetî bi rê ve biçin.  Tîpa”i” ya ku di alfabeya Celadetî de heye, di soranî de tune ye û ew di şûna wê tîpê de”i”ya swêdî yan ku latînî bi kar diînin.  Peyva “Kurdistan” weka “Kurdistan” dihê nivîsandin.  Divê em hevhizr bin ji bo peyva “Kurdistan”ê, çimkî serê zarokan tev li hev dibe. Alfabe ji alîyê pedagojîyê va jî girîng e.  Hêsankirina alfabeya kurdî; hîndekarîyê zûtir, xweştir, naveroktir û bi spehîtir dike.  Divê em dev ji tiştên çewt berdin û em li zanîyarîyê vegerin.  Ji me re alfabeyeka hêsan, yekgirtî, teknîka wê nûjen û bikêrhatîtir pêvist e.  Ji me re alfabeyeka paşnûjen pêvist e.  Teknîka wê li gorî ya navneteweyî be. Her ku diçe ziman bi pêş va diçe, xwe diguherîne, hêsan dibe. Kurdî; ji alîyê dengsazîyê, xwendinê, teknîkê û nivîsandinê ve bi çi awayî be bila bibe divê bihê hêsankirin.

Tewanga peyvan jî girîng e, lê yên ne her peyvê.  Bi ya min di alfabe û rêzimanê kurdî da çaksazîyeka nû pêvist e.Ji alîyê ferhenga kurdî va jî pirsgirêk pir in.  Divê rayê peyvê bihê parastin. Weka mînak:  “rê”, “dê” û hwd.  Rêya min (rîya min çewt e), dêya min (dîya min çewt e).  Ev her du peyv dikarin bibin pirsgirêkekî ferhengî, lewre raya herdu peyv dihê guhartin û peyv dibe tiştekî din.

Ji bo hemû nivîsên Maruf Yilmaz bitikînin

 

Önceki ve Sonraki Yazılar