Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire

Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire

Serokê DYAyê Donald Trump sewqiyata muhîmmatan ji bo Ûkraynayê daye rawestandin lê hat ragihandin ku hukumeta Almanya dixwaze ji DYAyê sîstema Patriotan ji bo Ûkraynayê bikire û bi Washingtonê re hevdîtinan dike.Ragihandina agahiyê ji aliyê çapemeniya Alm

A+A-

Serokê DYAyê Donald Trump sewqiyata muhîmmatan ji bo Ûkraynayê daye rawestandin lê hat ragihandin ku hukumeta Almanya dixwaze ji DYAyê sîstema Patriotan ji bo Ûkraynayê bikire û bi Washingtonê re hevdîtinan dike.

Ragihandina agahiyê ji aliyê çapemeniya Almanya de hat kirin. Hukumeta Almanya ji bo 2 sîstemên Patriotan ji Amerîkayê bikire û bide Ûkraynayê teklîfa xwe daye DYAyê. Teklîf li benda erêkirina wezîrê DYAyê yê bergiriyê Pete Hegseth maye.

Berdevkê hukumeta Almanya Stefan Kornelius li navenda çapemeniyê ya federal de ragihand ku mijara raste û tenê ji mijaran yeke ku pêdiviya Ûkraynayê pê heye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin