Dêrsimî dixwazin mayîn werin rakirin: ‘Heyf e!’

Dêrsimî dixwazin mayîn werin rakirin: ‘Heyf e!’

.

A+A-

- Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê zêdetirî 10 hezar mayînên çandî hene ku Dêrsimiyan dilgiran dike.

Ji salên 1993yan heta 2019an di encama teqîna mayînan de zêdetirî 10 hezar welatiyan zerer dîtiye.

Şêniyê gundê Tûlikê yê Dêrsimê Orhan Duran da zanîn ku tenê 200 metreyan dûrî mala wî mayîn hene.

Welatiyê bi navê Orhan Duran got:

“Rewşa awarte hatiye rakirin, jîngeh niha çêtir û ewletir e, ji ber vê yekê em dixwazin mayîn bên rakirin.

Heger ew bên rakirin, mirov dê rehet bibin, mirov û ajel dê pê li mayînan nekin.

Ez hêvî dikim ku ew dê wan rakin.”

Hinek welatî jî dibêjin ew ajeldariyê dikin lê ji ber mayînan ajelên wan di metirsiyê de ne.

Alî Çelîkê ku ajeldariyê dike anî ziman:

“Dewletê di demên berê de ev mayîn danîne. Baregeha leşkeran berê li jêr bû, niha birine jor.

Divê ew van mayînan rakin ji ber ku mirov li vir digerin û dema ku tabelaya mayînê dibînin ditirsin.

Li vir ajel hene, heyf e, çima ev ajel biçin û pê li van mayînan bikin?”

"Xelk diçe kivarkan"

Murat Kudatê şêniyê herêmê jî da zanîn:

“Heger van mayinan ji vir rakin dê pir baş bibe.

Xelk diçe kivarkan, diçe gerê. Dema ku ew ji jor tên, metirsiya pêlikirina wan a mayînan û mirinê heye.

Dewlet dê berpirsyarê vê yekê be, ji ber vê yekê divê ev mayîn werin rakirin.”

Li gorî Peymana Ottawayê ya Qedexeya Mayînan ku Tirkiyeyê îmze kiriye divê heta sala 2014an hemû mayîn bihatana paqijkirin lê li ser daxwaza Tirkiyeyê ew dîrok heta sala 2022yan hatibû dirêjkirin.

Di encama lêkolînan de derketiye ku li seranserî Tirkiyeyê 839 hezar mayînên bejahî, nêzîkî 165 hezar mayînên li dijî tankan bi giştî milyonek û 102 hezar mayîn hene û piraniya wan li Bakurê Kurdistanê ne.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin