PDKÎ şehîdbûna 2 Pêşmergeyan li Pîranşarê piştrast kir

PDKÎ şehîdbûna 2 Pêşmergeyan li Pîranşarê piştrast kir

.

A+A-

 Dezgeha Fermandariya Hêza Pêşmerge ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) nûçeyên şehîdbûna 2 pêşmergeyên wan di encama şerekî de ligel hêzên îranê piştrast kir û hurgiliyên wî şerî belav kirin.

PDKÎyê ragihandiye ku şeva derbasbûyî li ser rêya di navbera Pîranşar û Mihabadê de şer di navbera Pêşmergeyên PDKÎ û pasdarên Îranê de derketiye û tîmeke PDKÎ ketiye kemîna Pasdaran û 2 endamên wê tîmê şehîd bûne.

Dezgeha Fermandariya Hêza Pêşmerge ragihand ku tîma Pêşmergeyên wan li ser cadeya Mehabad-Pîranşarê bûye armanca êrîşa kirêgirtiyên Komara Îslamî û eşkere kir: “Pêşmergeyên bi navên Hadî Şêxe yê xelkê Peswê û Eyub Sultanê xelkê Awaya Xurînc a bi ser bajarê Pîranşarê ve, mixabin şehîd bûn.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin