PDK: Bila dosyeya terorkirina Qasimlo dîsa aktîf bibe

PDK: Bila dosyeya terorkirina Qasimlo dîsa aktîf bibe

Berpirsê komîteya bibîranîna salvegera şehîdkirina serokê berê yê PDKÎ Dr. Ebdulrehman Qasimlû ragihand, ewê li ber parlementoya Ewropa kom bibin û daxwaz bikin dosyeya terorkirina Qasimlû dîsa aktîf bibe.

A+A-


Berpirsê komîteya bibîranîna salvegera şehîdkirina serokê berê yê PDKÎ Dr. Ebdulrehman Qasimlû ragihand, ewê li ber parlementoya Ewropa kom bibin û daxwaz bikin dosyeya terorkirina Qasimlû dîsa aktîf bibe.
Aktîvîstê siyasî û berpirsê komîteya bibîranîna salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlû, Kameran Resûlî ji BasNewsê re got, îro bi hezaran kurd ji hemû perçeyên Kurdistanê, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedarên kurd, biyanî û Îranî dê li ber avahiya parlementoya Ewropa li bajarê Brûkselê kom bibin û terorîzma rêjîma îslamî ya Îranê şermezar bikin.
Kameran Resûlî her wiha got, armanca me ya serekî ji lidarxistina vê xwepêşandanê ew e ku dosyaya şehîd Qasimlû dîsa aktîf bibe û ewên ku destê wan di terora Qasimlû de hebûye, bên dadgehîkirin û cezakirin.
Wî aktîvîstî da zanîn, ewê saet 11:00 bi dema Ewropa ji navenda bajarê Brûkselê bimeşin û li ber avahiya parlementoya Ewropa kom bibin. Ew çalakî û merasim dê bi stran, peyamên siyasî û gotaran dest pê bike û hetanî saet 14:30 bidome.
Berpirsê komîteya bibîranîna salvegera şehîdkirina Qasimlû anî ziman ku şandeka PDKÎ jî dê bi rayedarên parlementoya Ewropa re hevdîtin bikin û bi fermî daxwaz ji wan bikin dosyeya terorkirina Qasimlû aktîf bikin. Piştî xilasbûna çalakiya ber parlementoyê, dê konferansek jî were lidarxistin ku tê de derdora hezar kes beşdar dibin. Rewşenbîrên kurd, biyanî û Îranî dê peyvên xwe pêşkêş bikin, çend senatorên Amerîkî jî dê bi rêka vîdeoyê peyamên xwe bişînin konferansê.
Serokê berê yê PDKÎ, Ebdulrehman Qasimlû roja 13 Tîrmeha sala 1987 li paytexta Austriya, Viyenna, dema bi şandeka Îranî re di nav diyalogê de bû, ligel du hevalên xwe, ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin şehîdkirin.
Dewleta Viyennayê, bi behaneya ku belgeyên pêwîst nînin, ew kesên ku ew êrişa pêk anîbûn, teslîmî Îranê kir û bi vî rengî dosyeya şehîdkirina Qasimlû û hevalên wî hat girtin!
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin