Parlementerên Swêdî: Bila zimanê kurdî li Tirkiyê bibe zimanê perwerdeyê

Parlementerên Swêdî: Bila zimanê kurdî li Tirkiyê bibe zimanê perwerdeyê

.

A+A-

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê di daxuyaniyekê de da zanîn 21 parlamenterên Swêdî piştgirî didin zimanê kurdî, wekî zimanê kurdî bibe zimanê fermî li Tirkiyê.

Daxuyaniya Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd wiha ye:

Bi munasebeta Roja Zimanê Zikmakîya Navneteweyî, Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê kampanyayek bo zimanê dayikê vekir.  Di kampaya ya xwe da bal dikşînin ser astengîyên li ser zimanê kurdî.  Zimanê kurdî, di nav malbatên kurd de, li bazar û kolanan wekî berê nayê bikaranîn. Bi taybetî jî di nav nifşên nû yên kurdan da gelek kêm tê bikaranîn.

Ji bo parastin û misoger kirina hebûna zimanê kurdî, divê zimanê kurdî jî wek zimanekî fermî bê naskirin û kurdî bibe zimanê perwerdeyê li Tirkiyê û Kurdistanê. Ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê li bakurê Kurdistanê, di van çend salên dawî, ji bo bi destxistina mafê perwerde û bikaranîna zimanê kurdî çendîn platform hatine avakirin. Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, piştgiriya hemû xebat û hewildanên bo zimanê kurdî tên kirin, dike.

Kampanya berfireh e. Wê li Kurdistanê, li Swêdê û li gelek welatên din yên Ewrûpayê her berdewam be. Em pir pê serbilind in ku kampanya ya me gîhaye nav Parlametoya Swêdê jî, ku zêdetirî 20 parlamenterên Swêdî, piştgiriya xwe bo perwerdeya bi zimanê kurdî nîşan dane. Ev kampanya dê berdewam bike û nesekine heya ku kurdî li Tirkiyê wekî zimanekî fermî û zimanê perwerdehiyê were pejirandin.

Em spasiyên xwe yên germ ji hemû parlamenterên ku bi avêtina îmzeyên xwe piştgiriya zimanê Kurdî kirine, pêşkeşdikin.

Kovan Amedî, Serokê FKKS

Endamên Parlamentoya Swêdê yên ku ev kampanya yê îmzekirine:

Alireza Akhondi (Center) - Gulan Avci (Lîberal) - Mats Berglund (MP-Partiya Jîngeh) - Gudrun Brunegård (KD- DemokratênXiristiyan) - Joar Forsell (Lîberal) - Roza Guclu Hedin (S- Sosyaldemokrat) - Johanna Haraldsson (S- Sosyaldemokrat) - Niklas Karlsson (S Sosyaldemokrat -) - SerkanKöse (S- Sosyaldemokrat) - Fredrik Malm (Lîberal) - Laila Naraghi (S-) Sosyaldemokrat - Leif Nysmeds (S- Sosyaldemokrat ) - Ola Möller (S- Sosyaldemokrat) - LawenRedar (S- Sosyaldemokrat) - Maria Strömkvist (S- Sosyaldemokrat) - Gunilla Svantorp (S- Sosyaldemokrat) - Mattias Vepsä (S Sosyaldemokrat) - Anna Wallentheim (S- Sosyaldemokrat) - Hanna Westerén (S-Sosyaldemokrat) - Carina Ödebrink (S-Sosyaldemokrat) - Anders Österberg (S- Sosyaldemokrat) 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin