Papa ji bo aloziyên li Ukrayna bi dawî bibe bang li Rûsyayê kir

Papa ji bo aloziyên li Ukrayna bi dawî bibe bang li Rûsyayê kir

.

A+A-

 Papa Francis, do ji bo aloziyên li rojhilata Ukrayna bi dawî bibe bang li Rûsyayê kir û diyar kir, ji ber zêdebûna hêzên leşkerî li heremê, ketiye fikaran.

Papa Francis, piştî zêdeyî mehekê, cara yekem e bi rengekî zindî li pêş girseyeyê axaftina xwe pêşkeş kir û da zanîn "Ji kerema xwe re! Ez bi xurtî hêvî dikim ku zêdebûna aloziyê dikare were rawestandin. Berevajiya vê yekê, bo avakirina pêbaweriya beramber, pêşxistina lihevhatinê û geşkirina aştiyê pêwîstiya gavên nêta baş heye, ji ber ku him ew qas hewce ye û him jî tê xwestin."

Papa destnîşan kir: "Ji Xwedê re spas dikim ku em dikarin li vê qadê dîsa bi hev re bicivin. Ez tiştek ji we re bêjim - ez bêriya vê qadê dikim. Gava ku ez mecbûr dibim ku ji pirtûkxanê biaxifim, ez kêfxweş nabim. Ji Xwedê re spas dikim û ji bo hebûna we spas dikim."

Papa herwiha eşkere kir, ew çalakiya leşkerî ya zêde bi fîkar dişopîne û ew binpêkirinên peymana agirbestê yên di çend mehên dawî de şermezar dike.

Aloziya di navbera Moskow û Kîevê de, ji ber zêdebûna leşkerên Rûsî yên li ser sînor û pevçûnên li rojhilatê Ukrayna di navbera artêş û cûdaxwazên ku alîgirê Rûsya ne de, her diçe zêde dibe.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin