
Li Serêkaniyê ya ku di bin kontrola Tirkiyê û grûpên çedar de ye şer derket
.
A+A-
Hat zanîn ku di navbera grûpên paramîlîter de şer derketiye. Du topên hewanê jî li Serêkaniya Rihayê ketine.
Li bajarê Serêkaniyê ya girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di bin kontrola Tirkiyê û grûpên paramîlîter bi navê Artêşa Milî ya Sûriyê (SMO) de ye şer derket. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hati bidestxistin; şer di navbera Şukur El Şam û Tugaya Sultan Mûrat de qewimî. Di şer de çekên giran hatine xebitandin. Li gorî îdiayê jî hat gotin ku 2 topên hewanê li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ketine. Hat zanîn ku ev topên hewanê li eraziyê vala ketine.
Hat gotin ku şer li Serêkaniyê didome.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin