Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

PANORAMAYA 2019an!

A+A-

Me sala 2019an jî li pişt xwe hişt. Ji kurdan re salek, tije hêsir, cangorî, mirin, koç û nefî.

Dijminên Kurd û Kurdistanê, bi hemû metodên nemirovî hatin ser miletê me. Tenê girtin, kuştin, dardakirin, hilweşandina bajaran û şikenandina dînamîkên Kurdistanê, guhertina demografîya Kurdistanê ji xwe re kirin kar.

Sîyasetmedarên Kurd, rêxistinên Kurdan ji astek netewî dûr, Kurd bê stratejîyek netewî, bêçar, di nav destê dijminan de hiştin.

Dewleta tirk, jibona jiholêrakirina doza Kurd û Kurdistanê; asîmîlasyon, dejenerasyon û entegrekirina kurdan bi dewleta tirk re, wek metodên çareserîyê, hilbijêr, stratejîk dimeşîne. Bandora asîmîlasyonê, dejenerasyonê û entegrasyonê li Bakurê Kurdistanê di astek metirsîdar de ye!

Ceribandina van metodan li ser her beşekî Kurdistanê hilbijare dom dike.

Îran, li Rojhilatê Kurdistanê; bi metodên terorê, bi sezayên giran, bi dardakirin û bi kuştinê re dixwaze pêşî li doza Kurdistanê bigire. Bikaranîna her metodên nemirovî di felsefa dewleta Îslamî ya Îranê de karesatên neqî ne û armanc, pêşîlêgirtina doza Kurdistan e.

Li Iraqê, piştî hilweşandina dîktatorîya BAAS, sîstema dewletê û lihevhatinek civakî li angora makezagonê nehat avakirin. Sîstem, ket destê hêzên partîzanî û mezhebî, olî. Karesatên gendelî û bandora Îranç li ser Iraqê zêde bû. Gelê ereb, bi serhildanan û bi wendakirina bi hezaran cangorîyan ket bin qeyranên mezin. Ev, rewşek metirsîdar ji Başûrê Kurdistanê re derxist holê.

Pirsgirêk û nakokîyên Iraqê û Başûrê Kurdistanê çareser nebûn û berdewam in. Li Iraq, çalakîyên girseyî, kuştin û revandina hemwelatiyan û çalakvanan diyardeyekî metirsîdar e. Zengila agahdar kirinê ye ji bo ber bi rewşekî herî xirab a Iraqê ye. Divê sîyasetmedar, pîspor û serkêşên Başûrê Kurdistanê vê rewşa Iraqê rast binirxînin û çarenûsa xwe bi rewşa sîyasî a Iraqê ve girênedin.

Başûrê Kurdistanê her çareserkirina pirsgirêkên dewleta Iraqê ji xwe re wek wezîfe nirxand û bûn alîkar. Lê divê Kurd û sîyasetmedarên Başûrê Kurdistanê bizanibin ku, çareserkirina pirsgirêkên Iraqê yên nav xwe û xurtkirina dewleta Iraqê ne wezîfe ye ji wan re. Ji ber ku bihêzbûna Iraqê, wê her bi xwe re zeîfbûna Başûrê Kurdistanê be.

Li Başûrê Kurdistanê, divê Kurd, di nav xwe de yekitîyek siyasî û hevpar, xurt, avabikin û rê nedin ku di bin têna van alozîyên Iraqê de, destkevtinên xwe wenda bikin.

Li Başûrê Kurdistanê, divê Kurd daxwazên xwe derxin astek bilind û programa îlankirina serxwebûnê û astek Korfederalî derxin giftûgoyê. Li pişt îradeya miletê xwe, ku di referandûma serxwebûna Kurdistanê de eşkere kirine, rawestin û wî qozê xwe bikar bînin.

Divê sîyasetmedar û aktorên siyaseta Başûrê Kurdistanê îqna bibin, ku bi Iraqê re nikarin bijîn û çarenûsa wan ne bi Iraqê re ye. Ji ber ku ew çanda piralî û demokratîk-modern di cîhana îslamê de nehatîye avakirin û ticarî Tirkîye û Îran nahêlin ku Kurdistan di astek xurt de, rolekî aktorî bilîze û nahêlin ku Iraq, li gor makezagonê birêkûpêk bibe.

Dewleta tirkan ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li seranserê Kurdistanê, di asta dijminatîya bi kurdan de tevdigere. Çîyayên Başûrê Kurdistanê bombe dike. Gundan û cîhên medenî dide ber topan, operasyonên leşkerî bikar tîne û sînoran nasnake. Seranserê Başûrê Rojavayê Kurdistanê dagirkir û bi metodên jenosîdî qirkirina kurdan, guhertina demografîya axa Kurdistanê, bi pîlangerîyek dijminane meşand û dimeşîne. Bi van êrîş û dagirkerîya dewleta tirk re, nêzî 500 hezar Kurd axa xwe terikandin, mahacirî çolan bûn. Dewleta tirk, erebên wek xwe tîne û li ser axa kurdan, li ser mal û milkê kurdan bicîh dike û demografîya herêmê diguherîne.

Li Bakurê Kurdistanê, li ser kurdan înkar, girtin, zîndankirin, asîmîlasyon û metodên dejenekirina hêjayîyên civata Kurd berdewame. Ji ber sîyaseta PKK û sazîyên legal ku pêve girêdayî, Bakurê Kurdistanê di bin bandora şikestinek gewre de ye. Bandora asîmîlasyonê gihîştîye pileya dejenerasyonek civakî.

Di seranserê sala 2019an de ev metodên li ser kurdan qatbiqat, bi stratejîyên hilbijare, di astek dijminane de meşîyan û dimeşin. Ji ber tinetîya stratejîyek netewî, parastina ziman û çanda Kurdî, ketîye astek metirsîdar. Ku aktorên karûbarên rewşenbîrî û sîyasetê bi stratejîyek kurdewarî, pêşî li vê malxerabîyê negirin, wê Kurd li Bakurê Kurdistanê bingeha netewî-Kurdistanî wenda bikin.

Ji asta faktorî, derbasbûna rolekî aktorî ya Kurdan li Roıjhilata naverast, bi stratejîyek netewî û hevpar ve girêdayîye.

Seranserê Rojhilata Naverast di nav şerê mezhebî, olî û etnîkî de, rûbirûyî metodên terorê bûye. Kurd jî di nava vî agirî de faktorek mezin a pirsgirêkên sedsale ne.

Gelo wê Kurd ji vê hebûna faktorî, bikaribin derkevin astek aktorî û pirsgirêkên xwe çareser bikin?

Pirsgirêk a Kurd û Kurdistanê, êdî pirsgirêkek navdewletî ye. Di Rojhilata Naverast de bê çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê, ti pirsgirêk çareser nabin.

NATO û NY, du sazîyên navdewletî û dijberî doza Kurd in!

Kurd, bê dewlet û bê parastinin. Her hewldanên miletê Kurd, ji terefê NATO û NY ve wek „hewdanên terorî“ tên naskirin. Ev jî her kirinên dewletên ku Kurdistan dagirkirine meşrû dike. Van herdû sazîyên navdewletî piştgirin ji dagirkerên Kurdistanê re.

Di sala 2019an de ev, hîn zelaltir derket ber me. Bi êrîş û armancên dagirkerîya dewleta tirk re, derket ber me ku cîhê çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê di asta sazîyên navnetewî û navdewletî, wek NATO û NY de têt çareserkirin. Kurdan îro doza xwe gîhandîye ber derîyê van herdû sazîyên navdewletî. Mixabin pirsgirêkên li pêşîya doza Kurd û Kurdistanê pirin û hîn ev pirsgirêk di astek netewî û kar û xebatên dîplomatîk-sîyasî de nehatine çareserkirin.

Li her perçê Kurdistan, tevgera sîyasî, di asta perçê xwe de, divê hevparîyek stratejîk a netewî avabike, ku bikaribe yekpare, bi perçên din re têkeve têkilî û hemahengîyê. Divê tevgera her perçê Kurdistanê, ne di astek dijminane, di astek netewî de bi perçên din re têkildar û piştgir be. Di vir de Başûrê Kurdistanê mînakek giranbûha û pir girîng e. Piştgirîya ku dide Başûrê Rojavayê Kurdistanê, hestên netewî, hemahengîya netewa me derdixe pileyek bilind. Divê ev ji tevgera her beşê Kurdistanê re mînak be.

Li ser axa Sûrîye, du aktorên mezin, Emerîka û Rusîya hene. Ev herdû aktor, hin bi hev re û hin li henber hev kar dikin. Tekilîyên van herdû aktoran bi devletên aktorên herêmî, wek Tirkîye û Îran re hene. Stratejîyên van herdû aktorên cîhanî û têkilîyên wan yên bi aktorên herêmî re, çareserîya pirsgirêka Kurdistanê taloq dike û dereng dixîne.

Têkilî li ser berjewendîyan dimeşe. Çareserîya pirsgirêkan jî wê li ser vî esasî be. Kurd li herêmê faktor in û li gor berjewendîyan xwedî têkilî ne. A girîng ew e ku Kurd bikaribin ji asta faktorî derbasî têkilîyên aktorî bibin.

Ji bona vê çi lazim in?

Eger Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê, rewşenbîr, pispor, siyasetmedar û aqilmendên Kurd, zorîyê nedin rêxistinên xwe, ku xwe ji asta faktorî derxin; bingehek netewî avanekin û xwedî li axa xwe dernekevin û nebin aktorek li ser axa xwe, nikarin vî rolî bilîzin!

Divê Kurd pîlanên Rusîya û Emerîka bişopînin û armancên van herdû aktorên cîhanî rast bixwînin. Divê Kurd pîlanên dagirkeran li ser asta amadekirina „mekezagona Sûrîye“, di warê bicîhkirina penaberên Sûrîye û hewlên dewleta tirk yên guhertina demografîya Başûrê Rojavayê Kurdistanê, rast bixwînin. Ku di asta destkeftinên Kurd û Kurdistanê de têknerin. Ev tehlûke derketîye holê û li ber me ye. Di qada dîplomasî û sîyasetê de Kurd divê hêz û derfetên xwe bikin yek û hêza xwe ya sîyasî û dîplomasîyê xurt bikin. Xebatên jihev dûr û perçe perçe, partîzanî, helwestê zeîf dike û hêvîya bidestxistinan dişkîne.

Li Cenewre, di civînên „çareserkirina pirsgirêkên Sûrîye“ de; di nav van gur, keftar û wawîkan de 2 nûnerên Kurd, pişt şikestî û stûxwar wê bikaribin çi bikin?

Heta niha Kurdan lihevhatinên leşkerî, alîkarîyên leşkerî, daxwazên piştgirîyên leşkerî dane ber xwe! Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê Kurd, di asta çareserkirina pirsgirêkên sîyasî de, nebûne xwedî daxwaz. Têkilî li ser asta askerî meşîyane û ne dîyare bê Kurd ji hêla sîyasî de, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê çi dixwazin! Stratejîyek berbiçav ji bona netewa me, li vî beşê Kurdistan tineye. Ev jî rewşa erênîya destkevtinên kurdan dixe bin bandorek xerab, pêşeroja miletê Kurd tarî dike!

Şer û şervanî tenê pergalek ji têkoşînê ye. Kurd vê pergalê bi fêrisî bikar tînin û di dîroka doza xwe de her bikar anîne jî. Lê ev bê stratejîyek netewî û Kurdistanî, tenê kurdan dike şervanên parastina berjewendîyên aktoran li herêmê, dijminan xurt dike û kurdan tenê wek faktor dihêle û bi pêş de nabe. Ev rewş jî, pêşîya kurdan digire, ku bibin aktorek li herêmê û pirsgirêkên xwe bikaribin çareser bikin.

Em di bin ewrên reşîtarî û şirqînên birûskan de ne. Di sala 2019an de carek din derket ber me ku; çawanîya parastina mal, milk, can û axa bavûkalan ne hêsan e. Divê em siyaseta cîhanê, danûstendin û berjewendîyên dewletan, aktorên cîhanî û pîlan-Projeyên wan baş bixwînin; binirxînin, ku bikaribin derîyek xêrê ji mileta xwe re bibînin. Tenê bi şer ev derî venabe! Dijminên me xurtin û çav berdane axa me. Di nav sazîyên navdewletî de xwedî cîh û hêzin. Dixwazin me li cîhanê bêwelat, bêdewlet, bê cîh û war bihêlin!

Çima Emerîka rê da ku dewleta tirk axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê dagir bike û rê da ku demografîya vî beşa Kurdistanê bêt guhertin?

Çima Emerîka û Hêzên Hevpeymanan hişt ku PYD/YPG/HSD teslîmî Sûrîye bibin û Sûrîye bi rehetî were li ser herêma defakto bicîh bibe?

Ev bicarekê de wendakirine, an divê Kurd, xwe biserhevde bînin û raya xwe, hêzên xwe bikin yek; ku bikaribin di nexşerêya Sûrîye de cîhek serbilind û xwedî statu ji xwe re bidestbixîn.

Berî ku Kurd Emerîka rexne bikin, divê li xwe vegerin û sîyaseta xwe, hewlên xwe deynin ber neşterê û şîrove bikin! Ku em ne parêzgerê doza Kurdistanê bin, kesek ji bona me berjewendîyên xwe naxe tehlûkê. Têkbirina me jî û rizgarîya me jî, di têkilîyên li ser esasên berjewendîyan tên sazkirin. A girîng ew e, ku em vê tercîha xwe, li gor berjewendîyên Kurd û Kurdistanê, bikaribin bihonin.

Rêveberîya Başûrê Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran keç û xortên kurdan, ji bona şerê wekaletê kirin cangorî. Ji bona bajarên ereban bi hezaran keç û xortên me bûn cangorî. Îro Kurd ji axa xwe mahacir bûn. Xeteyên ku li Başûrê Rojavayê Kurdistanê pêkhatin, bûn sebeb ku keç û xortên kurdan di şerê wekaletê de keda wan, xwîna wan bi erzanî bêt firotin, bêt xerckirin.

Bûn sebeb ku Kurd ji xaka xwe koçber bibin, demografîya vê beşa Kurdistanê bêt guhertin û mafê miletê Kurd li vê beşa Kurdistanê ber bi warekî nedîyar de biçe!

16.12.2019

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin