Li Îranê xwendekarek hat bidarvekirin

Li Îranê xwendekarek hat bidarvekirin

.

A+A-

  Li Îranê cezayê bidarvekirinê yê Mehdî Xanakî hat bicihanîn.

Mehdî Xanakî di nav xwenîşandanên ku destpêkê ji ber sedemên aborî dest pê kiribû û pişt re veguherîbûn dijî rejîmê de cih girtibû û hatibû girtin.

Ew bi "endamtiya rêxistinê" û "karkirina ji bo berjewendiyên Îsraîl û Amerîkayê" dihat tohmetbarkirin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê daxuyaniyeke nivîskî ya dadweriyê belav kir.

Tohmetên li ser Mehdî Xanakî

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku Mehdî Xanakî ji sala 2023yan ve endamê rêxistineke çekdar a dijî rejîmê ye û li ser navê wê rêxistinê kar kiriye.

Hat diyarkirin ku Mehdî Xanakî di saetên serê sibehê de li Girtîgeha Navendî ya Kerecê hatiye bidarvekirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku Mehdî Xanakî bi "bicihanîna çalakiyên operasyonel ên ji bo berjewendiyên Îsraîl û Amerîkayê", "amadekirina teqemeniyan" û "hilgirtina çekên bêruxset" jî hatiye tohmetbarkirin.

Bertek zêde dibin

Mehdî Xanakî 26 salî bû û xwendekarê beşa hiqûqê bû.

Li ser medyaya civakî bertekên li dijî bidarvekirina wî zêde dibin.

Li gorî daxuyaniyê Mehdî Xanakî bi tohmeta endamtî û alîgiriya Rêxistina Mucahidên Xelkê hatiye bidarvekirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin