Amerîkayê êrişî behtirî 20 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir

Amerîkayê êrişî behtirî 20 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir

.

A+A-

 11 şev in Amerîka li pey hev êrişî herêmên stratejîk û leşkerî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dike û vê sibehê herî kêm li 20 bajaran dengê teqînên bihêz hat bihîstin.

Li gorî medyaya fermî ya Îranê, gelek caran pergala parastina asmanî ya li Tehranê hatiye çalakkirin û li hemberî çend "heyberên nenas ên êrişkar" rawestiyaye.

Medyaya Îranê piştrast kir ku li bajarê Qudis, Efseriye, kolana Pîrûzî û herêmên 15 û 4 ên Tehranê pergala parastina asmanî hatiye çalakkirin. Li Mûşîriyeyê jî herî kêm dengê şeş teqînan hatiye bihîstin.

Êrişên li başûrê Îranê

Alîkarê Parêzgarê Xuzistanê Welîulah Heyatî piştrast kir ku bi mûşekan êrişî bajarê Behbehanê û çend herêmên Umîdiyeyê hatiye kirin.

Li Mahşehra Xuzistanê jî dengê çend teqînên bihêz hatiye bihîstin.

Medyaya fermî piştrast kir ku ev teqîn ji ber êrişên bi mûşekan ên Amerîkayê ne lê heta niha li ser qebareya zereran ti agahî nehatine belavkirin.

Nêzîkî saet 04:00ê sibehê, Encumena Parêzgeha Hurmizganê di daxuyaniyekê de êrişa ducare ya Amerîkayê ya li ser Sîrîkê piştrast kir.

Bender Ebas navenda parêzgeha Hurmizganê ye û yek ji wan bajaran e ku herî zêde êrişî hatiye kirin.

Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku li Bender Ebasê di 24 saetên dawî de herî kêm dengê heşt teqînên bihêz hatiye bihîstin.

Gelek herêmên parêzgeha Bûşehrê ya li başûrê Îranê jî hatine bombebarankirin.

Qeymeqamê Bûşehrê Mihemed Muzeferî ragihand ku dengê du teqînên bihêz hatiye bihîstin û lêkolînên ji bo diyarkirina çavkaniya wan didomin.

Alîkarê Parêzgarê Sîstan û Belûçistanê Elîreza Şehrekî piştrast kir ku êrişî Çabehar û Konarekê hatiye kirin lê wî li ser hejmara birîndar an jî kuştiyan ti agahî nedan.

Teqînên li Tewrêz û Hemedanê

Careke din çend herêmên Tewrêzê hatin bombebarankirin û dengê teqînên bihêz hat bihîstin.

Birêvebiriya Kontrola Krîzan a Tewrêzê ragihand ku êrişî herêmeke leşkerî ya li derdora navenda Tewrêzê hatiye kirin û sedema dengan êrişên bi mûşekan in.

Her wiha Alîkarê Parêzgarê Hemedanê Hesen Rezanya ragihand ku vê sibehê çend herêmên bajarê Kebûderahengê hatine bombebarankirin.

Li gorî agahiyan, Amerîkayê êrişî depoya cebilxaneyê û baregeha leşkerî ya asmanî ya Nojeyê kiriye ku berê jî gelek caran hatibû bombebarankirin.

Pirişka agirê êrişan gihîşt parêzgeha Zencanê jî û li bajarên Xuremdere û Ebherê dengê teqînên bihêz hat bihîstin.

Medyaya fermî ya Îranê piştrast kir ku êrişa bi mûşekan li ser çend xalan hatiye kirin lê heta niha aliyên fermî bi awayekî fermî ti agahî belav nekirine.

Êrişên li ser Rojhilatê Kurdistanê

Li bajarê Kengawerê yê parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê dengê çend teqînên bihêz hat bihîstin.

Medyaya Îranê piştrast kir ku êrişî bajarê Çewarê yê parêzgeha Îlamê jî hatiye kirin.

Qeymeqamê Awdananê Behzad Nûrmuhamedî ragihand ku êrişa bi mûşekan a Amerîkayê li ser zincîreçiyayê Dînarkoyê bûye.

Behzad Nûrmuhamedî her wiha eşkere kir ku di êrişê de ti zerera canî çênebûye.

Li gorî gotina Qeymeqamê Awdananê, di êrişa li ser bajarê Çewarê de agir bi pûş û pelaşan ketiye û pişt re ji aliyê tîmên parastina sivîl ve hatiye kontrolkirin.

Medyaya Îranê piştrast kir ku di berdewamiya êrişên Amerîkayê de, çend xal li bajarê Baneyê yê parêzgeha Sineyê jî hatine armancgirtin.

Her wiha li Kengawerê dengê teqînan ew qasî bihêz bûye ku li bajarên derdorê jî hatiye bihîstin.

Medyaya fermî ya Îranê piştrast kir ku Amerîkayê bi mûşekan êrişî bajar kiriye lê li ser qebareya zereran ti agahî nehatine dayîn.

Hinek niştecihên navenda parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê jî li ser torên civakî piştrast kir ku li bajêr dengê çend teqînên bihêz hatiye bihîstin û pergala parastina asmanî hatiye çalakkirin.

11 şev in ku Amerîka dest bi bombebarankirina Îranê kiriye û di 48 saetên dawî de êriş ji başûr û navendê ber bi navçeyên din ên welêt ve berfireh bûne.

Li hemberî vê yekê, hêzên çekdar ên Îranê jî êrişên xwe yên li ser baregehên Amerîkayê yên li herêmê didomînin.

Îran gelek caran êrişî Başûrê Kurdistanê jî dike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin