Hespê xwe zîn bike, rêya me dûr e!

Hespê xwe zîn bike, rêya me dûr e!

.

A+A-

Rojda Yaşîk

Xwînerê Hêja;

Hêvî dikim te jî wek edîtorê min dilê xwe ji min nekiriye. Belê, min nikaribû sozê xwe bigirim û navbera du hefteyan de vegerim nivîse. Lê sedemên min hene. Nivê meha tîrmehê ya pêşî mîna xewneke qerebalix derbas bû; dirêj, tevlîhev, germ û şêlû bû. Xeyaletên dostên berê dihatin li ber serê min. Min devê xwe vedikir ku pirsa wefa, dostanî û hezkirinê bikim lê deng ji gewriya min dernediket. Tê bibêjî wek çarşefeke gewr a giran li ser min hatibû raxistin û min di binê de xewnen qerebalix didîtin. Paşê nizanim ji kû derê, dengek hate ber guhê min; tu kû derê bî, li wir dest pê bike!

Ez di bin deryaya fireh ya Sargassoyê de me. Ji vî cihê kûr î keskeşîn re dengê xwe digihînim te; hespê xwe zîn bike, rêya me dûr e!

Ez dê vê beşa rêzenivîsên xwe de çend nimûneyên wêjeya postkolonyal binirxînim. Berhema yekem a vê beşê “Wide Sargasso Sea”ya Jean Rhysê ye.

Beriyê çend gotin derheqa nivîskara vê berhemê, Jean Rhysê de; ew sala 1890an ji giraveke giravên Karayîbê li Domînîkê hate dinyayê. Koka malbata wê ji Ewropayê bû, lê ew ji gelek nifşan pê ve êdî  niştecihên Karayîbê bûne. Jean Rhys ji malbateke çêrmspî ye lê belê ew niştecihên Karayîbê ne. Ev yek dike ku Ewropî wan piçûk bibînin û hilnedin nava xwe. Lê di heman demê de ew ne reşik in, lewre ji aliyê civaka niştecihên Karayîbê ve jî nayên qebulkirin.

Jean Rhys di romanên xwe de encamên kolonyalîzmê bi awayekî wisa vedibêje ku bi tenê jinek, an jî kesayeteke pozbilindî û korbûna mêraniyê ji ser xwe avêtiye dikare van çavdêriyan bike û bi vî awayê nerm lê tûj vebêje.

Jean Rhys di “Wide Sargasso Sea”yê de berê xwe dide romaneke klasîk, “Jane Eyre”ya Charlotte Bronteyê ku ev pirtûk di 1847an de çap bûye. Yên Jane Eyre xwendiye, dê bînin bîra xwe ku Bertha Mason, yanê jina dîn a li banê xênî dijî, di dawiya romanê de dişewite û dimire. Bertha Mason, bê zar û ziman e. Ew nikare ji bona xwe biaxive, sedemên dînbûna xwe rave bike. Xwîner ji wê ditirse û dûr disekine.

Jean Rhys hildide deng û dîkê dide Bertha Masonê. Yan jî ruhê Bertha Masonê li Jamaîkayê wekî Antoinette Coswayê careke din tê rûyê dinyayê.

Beşa Yekem: Madun dikare bipeyive?

Çîrok li Jamaîkayê, dawiya salên 1830î pê ve derbas dibe. Koletî êdî hatiye hilweşandin. Malbata Antoinette xwediyê plantasyonan ên çêrmspî ne, lê êdî ew xizan ketine. Dema efendiyên berê dikevin li biniya rê, helbet, li hemberî wan hêrs û kîna koleyên berê jî mezintir dibe.

Antoinette digel dêya xwe Annette û birayê xwe yî nexweş Pierre li malîxaneya wêran ya bi navê Coulibri dijî. Malîxaneya wan heye lê ew xizan in. Mirovên niştecih, yanê reşik ji wan hez nakin. Antoinette xwe her tim tik û tenê hest dike. Yekane hevala wê keçeke reşik a bi navê Tîa ye. Lê ew jî dema hêrs dibe ji Antoinette re dibêje “zenciya çêrmspî!”

Jean Rhys xwezaya giravê bi awayekî wisa xweşik rave dike ku xwîner xwe li bihûştê lê nearam hest dike. Cînar bi çavên dijminane ji malbatê dinêrin. Annette, xanima malê vê yekê dibîne, gazinan dike lê mêrê wê guhê xwe nade wê.

Antoinette serê her gavê dibîne ku ew dê ti carî nebe perçeyekî civaka kolonyalîstan/çêrmspîyan lê dijmintiya reşikan jî wê rihet nahêle. Lê helbet, malxweyê malê guhê xwe nade wê.

Xizmetkarên malîxanê henekên xwe bi wan dikin lê belê ti tişt ji destê kebaniyê yan jî keça wê Antoinette nayê ji ber ku bi tenê gotina mêr/malxwe dikare tiştan biguherîne.

Belê koletî hilweşiyaye lê wekheviya xeyalkirî ti carî nehatiye nava civakê. Kolonyalîzmê bi tenê çînên civakî û aborî çênekirine, di heman demê de rih û kesayeta mirovan jî dabeş kiriye. Koleyên berê, bûne efendiyên zilimkar li hemberî miletê xwe. Neviyên xwedîkoleyên berê yên çêrmspî hewl didin ku efendîtiya xwe bidomînin lê nikarin. Di nava vê rewşa aloz de Antoinette xwe aidî ti tiştî hest nake.

Lewre pirseke sereke ya wêjeya postkolonyal ji devê Antoinette derdikeve: “Ez kî me?”

Di dawiya beşa yekem a romanê de şevekê agir bi malîxaneya Coulibri dikeve. Cînarên wan ên reşik di destê wan de kevir û agir xwe didin li ber deriyê wan. Malbat ji xênî derdikeve û xwe rizgar dike lê belê lawikê nexweş, piştî demeke kurt dimire.

Dema malîxane dişewite û malbat ji hevdu belav dibe, xwîner dibîne ku kebaniya malê Anneteyê, Antoinette, xizmetkarên malê, cînaran û heya kevir û kûçeyên jî dizanîbû, hest dikir dê çi bibe lê belê Mr. Mason bi pozbilindî tevdigere û guhê xwe nade ti kesî.

Beşa Duyem, Nasnameya Melez

Di beşa duyem de Antoinette êdî keçeke xama ye. Zirbavê wê Mr. Mason miriye, hemû mal û milkê wî ji Antoinette re maye. Lê belê, malbat nahêle ku ew wek jin, serweriyê bike, lewre ji Brîtanyayê Mr. Rochester tînin da ku ev her du bizewicin.

Mr. Rochester di destpêkê de cîwan û dilpak xuya dike. Tewr belkî ew dixwaze ji Antoinette hez bike. Lê belê, pozbilindiya wî ya mêtinkariyê nahêle ku wê nas bike. Ew her hewl dide ku Antoinetteyê li gorî kategoriyên serê xwe de bi nav bike da ku bi vî awayî karibe hebûna wê hilde bin kontrola xwe. Lê ev yek ticarî pêk nayê.

Tê bibêjî Edward Said li Rochester nihêriye û têgiha oryantiyalîzmê afirandiye. Rochester wek temsîliyeta hişê mêtinkar, here kû derê ji bona xwe “yên din” dibîne. Li gorî Rochester Karayîb “pir germ”, “pir kûvî”, “pir tevlihev” e. Yanê ji bona wî her tişt pir e. Ew li hemberî vê pirbûnê ziravqetî dibe.

Di destpêka beşa duyem de Rochester vê rewşê wiha rave dike; “Her tişt pir zêde bû… Pir zêde şîn, pir zêde xemrîn…Û ew jinik jî biyaniyek bû.”

Hinekî bi şûn de dîsa ew dibêje; “Ji bona wê piçikek dilovanî nedikete dilê min, ew ji bona min biyaniyek bû, bîyaniyeke wekî min nafikire û hest nake.”

Rochester wekî temsîlkarê hêza kolonyalîst, tevahiya Karayîbê di şexsê Antoinette de wekî tiştekî dermantiq pênase dike. Dema Antoinette behsa xwe nake, dilê xwe ji wî re venake, wê demê Rochester wê wekî tiştekî girtî, nepenî dibîne û ji wê ditirse. Lê dema ew dilê xwe ji wî re vedike, veca ew derûniya wê piçûk dibîne, henekên xwe bi wê dike.

Antoinette bê mal û bê civak e. Ew dixwaze ku Rochester ji wê re yareniyê bike, wê fehm bike lê belê Rochester ti carî dev ji nêrîna mêrane ya kolonyalîst bernade.

Ber bi dawiya romanê ve em dibînin ku Antoinette nasnameya xwe ya melez, di navbera cîhana spiyên Ewropayî û reşikên Karayîbê de winda dike. Rochester, ji bo ku kontrola wê û milkê wê bixe destê xwe, hewl dide nasnameya wê ya resen jê bistîne. Ew navê wê yê rastî (Antoinette) diguherîne û jê re dibêje 'Bertha.' Ev guhertina nav, hewldana yekem a jêbirina hebûn û dengê wê ye.

Her ku diçe Rochester di bin bandora nameyên cîranan û gotegotên derbarê 'dînîtiya malbatî' ya Antoinette de dimîne. Rochester li şûna ku hewl bide wê fêm bike, wê bi temamî wekî 'jineke dîn' pênase dike û zilmê lê dike. Antoinetteya ku nikare xwe aidî ti cihî bike û ji aliyê mêrê xwe ve tê tepisandin, hişê xwe winda dike. Nivîskar Jean Rhys, bi vî awayî gav bi gav ji me re vedibêje gelo çima dînbûna Antoinette ne nexweşiyeke genetîk e, lê encama zordariya kolonyalîzm û sîstema baviksalariyê ye.

Beşa dawî: Di bin banê mala mêtinkar de jinek digirî

Di destpêka romanê de Antoinette jineke şên, jixwebawer, xwedî bengînî ye. Ew bi dilê xwe dipeyive. Li ser pişta hespê xwe digere. Di wê deryaya bêbinî de avjeniyê dike. Belê, ew xwe li aidî ti cihî û civakê hest nake, lê ew xwedî û efendiya xwe ye. Kes nikare endazeyê bide hebûna wê. Dema Rochester wekî lawikekî spîçolkî yî jarik ji keştiyê peya dibe û tê Jamaîkayê, Antoinette mala xwe, laşê xwe, azadiya xwe bi wî re parve dike. Ew dixwaze wî wekî wekhevê xwe qebûl bike da ku ew bi hevdu re hevseriyê bikin.

Lê ya ku Antoinette nabîne yan jî naxwaze bibîne ev yek e;

Mêtinkar ticarî dev ji desthilatdariya xwe bernade û xwe wekî wekhevê yê mêtinkirî nabîne.

Her weha; mêrê çanda baviksalar heya ku neçar nemîne, naxwaze xwe û jinekê wekî wekhevên hevdu qebûl bike. Çanda baviksalariyê, jixwebawerî û pêşqebûleke gelekî mezin daye mêr, lewra mêr dixwaze bê hezkirin lê di eslê xwe de nikare hez bike.

Belê, Rochester dibe heyranê Antoinette ye.

Wê wekî tişteke biyanî, kûvî, nepenî dibîne.

Lê nikare ji wê hez bike.

Antoinette di beşa dawî de êdî mêvana welatê Rochester e. Li Îngilîstanê, di banê malîxaneya Rochestera bi navê Thornfield Hall de dijî. Rochester, mazûbaniya mêtinkariyê û baviksalariyê çi be, wê dike. Nasnameya wê ji wê didize û hewl dide ku wê tev de kontrol bike. Antoinette tev de dibe Bertha, yanê ew jinika dîn a di banê xênî de dijî. Di vê navberê de bibînin ji bîra xwe ku di romana Charlotte Bronteyê Jane Eyreyê de, Rochester Janê tîne li malîxaneya xwe, Thornfield Hallê. Rochester, temsîla mêrê ji rêzê dike, ew ji jina aqil û zane ditirse, nikare bi wê re pêwendiyê bike. Di pêwendiyeke navbera wekhevan de serdest û bindest tune, jin û mêr hevserên hevdu ne û di pêwendiya wan de cihê nîqaşê, diyalog û hevdu fehmkirinê heye. Lê, mêrê ji rêze yî bi çanda bavsalar mezin bûye, ji vê yekê ditirse ji ber ku keseke aqil, zane û wekhev dê desthilatiya wî hilweşîne. Lewma ew ji bona xwe li jineke nezan û cahil digere. Jane Eyre, ev jina qaşo cahil e. Ji wê re tê gotin ku di banê xênî de jineke dîn dijî lê çîroka rastî ji wê tê veşartin. Dema dewata Jane û Rochester tê kirin, Bertha êgir berdide malîxaneyê û rastiya veşartî derdikeve holê; Rochester jina xwe Bertha dîn kiriye, ew avêtiya banê malîxaneyê û niha bi jineke din re dizewice. Charlotte Bronte, êgir dide destê Berthayê lê belê heyfa wê ji Rochester nastîne. Di dawiya romanê de Rochester kor dibe, malîxane dişewite, Bertha dimire, lê Janê dîsa jî bi Rochester re dizewice.

Jean Rhys heman agirî dide destê Antoinette û her tiştî bi xwe re dişewitîne. Ev kirina wê ya dawî dibe bersiveke dawî li hemberî mêtinkarî, baviksalarî, newekhevî û dinyayeke sikûsar!

Charlotte Bronte bi Jane Eyreyê çîrokeke gotîk a klasîk vedibêje. Jean Rhys silavekê dide wê, lê heman çîrokê bi paşxaneyeke polîtîk ji nû ve dinivîse. Ew heman çîrokê ji Brîtanyayê hildide û dibe li Jamaîkayê. Ji xwîner re yek bi yek vedibêje gelo kîjan pêvajoyên civakî kesayeta mirovên mêtinkirî çawa bandor dike. Çawa dibe ku çanda baviksalar û mêtinkar wekî du birayên nebixêr bi hev re tevdigerin, alîkariya hevdu dikin. Di navbera mirovê serdest û bindest de evîn çima ne pêkan e?

Bi vî awayî şewata destpêka Jane Eyrê, dibe dawiya Wide Sargasso Seayê.

Çima divê xwînerê Kurd vê pirtûkê bixwîne?

Ji ber ku Kurdistan ne giraveke dûr e, lê parçeyekî pergala mêtinkar a cîhanê ye. Ji ber ku mêtinkarên Kurdistanê jî navên rûbaran, çiyayan, mirov û ajalên welêt dizî û nasnameyeke nû dane destên me. Ji ber ku her hefte rêzefîlmeke tirkan a nû çîroka evîniya keçeke Kurd ji bona leşkerekî tirk vedibêje. Ji ber ku çîna qaşo-xwendî ya Kurdan, ku ev çîn hema bibêje sedî nod ji mêran pêk tê, di akademiyên mêtinkaran de pesna nasnameyên xwe yên melez didin, bi mazûbaniya miletê xwe yî bindest şanaz dibin. Gelek caran xeyalê wan î mezintirîn evîniya jineke tirk e. Ew dixwazin xîreta xwe ya xesandî di paşila efendiyeke mê de pak bikin lê gelek caran di çil saliya xwe de bi dilekî posîde vedigerin ber konê mala bavê xwe. Ma romana vê dê kî binivîse?

Ma min negotibû? Hespê xwe zîn bike, rêya me dûr e!

Çavkanî: Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin