Pankarta ‘128 mîlyar dolar li ku ne?’ bi Meclîsê ve hat daliqandin

Pankarta ‘128 mîlyar dolar li ku ne?’ bi Meclîsê ve hat daliqandin

.

A+A-

Parlementerê CHP’ê Mahmût Tanal, pankarta ‘128 mîlyar dolar li ku ne?’ bi paceya odeya xwe ya li Meclîsê ve daliqand. 
 
Piştî ku pankartên “128 mîlyar dolar li ku ne?” bi hêceta “Heqaret li Serokkomar hatiye kirin” hatin komkirin, Parlementerê CHP’ê Mahmût Tanal pankarta ‘128 mîlyar dolar li ku ne?’ bi paceya odeya xwe ya li Meclîsê ve daliqand. Tanal, derbarê çalakiya xwe de wiha axivî: “Çi li vî 128 mîlyar dolarî kirin? Ji bo ciwanan xerc kirin? Ji bo bêkariyê biqedînin xerc kirin? Ez endamekî parlementoyê me. Mafê min ê ku pirsa vî pereyî bikim heye.” Polîsên ku hatin odeya Tanalê çalakiya xwe didomîne, xwestin pankartê rakin. Tanal, ji polîsan re got ku “Ez ê weke parlementerekê dê mudaxaleyî rakirina bi darê zorê ya pankartê bikim.” Pişt re ji bo ku pankart bê daxistin wesayîta agirkujiyê anîn pêş Meclîsê. Dûre Tanal bi xwe pankart rakir. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin