Li Efrînê di 2 hefteyan de 11 kes hatin girtin

Li Efrînê di 2 hefteyan de 11 kes hatin girtin

.

A+A-

 Li Efrînê di dema 2 hefteyan de 11 kes ji aliyê grûpên çekdar ve hatine girtin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku ji destpêka vê meha Nîsanê ve, li herêma Efrînê, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê, 11 welatiyên sivîl girtine û navên wan belge kirine û ragihandine.

Li gorî zanyariyên heman navendê, ji 18yê Adara 2018an ve heta niha 7 hezar û 433 kes ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, hatine girtin.

Ji wê hejmarê hezar û 98 kes rastî îşkenceyê hatine û ji wan jî 137 kes hatine kuştin û nêzîkî 5 hezar û 100 kes jî hatine berdan.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfih a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18î Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran, bi sed hezaran xelkê Kurd mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin