PAKê Li 7 Bajaran Roja Ala Kurdistanê Pîroz Kir

PAKê Li 7 Bajaran Roja Ala Kurdistanê Pîroz Kir

PAKê roja 17.12.2016an li 5 bajarê bakurê Kurdistanê û li du bajarê Tirkîyê ; li Amedê, Wanê, Êlihê(Batman), Mêrdîn, Mûşê, Stenbolê û Îzmîrê bi panel û semîneran Roja Ala Kurdistanê pîroz kir.

A+A-

amed1-002.jpgamed13-002.jpg

Amed

Li  Amedê pîrozbahî bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpê bû.Bi beşdarîya Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk di destpêkê de civîna çapemenîyê hate lidarxistin.Gelek dezgehên ragehandinê û telewîzyon beşdarî civîna çapemenîyê bûn. Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nûrî Sınır û  rêveber, endam û dost û alîgirên PAKê yên Amedê beşdarî civînê bûn.

Herweha gelek sîyasetmedar,rewşenbîr û hunermendên Kurd û Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek li gel heyeteke PSKê beşdarî pîrozbahîya Roja Ala Kurdistanê bûn.

Mustafa Ozçelîk di derbarê girîngîya Roja Ala Kurdistanê û rewşa giştî ya Kurdistanê de bîr û rayên PAKê anî zimanî. Mustafa Ozçelîk spasîya xwe ji bo nûneRên telewîzyonan û beşdarên civînê pêşkêş kir û got ‘’Em îro ala Kurdistanê bi şîara ‘bijî serxwebûna başûrê Kurdistanê’ hil didin. Li bakurê Kurdistanê jî em dibêjin ‘Ji şer re na, ji çareserîya sîyasî re erê’. Em dibêjin ‘Bijî hevkarî, yekgirtin û tifaqa Kurd û Kurdistanîyan’. Em bangî dewletên cîhanê dikin.Hawara miletê  Kurd zêdetir bibihîzin, piştgirîya doza azadîya Kurdistanê, piştgirîya serxwebûna başûrê Kurdistanê  bikin’’.

Mustafa Ozçelîk di berdewamîya axatina xwe de li ser rewşa her çar parçeyên Kurdistanê , li ser rewşa Tirkîyê û gengeşîyên guhertinên desturê û Sîstema Serokatîyê de bîr û rayên xwe anî zimanî.

Paşê beşdarên civînê jî, di derbarê  Roja Ala Kurdistanê, tifaqa netewî û rojeva heyî  de nêrîn û pêşniyarîyên xwe anîn zimanî.

 

Wan, Mêrdîn, Mûş, Batman, Îzmîr, Stenbol

Li Wan, Mêrdîn, Mûş, Batman, Îzmîr û Stenbolê bi beşdarîya gelek rêveber, endam û dost û alîgirên PAKê  civîna pîrozbahîya Roja Ala Kurdistanê hate lidarxistin.

Pîrozbahî  bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpêbûn. Li her Teşkîlatên PAKê Serokê Teşkîlatê, bixêrhatina beşdaran kir û girîngîya vê rojê anî zimanî. Paşê  di derbarê dîroka Ala Kurdistanê de agahdarî hat dayin.

Rêveberên PAKê û beşdarên civînê  li ser rojeva Kurdistanê bîr û rayên  xwe anîn  zimanî. Li Wan û Batmanê di derbarê Roja Ala Kurdistanê û dîroka Kurdistanê de slaytek hate nîşandan.

Li Mêrdîn  nûnerên PDKS, ENKS, PYDK, Şepala Pêşeroj û PDKTyê; li Îzmîrê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmûr, nûnerên HAKPAR, PSK, ENKSê; li Wanê nûnerên PSKê beşdarî civîna pîrozbahîya Roja Ala Kurdistanê bûn. Li Mêrdîn nvîskarê ji Rojavayê Kurdistanê Deham li ser girîngîya ala netewî axaft. Li Batmanê Helbestkar Xalil Sasonî helbest xwend, Mamoste Keko Osman di derbarê alê de axaftinek kir.

Li Stenbolê di moderatorîya Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun û bi beşdarîya Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gul û Îrfan Bûrûlday,Îlyas Bûzgan panele bi navê ‘’Nirxên Netewî û Al’’ hate lidarxistin.

Gelek dezgehên ragehandinê wekî Rûdaw TV, K24 TV, NRT TV, WAAR TV jî  beşdarî civînên Roja Ala Kurdistanê  bûn.

Beşdarên civînên pîrozbahîya Roja Ala  Kurdistanê spasîyên xwe ji bo PAKê anîn zimanî.  Van civînan di navbera dor û ber û şexsîyetên Kurdistanî de dilovanî û germahîya  netewî pêşde bir, hêvîyên li ser pêşerojê xurtir kirin.

mus5-001.jpgvan5-001.jpgbatman4-002.jpgstenbol1.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum