Kurd li Ewrûpayê ala rengîn bilind kirin!

Kurd li Ewrûpayê ala rengîn bilind kirin!

Kurdli li Ewrûpayê; li Stockholmê, li Osloyê, li Kopenhhangê li Hollandayê li Berlinê, li Hambûrgê, li Kolnê, li Scheinfurtê roja ala Kurdistanê pîroz kirin.

A+A-

Stockholm: Kurdên li Swêdê ala rengîn hildan jor

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) bi minasebeta roja ala Kurdistanê  di 17.12. 2016ê de li Stockholmê xwepêşandanêka girseyî li dar xist. Girseya ku li ber parlamentoya Swêdê bêşdarên xwepêşandinê bûn kurdên çar perçeyên Kurdistanê û rêxistinên çar perçeyê Kurdistanê bûn ew bi alayên Kurdistanê tereftarên Kurdistaneka serbixwe bûn ku êdî ew li başûrê Kurdistanê li derî dixe.

Manîfestasiyon bi ey raqîb dest pê kir, bi axaftinan  dewam kir, bi muzikê dawî bû.

Serokê FKKS Keya Îzol  di axaftina xwe de got, maratona serxwebûna Kurdistanê dest pê kiriye, ev al sembola wê ye; heta ev maraton dawî bibe û bigîhêje armanca xwe ew ê bi her hawî vê xebata xwe berdawam bikin; di hemû kar û çalakîyên xwe de dê babeta serxwebûna başûr mijarê wan yê sereke be!

Herweha parlamenterê partîya Lîberal a Swêdê Fredrîk Malm jî axaftineka ji dil kir li gor wî  serxwebûna Kurdistana başûr li ber derî ye û ew pêşwazîya vê yekê dike.
www.fkks.se

Stockholmstockolm1.jpg

 

Koln:  Kurd Bi yek dengî li ala xwe xwedî derketin.

Roja ala Kurdistanê bi çoşek mezin li Eber-Paltz Köln hat pirozkirin! HEVKARÎ-Hêzên Kurdistanî li Almanya, modeleka bicuk ya pekve zevat û yekitiya kurdên her çar perceyên Kurdistanê ye.

Hevkarî, bi çalekî û helwesta xwe vê yekê di meydan û qadên tekoşinê de dide ispatkirin... Hevkarî, iro li taxa Eber Platzê-Kolnê roja ala Kurdistanê wek cejnek, wek şahiyek piroz kir....

Keç, xort, zarok,kal û pirên ji her çar perçeyên Kurdistanê li taxa Eber Platzê bûn.

Di destên wan de ala rengi, bi stran û sirudên neteweyî roja ala Kurdistanê bi çoşek mezin piroz kirin. Bi yek dengî li ala xwe xwedî derketin. Çihê kêfxweşiyê bû ku beşdarên ji her çar perçeyên Kurdistê vê nerînê danin ziman:“ev ala ne tu ala kes û partiyek e…“Ev ala „Xoybûnê,ev ala ji Komara Muhabatê,ev ala ji Dewleta Federel ya Başurê Kurdistanê ji me re mirasek maye.

Ev dela ji nişan dide ku êdî em xwedî vînek netewî ne.“Mûzik, goven û axeftin roja ala Kurdistanê rengintir kir.Texsta hevbeş ya Hevkariyê bi kurdi Cemil Eren bi sorani Serhat Xefuri,bi almanî ji aliyê Tilife Hesen pul hat xwendin.

„Kurdistaniyên hêja û dilovan, Di vê roja dirokî de li ser navê HEVKARÎ-Hezen Kurdistanî li Almanya silavên xwe pêşkeşi we dikin, hun hemû bi xêr hatin. Xuşk û birayên delal, Di tarixa miletan de al u sirud du têgehên gring in. Iro jibo me rojeka serbilindiyê ye. Iro roja 17ê kanunê ye. “17ê meha kanunê roja ala Kurdistanê ye.”

Al sembola mileteki ye. Vê gave ala me li ser Parlementoya Dewleta Federel ya Başurê Kurdistanê da,di destê pêşmergên kahramanda, li hemberî DAÎŞÊ û hevalbendê wê bi awayek serbilindi tê bilindkirin. Kurdistaniyên hêja, Ala ku vê gavê di destê pêşmergên kahraman de ye ne ala tu partiyeki ye. Ev ala, ala me hemû Kurdistaniya ne..

Dirokek wê yi nêzi 100 sali heye. Canfidayî û tekoşina şervanên Kurdistanê ya ku li hemberî DAÎŞÊ û dewletên dagirker tê meşandin bala hemû dinyê dikşine. Mixabin li bajarê Amudê bi pravakasyonek ala Kurdistanê hat şewitandin..

 Ala Kurdistanê sembola netewa me ye. Me wê mirasê ji xoybûnê,me wê mirasê ji Komara Muhabatê, Qazi mihamedê nemir girtiye. Di vê roja piroz de em wan kesên ku ala me şewitandine şermezar dikin. Xêrnexwaz û neyarên Kurdistanê tarixa xwe nizanin. Dibe ku ew kesana tarixa ala Kurdistanê nizanibin. Careka din êmê diroka wê alê binin bira wan. „Ala Kurdistanê ya ku îro hatiye qebûlkirin, di 1919an de ji alî Teşkîlati Îctîmaîye Cemiyetîya Kurdan ve hatîye tesbîtkirin û di 1920’î de jî dîsa ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve bi biryarekê hatîye qebûlkirin. Di 1927 an ew ala ku di 1920 ê de hatibû qebûl kirin, ji alîyê Xoybûnê ve li çiyayê Agirîyê hate bilind kirin.

Ala Kurdistanê di 1932ê de li ser herdu bergên Hawarê, no: 11 (10 Çiriya Pashîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin. Hikûmeta Cumhurîyeta Kurdistanê Ala Kurdîstanê ya ku di 1919-an de ji alî Teşkîlatî Îçtîmaîye Cemîyetîyê ve hatibû tesbîtkirin qebûl kir, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Komara Mehabadê qebûl kirin.

Berîya ku Komara Kurdistanê birûxe, Qazî Muhemmed ala Kurdistanê ya Komara Mehabadê dide Mela Mistefa Barzanî û weha dibêje: "Vê Ala Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûnê nehêlin ev alaya hanê bikeve erdê." Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê jî ew ala ku di 1920ê de hatibû qebûl kirin, wek ala Kurdistanê qebûl kiriye.

Ev ala Kurdistanê, wek nirxeke neteweyî ev nêzî 100 salin ku wek ala Kurdistanê tê qebûl kirin. Ev roj roja ku bi hestên neteweyî lêxwedî derketin û hildana ala Kurdistanê ye. Divê ev ala jibo hemû Kurdistaniyên cîhanê wek ala Kurdistanê bê qebûl kirin.“ Kurdistaniyên hêja, Li her çar perceyên Kurdisatanê tekoşina Azadi û Serxwebûna Kurdistanê didome. Li başûr, rojava, bakur û rojhilatê Kurdistanê pêşmerge û şervanên me jibo mafê çarenûsa xwe, jibo mafe dewletek serbixwe bi kahramaniyek mezin li hemberî dewletên dagirker û hevalbendên wan şer dikin. Şer û tekoşina li hemberi DAIŞê bi fedekariyên mezin didome..Bi hezaran şêhidên me hene. Rizgarkirina Şengalê, Musilê û tevaya axa Kurdistanê jibo me serbilindiyeke mezine.

Pêşmergên kahraman bi bedel û şehidên xwe ala Kurdistanê ji destê xwe danexistin. Dersek mezin dan DAÎŞ û hevalbendên wan.Serfiraziya peşmergeyan serfiraziya me hemûyana.Em pêşmergeyên kahraman piroz dikin… Biji pêşmerge! Kurdistaniyên hêja. Li başurê Kurdistanê derfetek dirokî ketiye destê me kurdan.Dinya hemû piştgiriya tekoşina me ya rewa dikin. Ev yeka erkeka mezin dixe ser milê partiyên Kurdistanê. Roj roja birati û yekitiyê .

Guh nedin Tahran, Ankara,Bagdat û Şamê. Berê xwe bidin welatê xwe. Jibo çi em yekitiya xwe pêk naynin û dewleta xwe ilan nakin.Em li benda mizigniya mezinin…Em li benda wî xebera xêrê ne.Em li benda ilankirina dewleta başurê Kurdistanê ne. Em bangi hemû partiyên başurê Kurdistanê dikin dev ji nakokiyên xwe berdin, vê derfeta dirokî nerevinin.

Biji yekitî û biratiya Kurda Biji doza kurd û Kurdistanê. Ala rengin rumeta me ye” Pirozkirina roja ala Kurdistanê bi awayekî rengin û di nav aramiyê de derbas bû.

Kurdistaniyên ku beşdarî xwepêşandanê bûbun li benda mizginiya ”sexwebûna başurê Kurdistanê bûn.” Ev yeka ji vatiniyek dixwe ser milê partiyên başurê Kurdistanê...Gel hazir e...dinya hazir e...biryar û guneh li cem we ye.Hunermend Zubeyir Salih renginiyek da vê rojê.

Rupela nu Köln

cemil-eren.jpg

koln.1jpg-001.jpgkoln2-001.jpg

Koln

Li Schweinfurtê jî, Roja Ala Kurdistanê hat pîrozkirin

Revenda Kurdî li bajarê Schweinfurtê, bi hildana sloganan û bi diruşmên Bijî Kurdistan, Bijî Azadî, Roja Alal Kurdistanê pîrozkir.

Îro Şemmî (17-12-2016) bi helkefta Roja Ala Kurdistanê, revenda Kurdî bi serperştiya Komeleya Civaka Kurdên Schweinfurtê (Kurdisch-Gemeinde-Schweinfurt.eV)li Almanaiya yê, bi meşekê û bi hildana siloganan û gotina diruşmên Bijî Kurdistan, Bijî Azadî, Bijî Ala Kurdistanê,Bijî Pêşmerge, Roja Ala Kurdistanê pîroz kirin.

Çalakiyê li demimêr (14) bi gotara Komeleya Kurdên Schweinfurtê (Kurdische-Gemeinde-Schweinfurt.eV) ku ji aliyê birêz Osman Çinar ve hat pêşkêşkirin, têde behsa parçekirina Kurdistanê di navbera çar dewletan de li gor rêkeftina Sykes-Picot û bê mafbûna Kurdan ji mafên xweyên neteweyî kir û her wiha behsa hejmara Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê kir û anî ziman ku, Rojhilata Navîn wê tenahiyê bi xweve nebîne, eger doza Kurd neyê çareserkirin, herwiha Çinar anî ziman ku, em spasiya Hikumeta Almaniyayê dikin derbarê bi çekirina Pêşmerge û di dawiyê de birêz Çina got: ``Em bi hêvîne ku Hikumet Almaniyayê têkiliyê digel Kurdan bike wek Kurd ne wek Kurdên Tirkiyê,Sûriyê,Îran û Îraqê``.  

Wek tê zanî, di sala 2009`an de Parlamentoya Herêma Kurdistanê biryar da ku, roja 17`ê Çêriya Pêşî ji hemû salekê wek Roja Alê were diyarkirin, û di we rojê de tevahiya Alên ser saziyên Hikumeta Herêma Kurdistanê bêne nûkirin. Û sedema destnîşakirina vê rojê jî, vedigere bo ku di 17`ê Çêriya Pêşî de di sala 1947`an de, Ala Kurdistanê li ser saziyên Komara Demukratîka Kurdistanê ku bi Komara Mehabadê hatiye nasîn, hat hilda.

Almaniya- Mihemed Hesko

hesko.jpg

Schweinfurt

Hamburg: Roja ala Kurdistanê bi diruşma Serxwebûnê pîroz kirin!

Van partî û rêxistinên navên hatine nivîsandin di 17.12. 2016ê de li Hambûrga  Roja Ala Kurdistanê pîroz kirin; PDK- Başûr, PAK- Partîya Azadiya Kurdistanê, PSK-Partiya Sosyalista Kurdistanê, HAK-PAR- Partiya Maf û Azadiyan, PYDKS (Yekîtî) PPDKS (pêşverû) KDP-Îran (Rojhilat) KDP-Bakur, Partiya Çepê Suriye Şepala Şex Şazi, Rêxistina Mafê Mirova ya pênaberên Kurdên li Surîye, KOMKAR, HEVKAR li Hamburg

Axaftina ku ji alê M. Ali Yildirim ve ku kurmancî hatîye kirin

Xwişk û Birayên Delal,

Kurdistanîyên welatperwer, dost û hevalên têkoşer;

Hûn hemû bi xer hatin meşa  roja ala  Kurdistanê, li ser seran û ser çavan hatin.

Em parti, rêxistin, komêl û kesên welatparwer navê wan li jêr, hemû bi hevrê li Hamburgê.

Em îsal roja ala Kurdistanê bi diruşma Serxwebûnê pîroz dikin!

Wek em hemû  dizanin Hukûmeta Cumhuriyeta Mehabadê Alaya Kurdistanê ya ku di 1919-an de ji alî Teşhkîlatî Îctîmaîye Cemîyetiyê ve hatibû tesbîtkirin wek ala  xwe  ya Kurdistanê  pejirand,

 Ala Kurdistanê, ji rengên kesk û sor û zer û spî  pêk tên. Şerîda sor li serê, ya sipî li nêvê, ya kesk jî li binî de ye. Li ser rengê spî  bi 21 tîrêjên   roje  heye. Di ala Kurdistanê de her rengek  wateyek xwe heye. Kesk, rengê  daristan û deşt û çîya u banîyên welat e, bereket û xweşîye. Sor; agirê Zerdeştê Kal û xwîna lehengên Kurd e. Zer; azadî û ronahî ye. Spî; aşitî, masûmîyet u rastevanî ye. 21 Tîrêjên rojê jî,remza roja Newrozê ye; ji roja Zerdeştîyan tê.

"Ji roja ku parlamentoya Herêma Kurdistanê biryara ”17ê meha 12an roja ala Kurdistanê” îlan kir 17 sal derbas bûn. Lê pîrozkirina roja ala Kurdistanê ya îsal wê bi diruşmên serxwebûnê bi giyana pêşmerge û şervanên Kurdistanê ku canê xwe ji bo ax û ala pîroz gorî kirine, wê bighê astekî bilind.

Di cîhanê de kêm netewe qasê Kurdistanîyan ji bo azadîya axa xwe û bilind kirina ala xwe têkoşîn û berdêl dayîne.

Îro ev têkoşîn û ev canfidayî li perçeyeke welatê me be jî, êdî me gihandine berbenga serxwebûnê. Ji bo we ye ku di roja pîroz, roja ala Kurdistanê ya îsal de li seranserê welat û cîhanê, bi diruşmên serxwebûnê emê dengê xwe bilind bikin.

Kurdistanîyên welatperwer, dost û hevalên têkoşer;

« Her milet xwedîyê alekê ye. Al nîşana milet û welat e. Tevayiya hebûna  miletan di ala wan de civiya ye. Al namûs, rûmet û bextê miletan e. Zarowên her miletî ji bona bilindkirin  û bikaranîna  ala xwe, beperwa xwe didin qûştin.

Divê Kurd li çar parçê Kurdistanê û li diasporayê, kurd li Ala xwe, bi zanayî xwedî derkevin û bi ruhê  netewyi biparêzin.

Bi taybetî gerek millete kurd, Ala xwe, bi ruhekî niştimanperwerî  û bi zanayî li zarokên xwe bidin naskirin û hezkirin.

Anha Başûrê Kurdistanê di berbanga serxwebûnê de ye. Bedelê gihandina van rojan ne hêsan û erzan bû. Ev encama têkoşîna 200 salan e. Kurdistanîyên başûrê welat bi enfalê salên heştêyî 180 000 hemwelatiyên xwe wenda kirin. Di êrîşên DAÎÊŞê bi deh hezaran Kurd canê xwe dan. Hejmara pêşmergeyên tenê di şerê Musulê de şehîd ketine, ji 2000 derbas bûye. Hemû partî, rêxistin, dezgehên siyasî, sivîl, kesayetî, grubên olî divê bi vê berpirsiyariyên tevbigerin.

Van rojên ku em ala Kurdistanê pîroz dikin li her çar perçeyên Kurdistan şer e, li ser axa bav û kalan xwîna şehîdan diherike. Li rojavayê Kurdistanê îmkanek mezin li pêşiya Kurda heye heger Kurd bikaribin dijayetiyên xwe deynin aliyeke, dest bidin hev û hêzên xwe bikin yek. Xwe bi xwe îdarekirin, statuya  îdareyeke federatîf ne dûr e. Di şerê dijî DAÎŞê de li rojavayê Kurdistanê bi hezaran xwişk û birayên me canê xwe dan. Ciyê keser û êşeke giran e di wan rojan de, ala Kurdistanê ji ber xeletîyên  siyasî ala Kurdistanê bi destên Kurda tê şewitandin.

Ala Kurdistanê ji bo me nirxeke netewî ye û her heqaret û êrîşa ku li vê alê  bê kirin, em wekî êrîşeke li dijî xwe, li dijî miletê xwe, li dijî azadîya Kurdistanê dihesibînin, weha dinirixînin.

Ev Ala Kurdistanê ji alîyê partîyên her çar perçeyên Kurdistanê ve jî wekî nirxeke netewî hatîye qebûl kirin. Îro bes PKK, PYD û partîyên nêzî wan vê alê wekî ala Kurdistanê qebûl nakin.

Lê ew ala ku pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kirîye, îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî bi xwîna şehîdan, bi ked û xebata têkoşerên doza azadîya Kurdistanê liba dibe.

Li seranserê Ewrûpa roja ala Kurdistanê bi van hestên ku me li jor qal kir,  wê bê pîrozkirin,  îroj li Parîsê, li Berlînê, li Frankfurtê,  li Schweinfurtê, li Kolnê, li Hamburgê, li Kopengangê, li Osloyê, li Stockholmê, li Holandayê û gelek bajarên din xwepêşandan hatine organîzkirin.

Heval û dostên hêja,

‘’ Pêwîstîya piştgirîya Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî ya di derbarê serxwebûna Kurdistanê de , berîya herkesî wazîfeyeke netewî ya li ser milê partîyên başûrê Kurdistanê ne û divê hemû Kurdên cîhanê  jî li gel meşa serxwebûnê bin’’ Heta Kurd nebin dewlet, yên kul, eş, qatliyam, kuştin, talankirin û jenositî her ewe wêrin sere me  kurdan û yê berdewam bin. Loma ji divê kurd  rojekî berê Serxwebûna xwe îlan bikin û pişgirîya helwesta rêzdar Mesûd Barzanî bikin.

Em wek parti,rêxistin û komelên li Hamburg  bangî hemû endam, piştgir, dilxwaz, dostên xwe û hemwelatiyên Kurdistanê ku li Ewrûpa dijîn dikin ku bi jin, bi mêr û bi zarokên xwe ve beşdarî xwepêşandanan bibin, bi rakirin û bilindkirina ala rengîn silavekê  li Kurdistanek serbixwe bikin û silavê bidin giyana paqij yê şehîdên Kurdistanê.

Ala rengîn bi xwîna şehîdan bilind dibe!

Bijî Kurd û  Kurdistan!

Hamburgmali-001.jpg

Kopenhagen: Pîrozkirina roja Ala Kurdistanê û piştgirêya hewlên serxwebûna Kurdistanê.

Îro 17.12.2016 de li Kopenhagin a paytexta Danimark bi mebesta pîrozkirina roja Ala ya Kurdistanê û piştgirîya serxwebûna Kurdistanê ji alîyê Hevkarî (Hevkarîya Partîyên Sîyasî yên Kurdistanî) û Federasîyona komelên kurdî li Danark xwepêşandenekî girseyî hate lidarxistinê.

Xwepêşandan bi xêrhatinê, sirûdanetewî Eyreqîb destpêkir. Dû re ji bo pakîya canê şehîdên doza azadî û serxwebûna Kurdistanê deqeyekî rêz hat girtinê.

Paşinê peyama xwepêşandanê bi kurdî û danîmarkî hatin xwendin. Herwiaha,  Finn Rumelaizky endamê meclîsa şehrewanîya Kopenhaginê ku bi ser Denske Folkepartî yê peyamekî piştgirîyê pêşkêş kir.

Bername bi xwendina helbestan û muzîk dawî lê hat.

Peyama xwepêşandanê;

Xuşk û brayanî berêz

Li vê roja pîroz, ku roja alaya Kurdistanêye, silav bo giyanî pakî şehîdên Kurdistan, kes û karên wan yên serbilind dinêrîn. Silav li pêşmergeyên xoşewîst ku îro li bereyên ceng, qehremanane rûberûyî têrorîstên daîş dibin, xak û welatê Kurdistan diparêzin, lecatî sercem mirovayetîyê, têrorîstan têkdişkînin.

Berêzan, îro ku em lêre kombîne û li beramber alaya pîroza Kurdistan rawestîyayin, ku di rêya nîştiman û netewa xwe, her wiha me sedan hezar şehîd di vê pênavêda daye. Îro em dixwazîn ji bo komelgaha navdewletî û mirovdostan rabigehînîn ku gelî Kurdistan bi pêyi yasa û rêsanên mafî mirov û rêkxirawên nawneteweyî mafî sirûştî û rewayî xoyetî li rêgayi referandomê ve biriyar li çarenûs û ayindeya xwe bidet.

Gelê Kurdistanê bi dirêjahîya sedsalên derbazbûyî qurbanî daye, têkoşîneke rewa kiriye û dozeke rewa heye, wek sercem mîlletanî din mafî xwe ye ku xudanî dewlet û jiyana xwe bît.

Dewleta Danmark prensîbên demokrasî û mafî mirov û komelgahî medenî berqerar kirîye. Pêwîste ji bo, bidestanîna mafe demokrasî û siruştîyên xwe, bi pêyi van prensîbane, piştivanî li gelî Kurdistan biket.

Em dawa li perlaman û hukumeta Danmark dikeyn, herwiha dawa li sercem hizbên siyasiyên Danmark dekeyn ku piştivanî û hevsozîyên xwe beramber daxwaza rewaya gelê Kurdistan rabigehînin.

Em rû li we hemû aliyan dikeyn û diprsîn take kurdek li wlatî xwe her li êsta û ayendeyi xwe dilniya nebêt, aya dibe gelêk li ser xak û nîştimanê xwe berdewam li metirsî û nîgeranîda bijî.

Aya vî mafî bi me rewa nabînin. Bi serpereştî UN raprsîyek encam biden û bizanin ka gelî Kurdistan çî divêt û çi biriyarek li duwaroja xwe didet.

Em radigehînîn ku me divêt bi aramî û aştî li gel gelanên din li navçeya Rojhilata Naverast bijîn û xudanê serwerî neteweyî û nîşitmaniya xwe bîn.

Em dixwazîn prensîbên yektir qebul bikeyn û pêkve jiyan li gel tevayi gelên navçe, ayin, ayinzakan û sercem bi hemû pêkhatiyên din binyat dabinîn.

Gelê Kurdistan bi dirêjahiya mêjû selmandiye ku xudanê vê peyame însanîye û baştirîn belge jî êsta nêzîkî dû milyon avare ji netewên cuda cuda, ayîn û ayinzayên ciyawaz penah ji bo herêma Kurdistanê anîne, li katek da ku başûrê Kurdistanê bi qeyraneke darayî sext da derbaz dibe û bidrêjahiya hezar kîlometire di şerek sext da beramber terorîstanî daiş sekkiniye. Belam ruhî mirovdostane û lêbûrîn li Kurdistanê boye kultûr, ji ber  wê ev avarene bi sayeyi vê mirovdostîya gelî Kurdistanê têne parêztin û jiyana xwe rêve dibin.

Di kotayîda careke din berê xwe dideyne perlaman, hukumet, rêkxirawên mirovî û medenî û gelê Danmark , eve peyama mirovdostane ya me ye ji bo we. Çaverêyi piştivanî û hevsoziya hewe yin.

Pîrozbe rojî Alake man!

Bijî Serbixoyîbûnî Kurdistan!

Bijî Kurdistan!

kopenghang.jpg

Kopengangoslo-002.jpgoslo

Dîroka Ala Kurd

Alaya Kurd ji rengên kesk, sor, spî û zer pêk tê. Ji jor ber bi jêr ve, ser hev ji sê zemînan pêk tê. Di navendê de roj heye. Rengê jor sor e, navîn spî û jêr jî kesk e. 21 tîrêjên Roja nav alayê hene ku wek nîşaneya 21ê Adarê Cejna Newrozê ye.

Alaya Kurdistanê yekem car ji aliyê Teşkilat-ı İçtimaiye Cemiyeti ku di sala 1920an de hatiye ava kirin de hatiye qebûl kirin.
Cara ewil 71 sal berê  bi fermî di 17ê Berfanbar a 1945an de li Komara Mehabadê ya Kurdistanê ji Serokomarê Mehabadê Qazî Muhammed ve alaya Kurd a niha hatiye bikaranîn.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî di sala 2004an de biryar stand ku her sal roja 17ê Berfanbarê wek "Roja Ala Kurdistanê" were pîrozkirin.

Herhiwa ev alaya ku berga kovara Hawar a Mîr Celadet Alî Bedirxan de (1932) jî cihê xwe standiye di salên 1927-1930'î de ji aliyê rêberê serhildana Agirî Ihsan Nûrî Paşa ve jî hatiye bikaranîn.

Herwiha Tevgera Xoybûnê jî wek alaya xwe ev al bikar anîye.  
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin