PAKê Cûntaya 12ê Îlonê rûreş kir!

PAKê Cûntaya 12ê Îlonê rûreş kir!

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyeke nivîskî, darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê rûreş kir. Di daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve ji Rûpela Nû re hatî şandin de wisa hate gotin:

A+A-

"Em Darbeya Eskerî(Kodeta) ya 12yê Îlona 1980yê rûreş dikin

 

38 Sal berê di roja 12ê Îlona 1980î de li Tirkiyeyê darbeyeke eskerî (Kodeta) li dar ket.

 

Piştî darbeyê, bi sedhezaran kes hatin desteserkirin, bi dehhezaran kesan îşkence dîtin, hatin hefskirin, bûne penaber. Nêzîkî 500 kesî di îşkenceyan û di hepsan de hatin kuştin.

Darbeya eskerî ya 12ê Îlonê, bû navê zilm û zordarî û hovîtiya Dewleta Tirkiyeyê.


Bi hezaran pêşverû, çepgir, demokratên Tirkiyeyî jî ketin ber zilma darbeya 12ê Îlonê. Lê mexdûrên herî mezin ên vê kodetaya 12ê Îlonê dîsa her miletê Kurd û gelê Kurdistanê bûn.


Hefsa 5 Nolû ya Diyarbekirê bû weke laboratûareke zilm û hovîtiyê.


Piştî darbeya eskerî ya 12ê Îlonê, di salên 1990î de Dewleta Tirkiyeyê , bi navê ‘’faîlî meçhûl’’an qetlîameke din li dar xist. Dewleta Tirkiyeyê, bi destê hêzên xwe yên aşkere û veşartî û bi destên hin çete û mafya û grûbên girêdayî Dewleta Tirkiyeyê ne 17000 Tirkiyeyî û Kurdistanî, bi navê ‘’faîlî maçhûl’’ê qetil kirin.


Heta îro jî ne berpirsên Kodetaya 12ê Îlona 1980î, ne jî berpirsên 17000 ‘’faîlî meçhûl’’an nehatine girtin, nehatine darizandin.Tu hesab ji van qatil û îşkenceciyan nehatiye pirsîn. Serokê Kodetaya 1980ê Kenan Evren û hevalê wî Tahsîn Şahînkaya beriya mirina wan, hatin darizandin, lê ji ber mirinê doza wan hate girtin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin