Li Ewrûpayê me rêxistineke hîn bihêztir divê

Li Ewrûpayê me rêxistineke hîn bihêztir divê

PAK-Ewrûpa bangî hemû endam, piştgir, dilxwaz û dostê xwe dike li seranserê Ewrûpa bi aktîvî beşdarî meş û xwepêşandanên rûreşkirina Molayên xwînrêj ê Îranê bibin.

A+A-

Meclîsa Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpa civîna xwe ya sêyem li Norveçê, li bajarê Stavangerê dawiya heftiya çûyî pêk anî. Nûçeya bombardumankirina meqerên HDK Hizba Demokratê Kurdistan û PDKÎ Partî Demokratî Kurdistana Îranê li Koyê û dardekirina sê xortên Kurd ji aliyê rejîma bi xwîn a mollayan Îranê, wek xemgîniyek sar, xwe berda ser civînê.

stavenger.2-001.jpg

Civîn deqîqeyek ji bo cangorîyên bombardumana Koyê û cangoriyên dardekirî yê rojhilatê Kurdistanê, rêzê girt. PAK-Ewrûpa bangî hemû endam, piştgir, dilxwaz û dostê xwe dike li seranserê Ewrûpa bi aktîvî beşdarî meş û xwepêşandanên rûreşkirina Molayên xwînrêj ê Îranê bibin.

stavenger.3.jpg

Yek ji xala rojevê ya Meclîsa Ewrûpa xebata avakirina federasyonan li welatên Ewrûpa û di encamê de civandina wan a di bin banê yek konfederasyonekê de bû. PAK-Ewrûpa rûmeteke mezin dide kar û xebata birêxistinkirina hemwelatiyên Kurdistanê ku li derveyî welat bi cî bûne.

stavenger.6-003.jpg

Kar û xebatên avakirina konfederasyonekê li seranserê Ewrûpa gavek e pîroz e, lê xebata ku heta nuha hatiye kirin têrî avakirina rêxistineke bi vî rengî nake. Bêyî ku mirov ji vê armancê dûr bikeve û sist bibe, wexteke fireh, rê û formulên cuda ku karibe giraniya rêxistinên civakî yên reng bi reng, bîne ba hev, bibîne.

stavenger.5.jpgCivîna Meclîsa Rêxistina Ewrûpayê ya piştgirên PAKê xebata şeş mehên dawîn nirxand, ji bo xurtkirin û berfirehkirina rêxistinê hin biryaran girt. Meclîs bal kişand ser rewşa aloz a welat û xeteriya ku rewşa heyî hîn dikare aloztir bibe. Ji bo vê yekê xurtbûna PAKê li Ewrûpa û berfirehtirkirina xebatên wê, gelek girîng e.

Şeva navbera her du rojên civînê, endamên meclîsa Ewrûpa, bi piştgir û dostên PAKê yên li Stavengerê re, şevbêrkek xweş û bi sohbet derbas kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin