PAK: Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm Koça Dawî Kir, Serê Gelê Kurdistanê Sax Be

PAK: Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm Koça Dawî Kir, Serê Gelê Kurdistanê Sax Be

.

A+A-

Piştî ragehandina koça dawî ya Dr. Necmedîn Kerîm, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) peyamek belav kir û got: Serê gelê Kerkûkê û serê hemû gelê Kurdistanê sax be.

“Welatperwerê Kurd, xebatkar û kedkarê doza azadîya Kurdistanê, Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm, şeva 30.10.2020ê li Emerîkayê ji ber nexweşîya xwe çû ber dilovanîya xwedê.

Dr.Necmedîn Kerîm Parêzgarê Kerkûkê ye ku bi rêya meşrû hatîye hilbijartin. Di referandûma serxwebûnê ya 25.09.2017an de ,li Kerkûkê ji %80yî zêdetir ji bo serxwebûnê ‘’belê’’ derketibû û di vê encamê de ked û xebata Dr.Necmedîn Kerîm ya birûmet roleke girîng lehîstîye.

Herçiqas Kerkûk û îradeya gelê Kerkûkê di roja 16.10.2017an cereke din hate dagir kirin jî, Dr.Necmedîn Kerîm nuha jî Parêzgarê Kerkûkê yê meşrû ye.

Dr.Necmedîn Kerîm ji 50 salî zêdetire ku di doza azadîya Kurdistanê de, wek xebatkar, kadro, pêşmerge, rewşenbîr, sîyasetvan û rêvebir xwedîyê ked û xebateke hêja ye.

Em bi wefata welatperwerê Kurd Dr.Necmedîn Kerîm xemgînin.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be. Sersaxîyê ji malbat û heval û hogir û hezkirîyên xedê jê razî re dixwazin. Serê gelê Kerkûkê û serê hemû gelê Kurdistanê sax be.”

31.10.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

kerim2-001.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin