Selîm Acar

Selîm Acar

Hemû nivîsên nivîskar >

PAK li Bakurê Kurdistanê navê kultureke nû ye

A+A-


Di komxebata PAKê de ya li Amedê, di hêva gulanê de pêk hat, serokê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik di axaftina xwe de, pênasiyeke wisa kir: "PAK li Bakurê Kurdistanê navê kultureke nû ye."

Ev pênasî rind, baş, xweş û nûjen e û bi hevokekî helbestî ye. Tama duruşmeke (sloganeke) bi hunerî jê tê. 

"PAK li Bakurê Kurdistanê navê kultureke nû ye." Kelocaneke mêxweş û germ dide ser ramanên mirov. Bi destekî nerm, nazik û narîn serê mirov şa dike û bi wê dilê mirov geş dibe, mîna reklema berhemeke hunermendî û şarezayî ye.

Rast û durust e, ji kurdên Bakur re siyaset û rêxistinek siyasî ya bi "kultureka nû" pêwîst e, mîna hewa, av û zadî... Dibê rexistineka nû be û li ser bingehê kultureka siyasî ya nû û nûjen be, ku ew bi demê re be û bi demê re bijî.

Kultura siyasî ya nûjen ne berhemeke amede, sabît, statîk û neguherbar e, ku PAKê ew afirandiye. Ew dînamîk e û bi berdewamiyê re tê guherandin. Ew mîna çemê/rûbarê diherikî ye. 

Hevdemî û nûjenbûnî ya kultura siyasî li Bakurê Kurdistanê pêvajo ye, ji ber vê yekê dibê gav bi gav û bi berdewamî  "kultura siyasî ya nû" bêavakirin, pêşketin û xemilandin da ku naveroka wê bêdagirtin. 

Dibê qadroyên PAKê naveroka  "PAK li Bakurê Kurdistanê navê kultureke nû ye." dagrin, daku ew bes wek slogan, şîar nebîne. 

Pêwîst e, PAK ji rayagiştî ya Bakurê Kurdistanê re zelal bike bê ew çi kultura kevnare ya siyasî , red dike û ji dêvila kultura siyasî ya kevnare çi ya nû pêşkêşî rayagiştî dike. 

"PAK li Bakurê Kurdistanê navê kultureke nû ye", bi kurtayî, wisa dinerixînim:

  • PAK ne berdewama tu rêxistinên 70, 80, 90 û 2000î ye lê ew mîratxwirê rexistinên Bakurê Kurdistanê yên dîrokê ye
     
  • Dîroka  tevgera siyasî ya Bakurê Kurdistanê ji PAKê destpênake û bi wê naqede
     
  • PAK ne partiya serokekî/ê ye, ew partiya endamê xwe ye, lê ji bo rizgariya gelê Kurdistanê ye
     
  • PAK ne partiyeka ideolojî û ramanên teng û ekstrem e. Partiyeka demokratîk e û xwediyê ramanên azad e
     
  • PAK giyana/ruhê ciwaniyê û tecrûba rîhsipya ye
     
  • PAK wijdanê pak e
     
  • PAK xwe wek amûrekî siyasî dibîne, ew ne armanc e, ew arac e, araca ji bo rizgariya Bakurê Kurdistanê ye. Ku ji dêvila vê amûra amûreke baştir û pêşketir bêdamezirandin, bêpêdekirin ew amadeye bi vê amûra nû re têkeve nava têkiliyên damezirandinê û yekîtiyê
     
  • Ji bo vê yekê jî ne navê xwe, ne xwe û ne jî serokê xwe wek şert û şirût pêşkêş nake
     
  • PAK partiya yekîtiyê ye. Şîara wê ev e " Yên dikarin bibin yek bila bibin yek. Yên nabin yek bila hevkarî û tifaqan bikin. Yên nikarin tifaqan bikin, bila dîyalogan di navbera xwe pêş de bixin. Yên nikarin dîyalogan jî bi hevdu re bimeşinîn, bila dijminatîya hevdu nekin." 
     
  • Rê û rêgeyên ne li dijî hêjayên merovayetê be û halîkar be ji bo rizgarî, azadî û pêşketina gelê Kurdistanê bisûd û bikêr in
     
  • PAK xwedî yek devî û du guhan in; ew du caran guhdar dike û carekê diaxive
     
  • Kadroyên PAKê ne serekên gel in, ew xizmetkarên gel û xizmetkarên siyaseta xwe ne
     
  • PAK  çawa dibêje wisa siyaseta xwe bi rê dibe. Şêl û ramanên wê hevgirtî û pêkhev in
     
  • PAK derfetên gel û welêt distîne mekeza siyaseta xwe. Derfetên gel û Kurdistanê dixe pêşiya derfetên xwe. Rojekê derfetên PAKê û derfetên gel bi giştî were dijî hev, ew ê derfetên xwe red bike û derfetên gel û welêt biparêze
     
  • PAK Kurdistani ye, Kurdistanê yek welat dizane, lê ew li Bakurê Kurdistanê xebatên siyasî dimeşîne
     
  • PAK derfet û serfketinên beşên Kurdistanê yên din wek derfet û serfketinên xwe dizane
     
  • PAK partiya dadê ye û ew ji bo wekheviya mirovan siyasetê pêktîne
     
  • PAK bi demê re ye û di demê de dijî, ji bo wê pêşketinên nûjen ne xerîbiyên wê ne

Ez ji "PAK li Bakurê Kurdistanê navê kultureke nû ye" van xalanan têgiham. Hûn çi jê têdighêjin, li ser zêde bikin, an jî daxwazên xwe bikin! 

Biaxivin, bixwazin, rexne û pêşniyarên xwe bikin û wisa jî halîkarbin!

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin