PAK: Jenosîda Helebçeyê , bi rêlêgirtina azadîya gelê me berdewam e

PAK: Jenosîda Helebçeyê , bi rêlêgirtina azadîya gelê me berdewam e

Jenosîda Helebçeyê bi tune hesibandina ziman, milet û welatê me ; bi tune hesibandina  îradeya gelê Kurdistanê, bi  rêlêgirtina azadîya gelê me berdewam e.

A+A-

31 Sal berê di roja 16ê Adara 1988an de li Helebçeya Başûrê Kurdistanê rejîma Seddam Huseyinî, bi bombe barana kîmyewî zêdeyî ji 5000 kesî qetil kirin. Piranîya qurbanîyan zarok û jin û pîr bûn.

Li Helebçeyê ne bes 5000 hezar mirov; lê wîcdane mirohîyê jî şehîd ketibû.

 

Ev ne bes qirêjîya Seddam Huseyin ê faşîst û dîktator bû; herweha şerm û lekeyeke bû li ênîya mirovahîyê jî.

Di dema jenosîda Helebçeyê de mixabin hemû dewletên herêmê û yên cihana Erebî , Yekitîya Sowyetan, Japonya, Çîn, Dewletên Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî bêdeng man û çavên xwe ji vê jenosîdê re girtin.

Piştî 31 salên jenosîda Helepçeyê, gelê Kurdistanê hîna jî tûşî komkujî, qetlîam , kuştin, neheqî û wêranîyan dibe. Belê, Jenosîda Helebçeyê îro jî bi binpê kirin û tune hesibandina  îradeya gelê Kurdistanê  berdewam e.

Tirkîye, Îranê, Iraq û Sûrîye, ji bo ku miletê Kurd, gelê Kurdistanê tu maf û azadîyan bi dest nexe, ji bo ku li tu derê statuyeke sîyasî bi dest nexe, bi plan û stratejîyên pir alî , hevkarîya xwe didomînin.

Dewletên mezin yên cîhanê jî, çawa ku çavên xwe ji jenosîda Helebçeyê girtibûn, îro jî gelek caran çavên xwe ji êrîş û planên van her çar dewletan digirin.

Û nuha jî wîcdanê mirovahîyê li her bihusteka axa Kurdistanê şehîd dikeve. Nuha jî  şerm û lekeyên  mezin gelek caran  li ênîya mirovahîyê dikeve.

Lê doza azadîya Kurdistanê berdewam e. Ne jenosîd û qetlîamên Helebçe û Enfalan, ne jî yên ku berîya wan û piştî wan  lidarketine, nikarîbûye rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire û ji îro pê de jî dê nikaribe rê li ber azadî û serxwebûna Kurdistanê bigire.

Dermanê kewandina birînan jî, dermanê geş kirina doza azadîya Kurdistanê jî, tifaqeke li ser esasê hişmendî, sîyaset û bîr û bawerîyeke netewî û niştimanî ye. Emê vê birîna xwe ya dîrokî ya bêtifaqêyê jî bi tifaq û hişmendîya netewî bipêçin û emê miheqeq bi serkevin.

Em di 31yemîn salvegera jenosîda Helebçeyê de, vê jenosîdê careke din rûreş dikin.

16.03.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin