Piştî 31 salan bi Helebce û malbata xwe şad bû

Piştî 31 salan bi Helebce û malbata xwe şad bû

Dema kîmyabarana Helebceyê de, malbateke Îranî ew wergirtiye û xwedî lê derketiye

A+A-

Piştî vegera bo Helebceyê, yekem cihê ku Xelîl serdana wê kir, gora bavê wî bû. Girîna Xelîl li ser gora bavê xwe, bi şadiya vegera cem dayîka xwe Melîhe Mihemed têkel bûbû.

Xelîl li gel malbata ku li Îranê ji neh mehiya wî ve xwedî lê derketiye, li Helebceyê bi şadî hat pêşwazîkirin.

Dayîka Xelîl, Melîhe Mihemed dibêje: “Ew qas kêfxweş im ku dibêjim qey ez xewn dibînim. Dema min li Tehranê Xelîl dît û min ew hembêz kir, min wisa hîs dikir ku ez ji nû ve jidayîk bûme, ew qas kêfa min hat ku ez nizanibûm ez çi bikim.”

Piştî kîmyabarana Helebceyê di 16ê Adara 1988an de, li bajarê Kirmaşanê malbateke Îranî Xelîl werdigre û lê xwedî derdikeve. Wê malbatê navê wî datînin Mihemed û li cem yekane zarokê wan mezin dibe.

Dayîka Îranî ya Xelîl, Mehsûre Mehdîpûr dibêje: “Elî ji Mihemed sê sal mezintir e, bi hev re mezin bûn, bi hev re dîlistin û li ser sifreyekê mezin bûn. Min dema dayîka Mihemed dît, Xweda dizane him digriyam û him jî min çepik lêdixist. Ez gelek kêfxweş bûm ku şeveke wisa qewimî û ez dayîka Mihemed dibînim. Ez gelek kêfxweş im.”

Dema Xelîl dixwaze bizewice, bavê Îranî yê Xelîl ji malbata hevjîna xwe re dibêje ku Mihemed yek ji zarokên windabûyî yên Helebceyê ye, piştî ku Xelîl vedigere Helebceyê û li gor belgeyên ku di destê wî de ne, ji malbata Melîhe Mihemed guman dikin ku zarokê wan be, lewma diçin Îranê û pişkinîna DNA dikin û derdikeve ku Xelîl kurê wan e.

 

Xelîl Salih dibêje: “Ez gelek kêfxweş im, peyv nikarin îro hestên min bidin nîşandan, biryarên ku berpirsan didin û hukma ku dadgeh derdixe ku ez dixwazim çi bikim, niha ez bawer im gelek zû ye ku ez biryareke bilez bidim.
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin