PAK: Îro 95emîn salvegera destpêka  serîhildana ku bi serokatîya Şêx Seîd lidarketî ye

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê): Îro 95emîn salvegera destpêka  serîhildana ku bi serokatîya Şêx Seîd lidarketî ye

A+A-

"Tevgera Netewî a Kurd a bi serokatîya Şêx Seîd efendî di roja 13.02.1925an destpêbibû.

Amadekarê Tevgera Netewî a  Kurd a 1925an Teşkîlata Azadiyê(Komîteya Îstîklalê) ye,  ku serokê wê Xalid Begê Cibrî bû.

Teşkîlata Azadiyê amadekarîya xwe dikir da ku di Newroza 1925an, di roja 21ê Adara 1925an  de, li Bakurê Kurdistanê serîhildanekê  destpê bike.

Dewleta Tirkîyeyê bi vê amadekarî û xebata  sîyasî, leşkerî, civakî ya  jibo  serîhildaneke berfireh ya Teşkîlata Azadîyê ya  ji bo Azadîya Bakurê Kurdistanê  hesîya .

Dewleta Tirkîyeyê, jibo rê li ber vê serîhildanê bigire, di cotmeha 1924an de ewilî  Yusuf Ziya Beg ê ku  yek ji rêvebirê Tevgera Azadîyê bû girt, paşê jî di 20ê çileya pêşîna 1924an de jî Xalid Begê Cibrî girt. Dewleta Tirkîyeyê herdu rêberên Kurdan şandin Hefsa Bedlîsê.

Dewleta Tirkîyeyê jibo ku bikaribe amadekarîyên serîhildanê pûç bike, beravêtî bike; lêxebitî ku serîhildanê bê amadeyî û ji wexta xwe zûtir bide destpê kirin.

Di roja 13yê Sibata 1925an de di demeke ku Şêx Seîd  efendî  tê Pîranê, leşkerên Dewleta Tirkîyeyê dora wê mala ku Şêx Seîd û hevalên xwe lê dimînin digirin û provokasyonekê çêdikin.Ev jî dibe sebep ku şerekî mezin li wê derê derkeve û serîhildana Şêx Seîd bi vî rengî , ji wexta ku hatibû plan kirin  zûtir û bi bê amadeyî destpê dibe.

Di demeke kurt de serîhildan  li gelek bajar û deverên Bakurê Kurdistanê belav bû.Gelek bajarên Kurdistanê ketin destê Kurdan. Li van bajaran îdareyên Kurdî hatin danîn.û amadekarîya êrişekê mezin ya ji bo bidestxistina Bajarê Dîyarbekirê hate kirin.

Hêzên Kurdan di roja 21ê Adar a 1925an de dora Dîyarbekirê girtin. 5 Rojan şerekî giran di nevbera Dewleta Tirkîyeyê û hêzên Kurdan de çêbû. Lê mixabin ew hêzên Kurdan yên ku ketibûn nav bajarê Dîyarbekirê şikesteke mezin xwarin û mecbûr man ku ji nav bajêr derkevin.

Piştî Newroza 1925an hêzên Kurdî li gelek deveran paşve kişîyan.

Şêx Seîd jî  jibo ku bikaribe hêzên xwe biser hev bîne, paş vekişîya.

Di roja 14yê Nîsana 1925an de Milazim Qasim(Binbaşi Qasim) ê  hevlingê Şêx Seîd ,   Şêx Seîd  û hevalên wî, li ser Pira Abdurahman Paşa ya ku li ser Çemê Mûradê ye, xistin  kemînekê û li wê derê Şêx Seîd  û hevalên wî teslîmî Dewleta Tirkîyeyê kirin.

Di eynî rojê de, li gorî biryara Dîwana Herbê ya Bedlîsê ku Dîwaneke Herbê ya ku bi desthilatîyên taybet yên Dewleta Tirkîyeyê ve hatibû wazîfedar kirin e , di roja 14yê Nîsana 1925an de, li Bedlîsê Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg kuştin. Xalid Begê Cibrî hate gulebaran kirin; Yusuf Ziya Beg jî hate darve kirin.

Şêx Seîd û 46 hevalên wî , di roja 14yê Nîsana 1925an de hatin girtin  û di Mehkemeya Îstîklalê ya Şerqê ya Dewleta Tirkîyeyê  de bi awayekî  bêhiqûqî  hatin darizandin. Mehkemeya Îstîklalê ya Şerqe di derbarê Şêx Seîd û 46 hevalên wî de, di roja 28ê Hezîrana 1925an de biryara darve kirinê da. Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Amedê li Qada Derîyê Çîyayî (Dağ Kapı Meydanı), di roja 29ê Hezîrana 1925an de, li ber çavên xelkê ku ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê  ve bi taybetî li wê Qadê hetibûn komkirin, li Amedê hatin darve kirin.

Ev serîhildana ku bi serokatîya Şêx Seîd efendî pêk hat,di encamê de bi  qetil kirina bi de hezaran Kurdan û bi şewitandin û wêran kirina bi sedan gundan di nav rûpelên dîrokê de cîhê xwe girt.

Dewleta Tirkîyeyê  , heta îro jî cîhê mezelê Şêx Seîd û 46 hevalên wî  veşartî  hiştîne, nîşanî malbatên wan nekirine.

Serîhildan û  Tevgera Netewî a  Kurd a bi serokatîya  Şêx Seîd efendî,  li dijî sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya tune hesibandin û tune kirina miletê Kurd û tune hesibandina mafê wî yên netewî û demokratîk; nîşan û sembola rûmet û hebûna  miletê Kurd bû, nîşana daxwaza mafên netewî û demokratîk yên miletê Kurd û  nîşana dazwaza azadîya  Kurdistanê bû.

Şêx Seîd efendî  serokekî netewî, olî û civakî yê miletê Kurd û yê gelê Kurdistanê bû.

Ew agirê ku Şêx Seîd efendî, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya Beg û hevalên wan  jibo azadîyê pêxistibûn, berdewamîyê agirê azadîyê yê ku sed sal berîya wan hatibû pêxistin bû û ew agir piştî wan jî netemirî. Ew hişmendî û hestên netewî, niştimanî  yên Şêx Seîd efendî û hevalên wî , weke pêleke doza azadîyê berê xwe dan Dêrsimê , ji wê derê çûn Mehabadê û nuha jî li Hewlêrê li ser Parlamentoya Herêma Kurdistanê bûye ala serfirazîyê û li ba dibin. Îro li Rojavayê Kurdistanê gelê me jibo destkeftinên xwe bipêrêze û jibo destkeftinên nû bidestbixe, jibo mafên xwe yên netewî û demokratîk  têdikoşe. Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî agirê azadîyê di astên cuda û bi şêweyên cuda, bêwestan pêdikeve.

Di 95emîn salvegera destpêka serîhildanê de em Şêx Seîd efendî, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya Beg  û hemû rêvebir û beşdar û şehîdên  serîhildanê  û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

Dewleta Tirkîyeyê divê cîhê mezelê Şêx Seîd û 46 hevalên wî, cîhê mezelê  Seyîd Riza û hevalên wî û  yê Seîdê Nûrsî aşkere bike."

13.02.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

“Tevgera Kurd a bi serokatîya Şêx Seîd efendî di roja 13.02.1925an destpêbibû.

Amadekarê Tevgera Kurd a 1925an Teşkîlata Azadiyê(Komîteya Îstîklalê) ye,  ku serokê wê Xalid Begê Cibrî bû.

Teşkîlata Azadiyê amadekarîya xwe dikir da ku di Newroza 1925an, di roja 21ê Adara 1925an  de, li Bakurê Kurdistanê serîhildanekê  destpê bike.

Dewleta Tirkîyeyê bi vê amadekarî û xebata  sîyasî, leşkerî, civakî ya  jibo  serîhildaneke berfireh ya Teşkîlata Azadîyê ya  ji bo Azadîya Bakurê Kurdistanê  hesîya .

Dewleta Tirkîyeyê, jibo rê li ber vê serîhildanê bigire, di cotmeha 1924an de ewilî  Yusuf Ziya Beg ê ku  yek ji rêvebirê Tevgera Azadîyê bû girt, paşê jî di 20ê çileya pêşîna 1924an de jî Xalid Begê Cibrî girt. Dewleta Tirkîyeyê herdu rêberên Kurdan şandin Hefsa Bedlîsê.

Dewleta Tirkîyeyê jibo ku bikaribe amadekarîyên serîhildanê pûç bike, beravêtî bike; lêxebitî ku serîhildanê bê amadeyî û ji wexta xwe zûtir bide destpê kirin.

Di roja 13yê Sibata 1925an de di demeke ku Şêx Seîd  efendî  tê Pîranê, leşkerên Dewleta Tirkîyeyê dora wê mala ku Şêx Seîd û hevalên xwe lê dimînin digirin û provokasyonekê çêdikin.Ev jî dibe sebep ku şerekî mezin li wê derê derkeve û serîhildana Şêx Seîd bi vî rengî , ji wexta ku hatibû plan kirin  zûtir û bi bê amadeyî destpê dibe.

Di demeke kurt de serîhildan  li gelek bajar û deverên Bakurê Kurdistanê belav bû.Gelek bajarên Kurdistanê ketin destê Kurdan. Li van bajaran îdareyên Kurdî hatin danîn.û amadekarîya êrişekê mezin ya ji bo bidestxistina Bajarê Dîyarbekirê hate kirin.

Hêzên Kurdan di roja 21ê Adar a 1925an de dora Dîyarbekirê girtin. 5 Rojan şerekî giran di nevbera Dewleta Tirkîyeyê û hêzên Kurdan de çêbû. Lê mixabin ew hêzên Kurdan yên ku ketibûn nav bajarê Dîyarbekirê şikesteke mezin xwarin û mecbûr man ku ji nav bajêr derkevin.

Piştî Newroza 1925an hêzên Kurdî li gelek deveran paşve kişîyan.

Şêx Seîd jî  jibo ku bikaribe hêzên xwe biser hev bîne, paş vekişîya.

Di roja 14yê Nîsana 1925an de Milazim Qasim(Binbaşi Qasim) ê  hevlingê Şêx Seîd ,   Şêx Seîd  û hevalên wî, li ser Pira Abdurahman Paşa ya ku li ser Çemê Mûradê ye, xistin  kemînekê û li wê derê Şêx Seîd  û hevalên wî teslîmî Dewleta Tirkîyeyê kirin.

Di eynî rojê de, li gorî biryara Dîwana Herbê ya Bedlîsê ku Dîwaneke Herbê ya ku bi desthilatîyên taybet yên Dewleta Tirkîyeyê ve hatibû wazîfedar kirin e , di roja 14yê Nîsana 1925an de, li Bedlîsê Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg kuştin. Xalid Begê Cibrî hate gulebaran kirin; Yusuf Ziya Beg jî hate darve kirin.

Şêx Seîd û 46 hevalên wî , di roja 14yê Nîsana 1925an de hatin girtin  û di Mehkemeya Îstîklalê ya Şerqê ya Dewleta Tirkîyeyê  de bi awayekî  bêhiqûqî  hatin darizandin. Mehkemeya Îstîklalê ya Şerqe di derbarê Şêx Seîd û 46 hevalên wî de, di roja 28ê Hezîrana 1925an de biryara darve kirinê da. Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Amedê li Qada Derîyê Çîyayî (Dağ Kapı Meydanı), di roja 29ê Hezîrana 1925an de, li ber çavên xelkê ku ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê  ve bi taybetî li wê Qadê hetibûn komkirin, li Amedê hatin darve kirin.

Ev serîhildana ku bi serokatîya Şêx Seîd efendî pêk hat,di encamê de bi  qetil kirina bi de hezaran Kurdan û bi şewitandin û wêran kirina bi sedan gundan di nav rûpelên dîrokê de cîhê xwe girt.

Dewleta Tirkîyeyê  , heta îro jî cîhê mezelê Şêx Seîd û 46 hevalên wî  veşartî  hiştîne, nîşanî malbatên wan nekirine.

Serîhildan û  Tevgera Kurd a bi serokatîya  Şêx Seîd efendî,  li dijî sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya tune hesibandin û tune kirina miletê Kurd û tune hesibandina mafê wî yên netewî û demokratîk; nîşan û sembola rûmet û hebûna  miletê Kurd bû, nîşana daxwaza mafên netewî û demokratîk yên miletê Kurd û  nîşana dazwaza azadîya  Kurdistanê bû.

Şêx Seîd efendî  serokekî netewî, olî û civakî yê miletê Kurd û yê gelê Kurdistanê bû.

Ew agirê ku Şêx Seîd efendî, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya Beg û hevalên wan  jibo azadîyê pêxistibûn, berdewamîyê agirê azadîyê yê ku sed sal berîya wan hatibû pêxistin bû û ew agir piştî wan jî netemirî. Ew hişmendî û hestên netewî, niştimanî  yên Şêx Seîd efendî û hevalên wî , weke pêleke doza azadîyê berê xwe dan Dêrsimê , ji wê derê çûn Mehabadê û nuha jî li Hewlêrê li ser Parlamentoya Herêma Kurdistanê bûye ala serfirazîyê û li ba dibin. Îro li Rojavayê Kurdistanê gelê me jibo destkeftinên xwe bipêrêze û jibo destkeftinên nû bidestbixe, jibo mafên xwe yên netewî û demokratîk  têdikoşe. Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî agirê azadîyê di astên cuda û bi şêweyên cuda, bêwestan pêdikeve.

Di 95emîn salvegera destpêka serîhildanê de em Şêx Seîd efendî, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya Beg  û hemû rêvebir û beşdar û şehîdên  serîhildanê  û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

Dewleta Tirkîyeyê divê cîhê mezelê Şêx Seîd û 46 hevalên wî, cîhê mezelê  Seyîd Riza û hevalên wî û  yê Seîdê Nûrsî aşkere bike.”

13.02.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin