Îlham Ehmed: Pêvajoya çareseriyê derbasî Washingtonê dibe

Îlham Ehmed: Pêvajoya çareseriyê derbasî Washingtonê dibe

.

A+A-

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê li ser pêvajoya li Sûriyeyê û rakirina cezayan got, “Niha pêvajo derbasî Washingtonê dibe. Birêvebirên hikûmetê di lîsteya terorê de ne, ji lîsteyê tên derxistin û hewl didin cezayan rakin.”

Îlham Ehmedê her wiha ragihand ku ew alîgirê rakirina cezayên li ser Sûriyeyê ne lê da zanîn ku heta pirsgirêkên bingehîn neyên çareserkirin û dengê jinan û gelan neyê bihîstin, rakirina sizayan bi tena serê xwe nabe çareserî.

Li gorî ANHAyê, Îlham Ehmed di 4emîn Konferansa Yekîtiya Ragihandinê ya Jinan (YRJ) de ku li hola Zanîngeha Rojavayê ya li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin, axivî.

Îlham Ehmedê bal kişand ser kiryarên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û got, “Niha desthilateke nû hatiye.

Her kes li benda nûbûnekê bû. Nûbûn çawa çêdibe, dema ku hevbeşiya rêveberiyê, mafê jinan û gelan bihata mîsogerkirin ev dibû Sûriyeyeke nû. Lê heta niha rêveberî û pêvajoyek demkî heye.”

"Divê dengê jinan û gelan bê bihîstin"

Îlham Ehmedê diyar kir ku li gel aloziyên li Beravê û Siwêdayê, kesên bi darê zorê hatine koçberkirin venegeriyane û pirsgirêkên heyî nehatine çareserkirin lê hêzên derve dixwazin bi lez û bez çareseriyan bibînin û wiha pê de çû:

“Niha pêvajo derbasî Washingtonê dibe. Birêvebirên hikûmetê di lîsteya terorê de ne, ji lîsteyê tên derxistin û hewl didin cezayan rakin.

Em dixwazin ceza werin rakirin, lê divê guhertin bên kirin. Diyaloga navxweyî gelekî lawaz e.

Ji bo vê yekê parlamentoyek tê amadekirin lê hinek beşên Sûriyeyê beşdar nebûne. Tiştên kêm hene, mafê gelan nehatine naskirin.

Ji ber wê gelek tiştên kêm hene. Divê diyalog bê bipêşxistin û destûra ku hatiye amadekirin bê sererastkirin.

Em van peyaman ji aliyên derve û hundir re dibêjin. Em rast dibînin ku ceza werin rakirin.

Em hemû ji van cezayan zehmetiyan dikişînin, girîng e bên rakirin. Lê divê dengê jinan û gelan bên bihîstin.

Heta niha jin rastî zordariyê tên. Li dijî van kiryaran, dengê jinan li Sûriyeyê gelekî girîng e.

Derbarê muzakereyan de danûstandin tên kirin. Gavên girîng hatine avêtin. Dema vegera ji Washingtonê çêbibe, divê diyalog bidome.”

"Divê Tirkiye gavên erênî biavêje"

Îlham Ehmedê pêvajoya li Tirkiyeyê bi bîr anî û got:

“Niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoyek heye, aliyê Kurd û Rêber Apo gavên girîng û bi bawerî avêtin

 Lê di aliyê Tirkiyeyê de dudilî û tirsek heye. Ji çi ditirsin? Diyar e destwerdan li ser vîna Tirkiyeyê çêdibe ku wan dide rawestandin.

Em dixwazin îro bi Şamê re pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em ji bo vê yekê cidî ne.

Divê Tirkiye jî gavên erênî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê biavêje.

Eger li Tirkiyeyê aramiyek hebe, rola Tirkiyeyê di Sûriyeyê de pir giran û mezin e.

Ji bo vir jî çareser bibe, divê Tirkiye li wir jî gavan biavêje.

Demokratîkbûn, naskirina mafê jinan û gelan ne Tirkiyeyê ne jî Sûriyeyê lewaz dike, berevajî bihêz dike.

Ji bilî vê yekê, gefên ku ji nû ve rê li ber şeran vekin, sûda wan ji kesî re nabe. Derket holê ku şer sûdê nade kesî.

Bila bê zanîn ku gel ne berxê qurbanê ye. Vîna gel a parastina xwe derketiye holê.

Divê dewlet ji naskirina vîna gel re vekirî be. Pêknehatina edaletê, tê wateya şer. Em naxwazin qala şer bikin, em dixwazin aştî pêk bê.”

Dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê

Îlham Ehmed bal kişand ser dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û wiha domand:

“Niha li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê rê hatine qutkirin, armanc çi ye? Desthilata Şamê dixwaze kê lewaz bike?

Îro dorpêça heyî li ser tevahiya gelê Sûriyeyê ye, ne tenê li ser Kurdan e. Eger ceza dikin, tevahiya gelê Sûriyeyê ceza dikin.

Niha wan jî îlan kir ku tevahiya hêzên çekdar ên li Sûriyeyê di bin sîwana Wezareta Parastinê de ne.

Wê demê tiştên ku diqewimin di bin berpirsyariya Wezareta Parastinê de ne.

Demeke dirêj rejîma Beasê heman tişt meşand, bi ser neket û niha jî bi ser nakeve.”

"Rola ragihandinê"

Di dawiya axaftina xwe de, Îlham Ehmed behsa rola ragihandinê kir û wiha pê de çû:

“Em dixwazin li vir bibêjin, kes nikare dengê me qut bike. Ragihandina me ya azad heye, dikare xwe bigihîne tevahiya cîhanê.

Kêmasiyên me hene, em di van konferansan de çareser dikin. Ragihandina me di salên şoreşê de roleke pir girîng lîst û di vê oxirê de canê xwe da.

Îro pir girîng e ku hejmarek jinan ev rol girtiye ser milê xwe. Divê bihêztir beşdarî pêvajoya nû bibe.

Di vê pêvajoyê de divê rêbaz û zimanê ragihandinê çawa be, em ê çawa karibin bibin dengê jinan û gelan, bên xurtkirin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin