PAK: Hevalê me welatperwerê Kurd Îzzet Kandemîr Li Sêweregê Bo Axê Hate Sipartin

PAK: Hevalê me welatperwerê Kurd Îzzet Kandemîr Li Sêweregê Bo Axê Hate Sipartin

.

A+A-

Cenazeyê endamê PAKê, hevalê me ,welatperwerê Kurd Îzzet Kandemîr îro(31.12.2020) li Sêweregê bo axê hate sipartin.

Mezelê welatperwerê Kurd, kedkar û kadroyê doza azadîya Kurdistanê, endamê PAKê Îzzet Kandemîr bi Alaya Kurdistanê hate pêçan.

Ji ber tedbîrên Covid-19yê gelek welatperwer û heval û hezkirîyên welatperwerê Kurd Îzzet Kandemîr nekarîbûn beşdarî ax sipartina cenazeyê bibin. Lê dîsa jî, li gel malbata Îzzet Kandemîr, gelê Sêweregê, rêvebir, endam û alîgirên PAKê yên Sêwereg, Ruha û Amedê û gelek welatperwer beşdarî ax sipartina cenazeyê Îzzet Kandemîr bûn.

Li ser navê PAKê çelengeke gulan li ser mezelê Îzzet Kandemîr hate danîn.

Kedkarê dilsoz ê doza azadîya Kurdistanê welatperwerê Kurd Îzzet Kandemîr, demeke dirêje ku ji ber nexweşîya seretanê(kansêr) tedawî didît. Lê mixabin roja 30.12.2020an li nexweşxaneya Stenbolê koça dawî kir.

Îzzet Kandemîr eve ji 50 salî zêdetir e kedkar û têkoşer û xebatkarê doza azadîya Kurdistanê ye.

Îzzet Kandemîr endamê DDKOyê, kadroyekî PDK-T, KİP-DDKD, PÊŞENGê bû, kadroyekî welatperwer, azadîxwaz, netewî, demokrat ê Kurdistanê bû.

Îzzet Kandemîr ji roja damezrandina PAKê ve heta îro wek endam û kadroyekî esasî, bi tecrube, zanîn û fikrên xwe ve hevalekî me yê hêja bû.

Îzzet Kandemîr , bi îşkenceyên dîtî, bi hefs û zehmetîyên jîyayî bi dilsozî, bi nefsbiçûkî di doza azadîya Kurdistanê de cîhekî xwe yê girîng hebû.

Îzzet Kandemîr herweha bi wênekêşîya xwe jî kadroyekî Kurdan ê jêhatîbû.

31.12.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

pak-1-003.jpgpak-2-008.jpgpak-3-005.jpgpak-5-002.jpgpak-3-005.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin