PAK: ”Ez Kurd im, bi kurdî dipeyivim!”

PAK: ”Ez Kurd im, bi kurdî dipeyivim!”

Piştî li Sakaryayê malbata Sakçı çima ku Kurd bûn û bi Kurdî axivîn teqe li wan hate kirin, Partiya Azadiya Kurdistanê, bangî rayagiştî kir ku bi dengekî bilind bêjin: 'Ez Kurd im û b Kurdî dipeyivim'

A+A-

Di daxuyaniya ku ji Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve ji Rûpela Nû re hatî şandin de wisa hat gotin:

Ez Kurd im, bi kurdî dipeyivim!”


Li Tirkîyeyê, li bajarê Sakaryayê roja yekşemê bav û lawek tûşî êrîşeke çekdar bûn. Mirovekî ji ber ku bav û lawekî bi hev re bi kurdî peyivîne ew gulebaran kirine. Bav, Kadir Sakçî li cîyê bûyerê can daye, law jî giran birîndar bûye.


Ev cûre êrîş, ne cara yekem e, gelek caran, bi taybetî jî li bajarên Tirkîyeyê, ji bo kurd in an bi kurdî peyivîne bûne armancên êrîşên bi vî rengî.


Ev renge êrîş encamê sîyaseta dewleta Tirkîyeyê ya li dijî kurdan e; li hember bakurê Kurdistanê, li Rojava li hember Efrînê, li Başûr li hember referandumê, hemû encama sîyaseta wan ya antî-kurd û kurdî ye.

 

Ev sîyaseta dirindane, nijadperest ya dewletê ku medya wê jî 24 saetan borazanîya wê dike, mirovên weha li dijî kurd û kurdî xuliqandine.


Ev helwesta, ne li gor tu pîvaneke mirovatîyê ye, ne li gor ola îslamê ye. 


Em bangî gelê Kurdistanê û dinyayê dikin ku em vê kiryarê rûreş bikin û bi dengê bilind bibêjin:

”Ez kurd im, bi kurdî dipeyivim!”"

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin