
Pêşmergeyên Êzidîxanê hatin azadkirin
Hate ragihandin ku ew 30 Pêşmergeyên ser bi Hêza Parastina Êzidîxanê yên ji aliyê grûpeke Heşda Şeibî ve hatibûn girtin, hatin azadkirin.
A+A-
Fermandarê Hêza Parastina Êzidîxanê li Şingalê Heyder Şeşo ragihandibû, şeva bûrî grûpeke ser bi hêza Bedir a Heşda Şeibî bi ser baregeheke Hêza Parastina Êzidîxanê li Şingalê de girtin û 30 Pêşmergeyên wê hêzê girtibûn.
Îro piştî nîvro hat gotin, ew 30 Pêşmergeyên ser bi Hêza Parastina Êzidîxanê hatin azadkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin