PAK-Almanya piştî Coronayê civîna xwe ya yekem a bi beşdarîya fizîkî pêk anî

PAK-Almanya piştî Coronayê civîna xwe ya yekem a bi beşdarîya fizîkî pêk anî

.

A+A-

Endam û piştgirên PAKê do 02.04.2022 de li bajarê Hanover ya Almanyayê piştê du salû nîvê civînekî rûbirû pêkanîn. Ev civîn jî li gor qanûnên pandemî yê Almanyayê ku ji 25 kesan zêdetir ji bo civînên rû bi rû nade de pêk hatîye.

Li gor agahîyên ku ji civînê gihîştine Rûpela Nû; Ji dervayê rewşa endam û piştgirên PAKê li Almanya mijarên serke yên civînê; çewanîya zindî hêştina zimanê Kurdî û xebatên Sê Qolî yên ji bo Bernameya Daxwazên Acîl bûn.

Metna ku rêvebrê civînê gihîtandine Rûpela Nû eve:

PAK-ALMANYA PIŞTÎ CORONAYÊ CIVÎNA XWE YA YEKEM A BI BEŞDARÎYA FIZÎKÎ PÊK ANÎ

PAK-Almanya duh li Hannoverê civîna xwe ya yekem bi aligir û piştgirên xwe re ya fizikî pêk anî. Ji bo gelek beşdarên civînê jî piştî du salan civîna yekem bû ku beşdarî civîneke fizîkî dibûn û wê kêfxweşiya xwe jî par ve dikirin.

Almanya yek ji welatên ku di alî coronayê de tedbîrên hişk û lez digre. Beriya diyarkirina tarîxa civînê li herêma Hannoverê musada beşdariya civînên 50 kesî hebû. Lê çend roj beriya roja civînê hejmara beşdarên civînê daxistin 25 kesî.

Civîn sohbetek li ser pirsên di rojeva Kurd û Kurdistanê û dîtinên PAKê yê di wan waran de bû. Seroka PAK-Ewropa Seval Mert û Rêvebirên PAK-Ewropa Sîracettîn Kirici û Nîmet Mumtaz Aydin di despêka civîn-sohbetê de hin agahdarîyan dan, dû re beşdarên civînê bi pirs û şîroveyên xwe jî beşdarî kirin.

Mijarên sereke yê civînê li ser zindîhêştina pirsa zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê û xebatên Sê Qolî yên ji bo Bernameya Daxwazên Acîl bû.

Rûpel Nû/Almanya

1-243.jpg2-273.jpg4-209.jpg11-034.jpg5-156.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin