Li Bagok û Omeriyan operasyon hat destpêkirin

Li Bagok û Omeriyan operasyon hat destpêkirin

.

A+A-

Artêşa Tirkiyê li çiyayê Bagok a navçeya Nisêbînê û li herêma Omeriyan dest bi operasyonekê kir.

Li çiyayê Bagok a navçeya Nisêbînê û herêma Omeriyan a di navbera Midyad, Omeriyan û Artûklûyê li parêzgeha Mêrdînê, Artêşa Tirkiyê dest bi operasyoneke berfireh kir.

Li gor zanyariyan artêşê hejmareke zêde ya serbazan veguhestine herêma çiyayê Bagokê û Omeriyan.

Hate diyarkirin ku tevî serbazan gelek wesayîtên zirxî jî sewqî herêmê kirine û tevgera hewayî jî heye. Li gundê Marîneyê jî çeper hatine kolandin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, wan operasyona bi navê ‘Eren Zivistan-33 Harun Lal’ dane destpêkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, ji jandarmayên taybet, komando û cerdevanan 566 kes û 38 tîm beşdarî operasyonê bûne.

Operasyonên Tirkiyê zêdeyî çar meh e bi navê operasyonên “Eren” li navçeyên cuda yên parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê li dijî gerîlayên PKKê destpê kirine.

Operasyona “Eren Zivistan-1” roja 9ê Cotmeha 2021ê li devera Besta sînorê parêzgeha Şirnexê bi beşdarbûna 1550 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kiribû ku ji 121 tîmên cuda pêk hatibûn.

Piştî wê operasyonê, Artêşa Tirkiyê rêze operasyonên xwe yên bi navê Eren Zivistan bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê dan destpêkirin û hê jî li ser wan operasyonan berdewam e.

Çavkanî: RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin