Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Oberhausen İbo

A+A-

Di siyasetê de wexta roj û seata wê tê, salên derbasbûyî li ber fedakarî û kiryarên kedkarên doza azadiyê dikeve şermê.

Tu tişt nayê veşartin.

Tu tişt nayê jibirkirin... 

Bi erînî û neyinî kiryarên we, ked û fedakariyên we tê peyivandin.

Ne tenê tê peyivandin di her civatê de, di her lihev rasthatinê de kiryar û fedakariyên we dibe sedema muhesebak.

Piştî Kongra PAK- Almanya rasti buyerek bûm...

Kedkar, fedakar û cefakarên tekoşina azadiyê hatin bira min...

Heyfa wê potansiyelê.

Bi sedan, bi hezaran qadro heba bûn.

Milada siyasetê ne tenê gava hun têde ne.

Berî we û piştî we ji heye. 

Nifşên salên 1977an pir êş ditin...

Zêdeyî 40 sal in aktiv di nav siyasetê de me. Di van salan de fêrî tiştek bûm tekiliya rêxistinî naşibe tu têkiliyên din. Zor û zehmetîyên wê hebe ji têkiliya rêxistinî xwedî qedir û nirxek bilind e û di eynî wextê de xedar e.

Lê rastiyek din heye têkiliya kesên bi karê rêxistinî mijûl in her tevlihev in.

"Geh li jêr û geh li jor"in.

Bi herkesî re ne, ji bo herkesî ne lê di muhasebe xwe de tenê ne. 

Yekcarna bê wefatî û keda min vala çû yek ji mijara muhasaba wan î hundirî ne....

Têkiliyên wan 20-30 salan qut bibin ji seata ku rastî hev dibin ji nû ve biraninên wan vedijine...kelogirî dibin, di gengêşiyên xwe de behsa me vê encamê heq nekir dikin.

Piştî kongra me xelas bû tevî mivanên xwe em cun mala mazuvanê xwe. 

Wexta mivanên me qet tune bû.

Sibê li Holandayê karek wanî din hebû. 

Mazuvanên me Mamoste Cemil û Narin xan bû. Mazuvaniyek hêjayî teqdirê nişanî me dan.

Li wê bexca bicuk û şerin ez rastî dimenek bûm. Ew dinema bû sedem ku ez vê nivisê binivsinim. 

Me çiqas insan bê xwedi hiştiye? 

Di wê dimenê de ev gotina hat bira min "rêxistina herî lawaz ji bê rêxistînî çêtir e"

Ji Swedê mivanên me Kek Abit, kek Nihat û kek Mumtaz bûn!

Baxce qelebalix bû. Ew bûyereka ku li wir qewimî mijarek filimê ye. Kek Mumtaz, kek Abit û kek Nihat li hemberî me runiştibûn. Li aliyê min î cepê kek Baran û aliyê min î rastê jî hevalek ku ew jî hatibû Kongrê runiştibû. Bi xwe min wî nas nedikir. Ji salona Kongrê her min wî dişopand...Bêdeng bû. 

Kek Abid, bi şiklê sohbeta xwe, bi têkilî û danûstendina xwe,bi hitabet û mijarên ku daveje rojeva civatê balê dikşine ser xwe. Ew û Hêja Derikî behsa salên 1993 û biraninên xwe yên başûrê Kurdistanê dikirin.. Hevalên li kêleka min ji yekcarna tevî sohbetê dibû. Kek Abit, bi Cananê re behsa Bitlisê dikirin.. Ew hevala disa tevî sohbetê dibû fikra xwe digot. Diyar e hevalê ku li aliyê min î rastê runiştiye kek Abit baş nas dike.

Kek Abit, wî nasnekir/dernexist.

Ji aliki me xwarina xwe dixwar ji aliyên din ji sohbet berdewam bû. Sohbet germ bûbû. Di noxtaki de ket Abit ji ser bercavikên xwe li hevalê keleka min runiştibû mêzekir. Êdî hew damiş bû. Peceta di destê xwe de avêt erdê rabû ser piyan "na....nabe...tu... tu..Erê tu Oberhausen İbo ye"

Camêrê li kêleka min ji rabû ser piyan "erê ez im"

Ew sehneya hêjayî ditinê bû. Çavên kek Abit, dibriqin, hêsir, sitem û kêf tevlihev bûn...fitili ali kek Nihat û Mumtaz, ev hevalê ku min behs dikir ev e. Dest bi fedekariya" Oberhausen İbo" kir. 20 sal zêdetir hevûdin nedibûn. Ew dimena trajediya şoreşgerên Kurdistanê bû. 

Piştî rêxistin û partiyên me belav bûn bi hezaran "Oberhausen İbo", qadro û kedkarên şoreşê bi vi şiklî wenda bûn.

Mala PAKê ava be!

Piştî PAK hat damezrandin qadroyên ji kevneşopiyên cuda tên di nav refên PAKê de kom dibin. 

PAK tu sembola mozayika Kurdistanê ye.

Bi kongra xwe ya PAK-Almanyayê tu bû sedem ku hevalên 20 salin hev nedibûn rastî hev hatin.

Di pêvajoya hilbijartinên pêşwext de, di nav hemû entrika,paşgotinên bê esil û kirêj de te wê dimena hevrêtîyê bi me da jiyandin.

PAK tu pakî!

Bi her kongre xwe, bi her civat û çalekiyên xwe "wek bi derziyê birê bikole " rêxistina xwe dihonine û dibe dengê gel.

Spas PAK!

Bi pêşengiya te kedkarên doza Kurdistanê tên cem hev!

25.04.2018

Sirac Kirici

Önceki ve Sonraki Yazılar