NY: Welatiyên Efrîn û Serê Kaniyê têne girtin û îşkencekirin

NY: Welatiyên Efrîn û Serê Kaniyê têne girtin û îşkencekirin

.

A+A-

 Komîteya Navdewletî ya Serbixwe ya Lêkolînê ku ser bi Netewên Yekbûyî (NY) ve ye, derbarê Efrînê û Serê Kaniyê de ragihand, bûyerên girtin, îşkencekirin, destdirêjiya li ser girtiyên jin, avêtine ser malan, talankirina mal û milkê welatiyan, destdanîna ser zeviyên çandiniyê yên Kurdên Êzdî hatine belgekirin.

Raport tekez dike gelek caran di dema destdirêjiya li ser jinan de, zilamên wan hatine mecbûrkirin ku li dengê qêrîna wan jinan guhdarî bikin. Yasanasek jî tekeziyê li ser girîngiya raportê kir, bi taybetî di warê yasayî de.

Raporta Komîteya Navdewletî ya Serbixwe ya Lêkolînê ya derbarê Sûriyê de, ji aliyê Serokê Komîteyê Claudio Pinheiro ve hat ragihandin.

Serokê Komîteyê Claudio Pinheiro tişta ku li Sûriyê dibe wek şerê li dijî sivîlan binav kir.

Claudio Pinheiro, Komîteya Navdewletî ya Serbixwe ya Lêkolînê li ser Sûriyê, ragihand, “Rewşa giştî li Sûriyê pir xirab e. zêdebarî tundûtûjiya zêde, aborî jî dirûxe. Diyar e vîrûsa Covid-19 ji bi berfirehî di nav civakê de belav dibe. Diyar e nayê rawestandin."

Pinheiro tekez jî kir, “Tişta em îro li Sûriyê dibînin, şereke li dijî sivîlan. Çendîn binpêkirinên mafên mirov û tawan li gorî yasaya mirovî hîn berdewam in."

Li ser rewşa Efrîn û Serê Kaniyê, di raporta Komîteyê de, bûyerên girtin, îkencedan, destdirêjiya bo ser girtiyên jin, avêtine ser malan, talankirina mal û milkê welatiyan, destdanîna ser zeviyên çandiniyê yên Kurdên Êzdî hatine belgekirin

Arif Cabo, yasanas ji Saziya Yasa ya Lêkolînên û Rawêjên Yasayî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re tekezî li ser girîngiya vê raportê di warê yasayî de kir.

Arif Cabo, Yasanas li Saziya Yasa, dibêje, “Wek di vê raportê de jî tê ku ji aliyê saziyeke fermî ya navnetewî ve hatiye belavkirin, bi berfirehî li ser bûyerên ku li Serê Kaniyê û Efrînê diqewimin hatiye sekinînin û ji ber ku ev tên belgekirin, dikare ev bo dadgehên navnetewî bên pêşkêşkirin.”

Ev 35emîn raport e ku Komîteya Navdewletî ya Serbixwe ya Lêkolînê derbarê rewşa Sûriyê de belav dike.

Di raportê de, Komîteya Navdewletî tekez dike ku Tirkiyê neçar e pabenîd erkên xwee be di warê mafên mirov de, li hember tevahiya xelkê ku li wan navçeyên li jêr kontrola Tirkiyê ne.

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin