Li Trabzonê ji ber peyva 'Kurdistan' siparişên Hevpeymaniya Kurdistanê hatin şewitandin

Li Trabzonê ji ber peyva 'Kurdistan' siparişên Hevpeymaniya Kurdistanê hatin şewitandin

.

A+A-

Şaredarê MHPyî yê navçeya Şalpazarê ser bi parêzgeha Trabzozonê ya Tirkiyê, ji ber hilberîna şewqeya hilbijartinên li Iraq û Herêma Kurdistanê, bi ser kargehekê de girt û şewqe şewitandin.

Li gor medyaya xwecihî, kargeha ku li navçeya Şalpazariyê ya Trabzonê bi hinceta ku “Şewqeya Kurdistanê” çêdike, Şaredarê Şalpazariyê Refîk Kurukız ku ser bi Partiya Teweperest a Tirkiyê ye û tîmên girêdayî şaredariyê bi ser wê kargehê de girtin.

Di dimenên ku hatinê de belavkirin de, diyar dibe li ser cadeyê hejmareke kumên logaya Hevpeymaniya Kurdistan a ji aliyê Tevgera Goran û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve hatiye pêkanîn, tên şewitandin.

 “Ev der welatê rastîn ê Tirkan e"

Şaredarê Şalpazarê Refik Kurukiz jî piştrast kir ku ku wan kumên bo hilbijartinên li Herêma Kurdistan û Iraqê hatine çêkirin şewitandine û got: “Ev de Şalpazarî ye. Em çanda Çepnî ya mîrata bav û kalên xwe li vir zindî dihêlin. Ev der welatê rastîn Tirkan e. Rastiya ku bûyerek wisa li navçeya me qewimî, ez û hemî xelkê navçeya me xemgîn kirin. Şaredariya me yekser destêwerdan kir û şewitandin.

Em Miletê Tirk in. Sembolên kesên ku dixwazin welatê me perçe bikin li navçeya Şalpazari nabe bêne çêkirin. Wek neteweperestên Tirk, em nikarin rê bidin ku van  li vir bêne hilberandin. Em xemgîn in ku amblema ku dê xizmeta rêxistina PKKê bike li vir hatiye çêkirin.”

Di daxuyaniya rayedarên kargehê de hat destnîşankirin ku ew kum ji bo hilbijartinên 10ê Cotmeha îsal de li Iraqê amade kirin û hilberîn di şert û mercên qanûnî de hatiye kirin.

Xwediyê kargerhê: Hilberîn di şert û mercên qanûnî de hatiye kirin

Xwediyê kargerhê Omer Ozdemir ragihand ku, kumên ku wan bo hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê amade kirine, ji aliyê Şaredarê Şlapazariyê ve hatin komkirin û paşê jî hatin şewitandin.

Omer Ozdemir diyar kir ku ew di nav şert û mercên yasayî yên dewletê de hilberîna xwe dikin û wiha pê de çû: “Ji me daxwaz hat kirin ku em kelûpelên ku dê di proseya hilbijartinên Iraqê de werin bikar anîn çêbikin. Me di çaroveya qanûnî de  dest bi hilberînê kiribû. Ev hilber ne tenê derfetên kar dide hemwelatiyên me yên ku li herêma me dijîn û bi me re dixebitin, lê di heman demê de sûdê dide dewleta me jî.

Îro di dema seredana Şaredarê me yê Şalpazarı de, wî kelûpelên ku me ji bo hilbijartinên Iraqê çêkirine dît û bêyî ku ji me bipirse gelo ev çi ye û li dijî qanûnê ne, bêyî ku ji  aliyê yasayî bipirsê got ku kelûpel neqanûnî ne, û bi alîkariya karmêndên şaredariyê, bi şêweyek hovane kelûpelên me li ber çavên cîran û hemwelatiyên şewitandin.”

Omer Ozdemir bi gotina piştî wê bûyerê eger hebû  ku hewldana lînçkirinê li dijî wan bihata û heta niha jî ew metirsî berdewam e.

 

 

Wêne: Bahattin Başturk

 

Wêne: Bahattin Başturk

 

 

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin