NY Balê Dikişîne Ser Binpêkirinên Mafên Mirovan yên li Sûrîyê

NY Balê Dikişîne Ser Binpêkirinên Mafên Mirovan yên li Sûrîyê

.

A+A-

Komîsyona Vekolîna Sûrîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi raporekê bal kişand ser tawanên cengê yên li Sûrîyê.

Di raporê de tê gotin ku ji alîyê hêzên hikûmetê ve bi deh hezaran sîvîl hatine hinda kirin, rewişa wan hîn ne dîyar kirin û tê texmîn kirin ku piranîya wan mirine yan jî hatine kuştin.

Komîsyona NY’ê dîyar kir ku hikûmeta Sûrîyê di ser desteserkirinan re dijî mirovahîyê tawanên cengê kirine.

Li gor raporê, xêncî hêzên hikûmetê, alîyên din jî bi tawanên giran sîvîl ji azadîya wan bêpar hiştine.

Rapora komîsyonê ya pirtir ji 30 rûpelî, bi hevdîtinên bi qurban û dîdevanan re hatine çêkirin çêbûye.

Ew rapor herwiha bi alîkarîya hin wêne, vîdeo, belgeyên fermî û raporên ji jêderên cuda hatiye hazir kirin.

Komîsyon ji destpêka şerê Sûrîyê vir ve ser binpêkirina mafên mirovan yên li wî welatî raporan diweşîne.

Şerê li Sûrîyê di sala 2011’an de destpê kiribû û li wî welatî ji wê demê vir ve heta niha pirtir ji 500 hezar kes hatine kuştin û nîvê nifûsê welêt jî neçar maye ku bar bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin