NY: 100 milyon kes ji ber Coronayê hejar bûne

NY: 100 milyon kes ji ber Coronayê hejar bûne

.

A+A-

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî dibêje, 100 milyon kes ji ber derencamên vîrûsa Coronayê hejar bûne û 4 milyar kes jî hinekî yan ti piştgiriyeke wan a civakî, maddî û tendirûstî nemaye.

Antonio Guterres di panêleke Fona Diravî ya Navdewletî de got, ji ber Coronayê hevsozî di kar de nemaye, ew navçeyên ketine bin bandora şer û ligel wan welatên ku ew bi xwe hejarnişîn in, ji hemû cihekî zêdetir ketine bin bandora derencamên Coronayê.

Guterres got, “Armancên geşepêdanê berdewam li ber metirsiyeke rast a şikestinê ne. Hevsozî di kar de nemaye û hestê nedadmendî belav dibe, keşûhewayeke baş bo alozî û pevçûnan dixulqîne. Xelk di jiyaneke nazik de dijîn û navçeyên zerar gehiştiye wan ji ber şer ji hemûyan zêdetir êşê dikşînin. Divê em pêbendiyên xwe bînin cih eger bixwazin xwe ji ser wê rêyê bidin alî.”

Guterres li ser newekheviya di dabeşkirina vaksînê de bi ser welatan de axivî û ragihand: “Ew newekhevî-neyeksanî pirsgirêkeke exlaqî ye, ev jî sedemeke bo mirina bi milyonan kesên din û sistiya krîza aborî dirêj kiriye ku dibe bibe sedema zerar û ziyanên trîlyonan dolar, yên herî zerarmend in jî welatên hejarnişîn in.”

Di dawiya axaftina xwe de Guterres bal kişand ser çareserî û rêyên çareseriyê bo rizgarbûna ji wê krîzê û got: “Divê civaka navdewletî zûtirîn destpêşxer be, divê hevsozî, piştgirî û baweriyê bo hevdû pêşan bidin, ji nêzîk ve bi hev re kar li ser girîngîdana mirovî û aştiyê bikin daku wan armancan bidest bixin.”

Ligel berhemanîna vaksîna Coronayê, lê heta niha 239,051,169 kes bi wê bahorê ketine û zêdeyî 4,873,236 kes jî pê mirine. Hevdem li seranserê cîhanê kampanya vaksînkirina xelkê bi vaksîna Coronayê berdewam e û heta niha 2 milyar û 777 milyon kesan bi tevahî herdû dozên vaksînê wergirtine, lê hê jî gazin ji proseya dabeşkirina neyeksan û sist a vaksîna Coronayê tê kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin