Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Nuha mijara me referandum e

A+A-

Nuha mijara me rapirsîn e (referandum), wekî têt zanîn bizava siyasîya başûrê Kurdistanê, Tevgera Gorran û Komala Îslamîya Kurdistanê beşdarê civînê nebûbûn, biryara rapirsînê stend, ku 25î meha êlonê li başûrê Kurdistanê û li deverên dervayî rêveberîya başûrê Kurdistanê (deverên nakok) hatine hiştin, bi rêve biçe.

Biryar ne malê partiyekî, an çend partîyan ne, şanzde partî bi hevra civîyan û ev biryara dîrokî stendin.

Di civînê da partiyên Tirkmen, Êzidî û Xiristîyan jî hebûn, herweha partiyên ku di Parlementê da nayên temsîlkirin jî hatibûn vexwendin û di civînê da beşdar bûbûn û keda wan jî ket ber vê biryara pîroz.

Li herçar parçeyên Kurdistanê mijara siyasete, mijara ronakbirîya Kurdistanê, mijara medyayê û mixabin mijara gefên cîranên xêrnexwaz rapirsîna başûrê Kurdistanê ye, ji ber ku herçiqas rapirsîn li başûrê Kurdistanê birêve diçe jî, lê em dizanin ku encamên wê dê li ser bigiştî rayagiştîya Kurd tesîrek erênî bike, ev xofek mezin dike hîmê dewletên dagirker.

Ji nuha va em dikanin bejin, ku encama serketina rapirsînê dê hemahengîya siyaseta sed salî biguhere, ger rapirsîn bi serkeve, li Başûr serxwebûn bêt ragihandin, rêgirên li ser rêya neteweya Kurd radibin.

Bê guman rêyek dûr û dirêj e, gellek asteng û kelem jî dê hebin, lê wekî birêz Mesut Barzanî dibêje, “rizikoya rapirsînê heye, lê ayindeyek nediyar rizîkoyek hêj mezintir e.”

Rapirsîn divê bi rêjeyek gellekî bilind bêt encam dan, bona encamek weha divê hemû saziyên sivîl û taybetî partiyên Kurdistanî peywira xwe bi cî bînin; her sazî û partî li parçeyên xwe him rayagiştîya Kurd agahdar bikin û him jî bona piştevaniyê her çi pêwîst be, xwe nedin paş bi wêrekî bikin.

Bo mînak, li bajarên bakurê Kurdistanê civîn, panel, konferans û çalekiyên balkêş wekî festîwal bêne lidarxistin, dîsa bi amancê agahdariyê û piştevaniyê serdana saziyên sivîl û civakî bên kirin.

Bê guman di hela dîplomatîk da karekî hêja divê, him bona balyozan û him jî bona parlementerên Kurd, di nava her kîjan partyê da dibin bila bin, yekser têkilî bên danîn an nameyên agahdarî û piştevaniyê bên şandin.

Cîyê şanaziyê ye, ku li bakurê Kurdistanê bi serpereştîya şeş partîyan (PAK, PSK, PDK-Bakur, PDK-T, ÖSP û Hareketa Azadî)  civînek hat li darxistin, bi kesên serbixwe va komîtek hat hilbijartin, ev karekî hêja ye.

Ger komite peywira xwe bîne bicî, ne zehmet e ku li bakurê Kurdistanê dengekî bilind û piştevaniyek fireh derkeve.

Hinek derdor pêdivî bi rapirsînê nabînin; dibêjin, “ragihandina serxwebûnê mafekî rewa ye, wekî her neteweyî mafê çarenûsî neteweyê Kurd jî heye, ne pêwîst e rapirsîn bêt kirin.”

Wekî peyv ev rast e, lê li gel rewşa navneteweyî û zagonî ne rasyonel e, ewil di makezagona Iraqê da mafê çarenûsî cî negirtîye û herweha rapirsîn gavek dîplomatîk e û dê destê bizava siyasîya başûrê Kurdistanê bihêztir bike.

Bê guman hinek hêlên neyînê jî dê hebin, bo mînak ger Parlement neye aktîfkirin, weha dixuye ku hinek derdor dê neçin ser sindoqan, ev dikane bibe sedema qetbûnek civakî, qetbûnek weha ku dê gellek dirêj bajo.

Em divê rê li ber qetbûnek weha bigrin, ji îro va tovê dijberîyek dûr û dirêj neye avêtin.

Aktifkirina Parlementê gellekî girîng e, ji Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) nûçeyên hêvîdar tên bihîstin, ku PDK dev ji mercên xwe berdaye, ev gavek hêja ye û şayanê piştevaniyê ye.

Em li ber gavek dîrokî û niştemanî ne, rapirsîn û ragihandina serxwebûnê dikeve berî her gavê, ev mijarek niştemanî ye, hemû biryar, têkilî û berjewendiyên partiyi nabe bandorek neyinî li vê gavê bikin.  

Bi bawerîya min, rapirsîn dê bi rêjeyek gellekî bilind bi denge “ERÊ” encam bide, ji ber hinek sedeman rêjeyek pir hindik jî denge dijber dê hebin, xwezê ev jî nebe.

Sedemên vê cûda ne, bê guman li beramberê rapirsîna serxwebûnê dijberî naye fam kirin, kesên ji ber têkiliyên keseyatî, nezanî, kêmagahdarî, malbatî û bêderfetî beşdarê rapirsînê nebûn, an denge xwe bi xeletî karanîn, mirov dikane fam bike, lê ji ber sedemên zikreşî, siyasî, bîrdozî, deshilatî, partiyî (hîzbî) û tekiliyên bi xêrnexwazan va nayên fam kirin û dê neyên fam kirin jî.

Neteweya Kurd, herweha gele Kurdistanê; Kurd an etnisîteyên din li ber gavek dîrokî ne, ev rapirsîn dê paşeroja gele Kurdistanê diyar bike.

Di medyayê da nûçeyên dilxweş hene, ku mirov pê dilnîya dibe, taybetî li deşta Nînovayê eşîrên Erep û taybetî beşek mezin ji bawerîya xiristîyanan dixwazin tevle rapirsînê bibin, daxwaz dikin ku rapirsîn li deverên wana jî birêve biçe.

Ev bawerîya aramî û pêkvejîyanê ye, bê guman serketina rêveberîya başurê Kuırdistanê ye, dewlemendîya û xweşdîtina çanda Kurdî ye.

Gelê Kurd bi dirêjîya dîrokê stemkarê cîranên xwe bû; him welatê wan hat dagirkirin û him jî zor, talan, kuştin, koçberî û wêrankarî dît, pirîcaran kesî destê aklîkariyê dirêj nekir, me divê em vê rastîya dîroka xwe zanibin û rêz li mafê kêmjimaran bigrin.

Bila Kurdistan bibe hêlîna aramî û pêkvejîyanê, bila em mînakek hêja bibixşînin cîhanê.

21.07.2017/Dusseldorf

 

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin