Nûbihara 159an bi dîzayneke nû derketiye

Nûbihara 159an bi dîzayneke nû derketiye

.

A+A-

Di vê hejmarê de stîl û dîzaynake cida hatiye ceribandin û kovar him hatiye çapkirin û him jî wê weke e-kovar li ser Google Booksê were firotin.

Hejmara 159an a Kovara Nûbiharê bi stîl û dîzayneke nû derketiye. Nûbihara ku îsal 30 saliya xwe pîroz dike, di vê jimarê de berg û naveroka kovarê guherandiye.

Di vê hejmara kovarê de Rohat Alakomî behsa nivîskarê ermen Hraçya Koçarî û pirtûka wî ya bi navê “Hesret” kiriye. Mûstafa Kiliçaslanî ji du navdarên edebiyata kurdî du werger amade kirine. Yek ji wan çîrokek Hovhannes ghukasyan e ku Şikoyê Hesenî wergerandiye kurmanciyê ya din jî helbesteke Sarmen e ku Heciyê Cindiyî ew wergerandiye.

Mûrat Celaliyî li ser zozanên Sînegê, Abdullah Încekanî jî prototîpa kurteçîrokekê nivîs nivîsîne.

Di vê hejmarê de Xerîbê Şemsî, Yûnûs Amedî, Mahsûn Reşçelan, Sabrî Akbel, Recep Dildar û çendîn nivîskar û helbestvanan çîrok, gotar û helbestên xwe weşandine.

Him wê bê çapkirin him jî weke e-kovar e

Nûbiharê bi vê hejmarê re dest bi stîl û dîzayneke nû kiriye. Edîtorê kovarê Suleyman Çevîkî di nivîsa xwe ya edîtoriyê de behsa vê mijarê kiriye û diyar kiriye ku wê Nûbihar him bê çapkirin him jî weke e-kovar li ser Google Booksê were firotin û bi temamî wê rengîn be. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin