PWK Ewropa: Roj roja yekitî û xîretê ye, em Rojavayê Kurdistanê bi tenê nehêlin!

PWK Ewropa: Roj roja yekitî û xîretê ye, em Rojavayê Kurdistanê bi tenê nehêlin!

.

A+A-

Nûnertiya Ewropayê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi bangeke neteweyî û niştimanî hişyarî da ku Rojavayê Kurdistanê di bin metirsiyeke mezin a qirkirinê de ye. PWKê daxwaz kir ku kurdên dîasporayê demildest bikevin nav tevgerê.

PWK Ewropayê bal kişand ser hêza dîasporayê û ji bo çalakbûna vê hêzê ev pêşniyar kirin:

BANGA NETEWEYÎ Û NIŞTIMANÎ!

Em Rojavayê Kurdistanê bi tenê nehêlin!

Piştî êrîş û komkujîya li taxên Şex Mexsûd û Eşrefîyê pêk hat, niha jî Rojavayê Kurdistanê ji alîyê çeteyên cîhadîst, terorîst û deweta Tirkîyeyê ve hatîye dorpêçkirin û di bin metirsî û xeterîyek mezin de ye.

Li Rojavayê Kurdistanê miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê li hemberî komkujî û jenosîdek etnîkî rû bi rû ye. Rewşa Rojavayê Kurdistan ne roj bi roj, seet bi seet xerabtir û dijwartir dibe. Li wê derê çeteyên cîhadîst û terorîst û dewleta dagirker Tirkîyeyê li gorî nexşerê, plan û operasyonek hovane dixwaze bi komkujîyek etnîkî miletê Kurd û pêkhatêyên kurdistanê serkut bike.

Mixabin dinya li hemberî van êrîş û komkujîyên hovane, ji dervî hinek daxuyanîyên bêencam, bêdeng dimîne; helwest û wezîfefeyên xwe yên pêwîst pêk nayîne.

Ji bo li Rojavayê Kurdistanê miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê tûşî qirkirin û komkujîyek nû nemînin, ji bo xelkên me li ser axa bav û bapîrên xwe bi awakî azad û ewle bijîn, divê em di demildest tevbigerin. Her kêlîyek derengmayîna me, wê derfetê bêtir bide van çeteyên cîhadîst û terorîst û hêzên dewleta dagirker ya dewleta Tirkîyeyê ku di vê plan û operasyona xwe ya qirêj û hovane de bi ser kevin.

Weke kurdên li her çar perçeyên Kurdistanê, divê em kurdên li diyasporê jî bi helwestek neteweyî,

niştimanî û kurdistanî tevbigerin, xwişk û birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê bi tenê nehêlin; divê em demildest têkevin nav xebat û tevgerên cihêreng û dengên xwe bêtir bighînin raya giştî ku heta niha li gorî pêwîst e wezîfeyên xwe pêknayînin û heta radeyekê bêdeng dimînin.

Diyasporaya kurdî xwedî hêzeke mezin e. Ji bo em bikaribin bêtir rola xwe bilîzîn, divê demildest hemû însîyatîf, komele, dezgeh û rêxistinên dîyasporayê yên kurdan hewl bidin ku li gorî nexşerêyeke hevbeş û navendî tevbigerin û bixwazin koordînasyonek navendî ava bikin. Ji ber ku rojên gelekî dijwar û metirsîyên gelek mezin li pêşîya miletê Kurd û Kurdistanê ye.

Çarenivîsa miletê Kurd di tu demê de, weke îro bi hevdû re nehatîye girêdan. Serketin û bidestxistina her mafekî neteweyî û kurdistanî, destkeftîyên hemû kurdan e; darbe û têkçûna her beşekî Kurdistanê jî wê bibe ya hemû kurdan. Loma jî eger dijmin li Rojavayê Kurdistanê bi ser keve; ew dê erdhejek mezin li perçeyên din yên Kurdistanê çêbike.

Bawerî, fikir û dîtinên me çi dibin bila bibin, em ji kîjan perçeyên Kurdistanê dibin bila bibin, divê em demildest li welatên ku em lê dijîn, bi hev re ”Komîteyên Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê” ava bikin; pêwendîyan bi dostên kurdan, bi hukûmet, partîyên siyasî û dezgehên wan welatan re deynin ku li ser biyardarên welatên xwe û li ser rêxistinên navdewletî bandora xwe bi kar bînin ku hewilbidin pêşî li qetlîamên li ser miletê Kurd û pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê bigrin. Herweha, divê em li her welatên Ewropayê li gor rewş û hêza xwe xebat û çalakîyên cihêreng û girseyî li dar bixin.

Roj roja yekitî, yekrêzî û xîretê ye!

Partîya Welatparêzên Kurdistanê PWK Nûnertîya Ewropayê

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin