
Mesrûr Barzanî: Em tekezî li ser parastina Kurdan û hemû pêkhateyên Sûriyeyê dikin
.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya Foruma Aborî ya Cîhanê ya li Davosê de, pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Konseya Hevkariya Welatên Kendavê Casem Mihemed Albidêwî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Casem Mihemed Albidêwî îro 20ê Çileyê li Davos civiyan. Di civînê de, rewşa giştî ya Iraqê û guftûgoyên navbera aliyan ên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatin nirxandin.
Her du alî li ser giringiya xurtkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatên Kendavê de di warên cuda de hevnerîn bûn. Hat destnîşankirin ku pêşxistina van têkiliyan xizmeta aramî û aboriya herêmê dike.
Mijareke din a giring a hevdîtinê, şer û pevçûnên dawî yên li Sûriyeyê bûn. Serokwezîr Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe ya kûr derbarê zêdebûna rageşî û şerê li wî welatî anî ziman.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir, divê ji bo parastina aştî û aramiyê hewildan werin zêdekirin û got: "Pêwîst e rêz li mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ên li Sûriyeyê were girtin û pirsgirêk bi rêyên siyasî werin çareser kirin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin