Nêzîkî 300 hezar dengderên Ereb li Kerkûkê hatine zêdekirin

Nêzîkî 300 hezar dengderên Ereb li Kerkûkê hatine zêdekirin

.

A+A-

Ji ber pêl bi pêl hatina Ereban bo Kerkûkê, nêzîkî 300 hezar dengder li gor hilbijartinên sala 2018an a Parlamentoya Iraqê, hatine zêdekirin. Ev jî weke metirsiyek li ser proseya hilbijartinên pêşwext ên Iraqê tê dîtin.

Di nava çar salên borî de nêzîkî 30 hezar malbatên Ereb hatine Kerkûkê, ji bo piraniya wan karta niştecîbûnê hatiye derxistin û forma xureka wan hatiye veguhestin, bi vê yekê hejmara dengderan li Kerkûkê, ji 800 hezar kesî bo milyonek  75 hezar û 510 kesan hatiye zêdekirin.

Berpirsê Melbenda Kerkûkê ya Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê Hesen Şêxanî ji K24ê re ragihand: “Proseya erebkirina Kerkûkê li holê ye, bi wan Erebên ku anîne Kerkûkê, aliyên Ereb çend deverên Kerkûkê ji bo serkeftina di hilbijartinan de ji bo xwe misoger kirine.”

Hesen Şêxanî destnîşan kir: “Divê li hember wan tomarên zêde yên di nav tomara giştî ya dengderan de hatine kirin, em weke aliyên siyasî yên Kurdistanî daxwaz bikin ku proseya hilbijartinê were rawestandin heta tomara dengderan were paqijkirin, çimkî eger em Kerkûkê bi şer ji dest bidin asayî ye û em dikarin bi şer werbigrin, lê dema em bi yasayan ji dest bidin, wergirtina wê zehmet e.”

Hatina pêl bi pêl a Ereban bo Kerkûkê, welatiyên Kurd nîgeran kiriye û ew di wê baweriyê de ne ku tiştê tê kirin, plana erebkirinê ye û bandorê li ser hejmara kursiyên Kurdan û siberoja bajêr dike.

Welatiyekî nişteciyê Kerkûkê ji K24ê re diyar kir: “Gelek xelkê Ereb anîne Kerkûkê û karta dengdanê ji wan re çêkirine, ev ji bo siberoja Kurdan a li Kerkûkê gelek metirsîdar e.”

Herwiha destnîşan kir: “Ne tenê li nav bajêr, Erebên hawirde li gundên derdora Kerkûkê jî gelek zêde kirin, lê di 16ê Cotmehê de gelek welatiyên Kurd ji Kerkûkê derketin û li bajarên din ên Herêma Kurdistanê niştecî bûn.”

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin