Neymar pîrozbahiya roja dayikbûna Mesrûr Barzanî dike

Neymar pîrozbahiya roja dayikbûna Mesrûr Barzanî dike

.

A+A-

 

Stêrê topê yê Brazîlî û lîstikvanê tîma Paris Saint Germain Neymar da Silva, ji bo roja dayikbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peyameke vîdyoyî de, pîrozbahiya wî dike.

Neymar da Silva, di vîdyoyê de dibêje: "Silav Mesrûr Barzanî, rojbûna te pîroz be û ez hêvîdar im ku roja we xweş be. Xwedê te biparêze.”

Mesrûr Barzanî, roja 02/03/1969 li gundê Dîlman ê li balekayetî ji dayik bûye û temenê wî bû 52 sal.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di kongreya 13emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku di sala 2010ê de hatibû girêdan, dengên herî zêde yên beşdaran bi dest xist û wek endamê Polîtburoya PDKê hat hilbijartin.

Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi biryara hejmar (68) di 30/04/2012an de, ji bo serperiştîkirina dezgehên asayiş, hewalgîriya leşkerî û dezgeha hewlgîriyê, wek Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê hat erkdarkirin.

Piştî Tebaxa 2014an, li hemberî êrîşên teroristên DAIŞ'ê yên li ser Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna wê, Odeya Operasyona Hevbeş ligel hevpeymanan ava kir. Pêkanîna vê odeya hevbeş, roleke wê ya bi bandor di arastekirina êrîşên asmanî û birêvebirina operasyonên meydanî li dijî terorîstan hebû. Herwiha Mesrûr Barzanî ligel Serok Barzanî bi awayekî meydan li bereyên şer amade bû û beşdarî di serperiştîkirina piraniya operasyonên li dijî DAIŞê de kir.

Mesrûr Barzanî, damezirêner û Serokê Fexrî yê Borda Zanîngeha Amerîkî - Kurdistanê li Duhokê ye ku di meha Berçileya 2013an keviyê binyatê yê wê projeyê hatibû danîn.

Mesrûr Barzanî xêzandar e û bavê sê kur û keçekê ye (Yasmîn, Arîn, Berzîn, Aran).

Ew bi şarezayî zimanên kurdî, farisî û ingilîzî diaxive, dinivîsîne û dixwîne û zimanê erebî jî têdigihe. Di warê huner û werzişê de şarezayîya wî di şêwekarî û siwariya hespan de heye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin