Nexişkarekî nexşeya gel

Nexişkarekî nexşeya gel

Îdî kurd li rûbarê dunê henin. Lê wê wêda ew heyîtî di jîyanê da, di nava avbeza dîrokê da pişta xwe daye çito heleqetîya û çawa bi çawa ew gel hatîye tewbarîyê.

A+A-

Gotî her kurdekî xwedan peywîr berî her tiştî kurdhiz be,

lê ne ku kurddiz be…

Ahmedê Hepo,

Endamê Yektîya Nivîskarên Azerbaycanê.

 

Xuliqdarê gerdûnê çawa gelên din, usa jî gelê kurd ser nexşeya xwe neqişkirinê şûnda, ji rênîşa xwe gellek qenderên hêle-kar-xebat, nav-namûs, mêrxasî, rastî-heqî, merdî-comerdî pêkanî, ji heyîtîya xwe jî zimanekî dewlemend da wan û got, ji vir pêda hûn bi xwe bibine çareserê çarenûsa gelê xwe.

Ger îro em bi firnax, bi serbilindayî bêjin, di hemû alîya da, di alîyê jîyanê da, di alîyê berxwedayînê da, di alîyê pêşdaçûyîna gerdûnê da par, heqê me jî heye, emê tu çewtîya nekin.

Dewir bi dewir, zeman bi zeman ji paşila gel ewledên usa derketine - dîrok, ulm û çanda bi çiqil, çiqil, ya beş bi beş dane rewş bi rewş kirinê, xemilandinê.

Çawa gel gotîye me beqî ewledên xwe, bêdera gelê xwe bê xweyî nehîştîye. Ji wan ewleda yek jî Knyazê Îbrahîmê Nevoye.

Çawa? Sebirkin, dibêjin mala Xwedê bi sebirê hatîye avakirinê.

Payîza sala 1963-a bû. Min li bajarê Rewanê zanîngehê da dixwend. Ser rizma heyî xwendevanê li kûrsa dawîyê bi serkarîya dersdaran bona cêrbandinê xwendevan dibirine dibistana navîn.

Li Rewanê bi zimanê Azerbaycanî dibistanek navîn, ya ser navê M. F. Axûndov hebû. Min wê dibistanê da, çawa dersdarê dahatîyê cêrbandin derbas dikir. Rojekê dora min hat, min dersxana heyşta ra ders da. Min deftera ku navên şagirtan tê da nivîsîbûn, vekir, dema xwendinê navekî bala min kişande ser xwe – Knyaz.

Him jî navê kurê birê min jî Knyaz bû. Wê deqîqê min pêwendîya li wî navî kir. Min dît pêşîya wî navî ji hemû dersan “5” hatîye nivîsarê. Evê yekê ez heyr-hejmekar hîştim.

Min navê wî - Knyaz anî ser zaran. Dît têgihîştekî bedew, por kurişkî, rabû ser pîyan. Min çawa dersdar gotê:

Knyaz, were dersa îro qalke.

Ew bi gavên şidîyayî hat û mîna zanekî kûr dersa rojê qal kir. Min jera “5” nivîsî.

Paşê pê hesîyam ew zara kurdan e. Min bi kurdî wî ra axivî, ewî jî şirîn-şirîn bi kurdî bersîva hemû pirsan da. Ji şabûna per-baskên min hebûna, ezê bifirîyama erşê esmîn û bigota:

Çi dayîneke Xwedê ye!

Roja din Knyazê rindik nêzîkî min bû û got:

Dersdar, ez dixwezim derheqa dersên cêrbandinê da gotareke kurt binivîsim, bibim bidime rêdaksîya “Rya teze”.

Ez ser vê gotinê him zendegirtî mam, him şa bûm. Min bi gilîyên qenc va ew him ruhdar kir, him jî alî wî kir. Çendekî şûnda ew gotara Knyazê jêhatî rojnamê da ronahî dît.

Ew gotar bona Knyazê kinêz te tirê ber çavên wî bû tîreke ji kevanê xwe derketî, ya ku bi dengê xwe va hat li serê çîyakî Kurdîstanêyî herî bilind, tevî sazbendîya wî çîyayî bû û ji wê rojê da ew sazbendîya bi hêz her şev, qe ew bi xwe jî nizane, tê tijî nava dil, hiş-sewdayê wî dibe.

Ew sazbendî hêza efrandarîyê, ya çalakîyên qenc dide wî. Ewê ji vir pê da jî, beqî wê sire, salên dirêj-dirêj tendurust be, binivîse, biefrîne, binitirîne.

Çend bêje derbarê navê zanyar da. Zarok hatinê dunyayê rojekê dê-bav, qewm-pismam beşdarî şaya navdayîna zarokê dibin. Carna Xwedayê Mezin melekê ra dibêje, here filan malê, dayne ser pîlê wî kesî, yê ku, wê nav li zarokê ke, binuqutîne dilê wî, bila ew filan navî li zarokê ke. Navê maqûl Knyaz jî usa hatîye dayînê. Ew bona wê yekê tê mîyaserkirinê, wekî jîyanê da ew zarok weke navê xwe mezin be, hemû salên kedkarîya xwe bi helalî li navê xwe bialîne, wekî ku ji wî ra bêjin:

Ewledê gel!

Weteya peyva Knyaz pirr wete ye:

Bi rûsî – “Властелинь” – peywîdar, “Княжество”, bi kurdî mîrtî ye.

Bona hişkûran jîyanê da heyîtîya du qenderan gellekî ferze – yek xwendewarî ye, yek dirûvandin, pêkanîn e, destemelî ye.

Şehedê xwendewarîya akadêmîk Knyazê Îbrahîm ew barê gotarên cuda-cuda, pirtûk û berhemên wîye ulmîye bê himber in.

Derbarê destemelî, sazkarîya zanyarê bi rûmet da tenê mînakekê bînime holê, her tiştê eyan be. Min 70 salvegerîya wîye pîroz bi vîdêoyê mêze dikir. Dora her masekê deh, bîst vexwendî rûniştîbûn. Masabey pêra nedigîhand çawa pêwîst e li wan rêvebirîyê bike. Hinekî şûnda gazî masabey kir, guhê wî da çi got, çi ne got, ew zû hate ber masekê û got:

Salveger, Knyazê pirr hêja, teme da min, bona her masayê masabeyîkî bijbêrim.

Ew hatine bijartinê, wê şûnda şayî bi heyte-hola qenc va hate derbazkirinê. Keremkin hûn bi xwe hafîyê derxin.

Naha jî dixwezim têkevime nava dunê zanebûna efrandarîya wî. Lê turiş nakim. Çima? Wekî her tenê, navên behrên ku, ji pênûsa wî hatine barandinê peyhev binivîsim, ewê bibe karekî mezin.

Cîye himberîhevkirinekê bînime holê. Ax bêcerkirê cêribandî axê şov dike, tirmix dike, paşê toxim direşîne, ked-ked dike, av dide, sal jî rind hatinê, zexire jî zêde bi zêde bûnê, qe ew kes rojekê da dikare wê hebûnê beravke, bide ser hev, ku ez bikarbim gotarekê da keda nivîskar, wêjezan, lêkolînvan, zanyarê hêle, mamoste-Knyazê Îbrahîm di nava gotarekê da cîwar kim. Lê daxweza min, bala min ez kişandime nava wê xezinê, him jî bona wê yekê, ku Kinyazê me kurdhizekî dilşewitî ye.

Min ji wir du karpêk, du berga yên ku bi tomerî hatîbûne navkirin: “Kurd: dîrok û nûhdemî”, hilda. Berga yekê hatîbû navkirinê – “Kurd li durîyana dîrokê da”, ya din “Çanda mîrata kurdan”.

Min nava wedekî kurt da herdu karpêk xwendinê şûnda germayê ji sêrî, hetanî pîya ez hingavtim. Vê gavê ji Xaliqê Jorîn Şeref Xan Bîtlîsî bi, “Şeref-nama” xwe, Mele Mahmûd Bayazîdî bi karpêka xwe “Erf û edetê kurdan” û Emînê Evdal bi pirtûka xweye bêhimber “Heleqetîyêd pizmatîyê nav kurdada” hatin ber çavên min ra derbaz bûn.

Min tê derxist karpêkên bi navê “Kurd” ji çûne rêza wana da sekinîne. Her yek wan nexşeya gelê kurd e.

Destanîke van pirtûka yek jî ew e, wekî ulumdar Knyazê barkêşê gelê xwe, yê bi rûmet, ew bi rûsî nivîsîne. Berga yekê derbarê pêşdahatina gelê kurd da destpê dike û monik-monik, pêşdaçûyîna wî gelî, daxwez, xwestina wane îro, ya sibê, ya dahatîyê, şerkarîya wane heqe bona azadarîyê nava sal-zeman, sedsalîya ra derbaz dike, tîne derdixe rojên me. Xwendevanê pirtûkê, kî dibe, bila bibe, ewê ji wê têr be, ewê bi her alî wî gelî ra bibe nas, ji ber ku, tiştekî nîvcî di wê da tune.

Pêwîst e bêjim, wekî herdu pirtûk jî bi culet hatine nivîsarê. Bila kesek tinazê xwe bi vê hevokê neke. Naha li hinek welata, yên ku, ser axa kal-bavên kurdan xwera welat damirazandine, gava tu dibêjî filan der ya kurdan bûye, mecal destê wanda hebe, wê rabin çavên te derxin!

Bergek ya din tew bi tew dike. Ulumdarê xwedanê dûrdîtina kûr-Knyazê Îbrahîm pêşîyê bi keda pênûsa xwe xwendevana xuliqandin û dîroka gelê xwe ra dike nas, paşê wî neqşeyî dide neqişandinê, wekî ewî gelî çawa rêya jîyanê destpê kirîye û çawa hatîye gihîştîye dewra me. Zanyar bi peytandin teqilê dide ser çand, erf-edet, rabûn-rûniştandin, ser zar-ziman, wêjeya wê, zargotina dewlemend û olê.

Akadêmîk berê da merem danîye pêşîya xwe, wan pirtûka bi rûsî binivîse, wekî bi hezaran xwendevanên wan hebin, bi hezaran mirov çarenûsa gelê kurd ra bibe nas. Hilbet, pişt ra ew herdu cilde bi kurdî – bi zaravên kurmancî bi tîpên latînî li Stembolê û bi aramî li Hewlêrê derketin.

Xwedan pênûsa bi adan Knyazê Îbrahîm karpêka duda bi beşa “Welidînê”va dest bi karê efrandarîya giran, lê ya bi pîroz, sîyanet dike.

Pitik-Zarok îdî hatîye dunê… Ulumdarê jêhatî ji wê yekê qal dike jina kurd, dayîka kurd çawa, bi kîjan rêyê va li zarokê dinihêre û bi çi awayî tîne firê dixe. Hemû erf-edetê ku zar mezinkirinê ra girêdaye mîna çîrokeke xweşik tê xwendinê, him jî pareke jîyana gelê kurd dertê holê.

Nîvbeşa din hatîye navkirinê “Dewat”. Ew jî bi hewaskar hatîye nitirandinê.

Zanîyar wan qenderên mirovatîyê yên mîna “Dewate”, “Binax”kirinê, “Cejna”, “Kincên netewî”, “Maldizka netewî”, “Qesrebendî û avayîsazî”, lê belê “zimanê kurdî û wêjeya wê”, pevgirêdanên din ser xeleqên zincîra dîrokê hev ra dide derbaz kirinê û gelê kurd bi nasînama xwe derdixe nava gelê dunyayê.

Dawîyê da ev yek nuqutî dilê min, wekî ez çawa rîdansipîkî karnîyarî gelbim:

Îdî kurd li rûbarê dunê henin. Lê wê wêda ew heyîtî di jîyanê da, di nava avbeza dîrokê da pişta xwe daye çito heleqetîya û çawa bi çawa ew gel hatîye tewbarîyê.

Bila ev herdu karpêk – “Kypды” bi îngîlîsî bêne wergerandin. Wana hevra NATO-yê, Dadgeha Mafên Mirova ya Avropayê, Sazmana Ewlekarîyê û Hevkarîya li Avropayê (OSCE), Yektîya Avropayê, Serokkomarê Ştatên Amêrîkayê Yekbûyî, Serokkomarê Fêdêrasîya Rûsîyayê, Serokkomarê Komara Çînêye Gel, Serekwezîrê Brîtanîya Mezin, Serekwezîrê Îsraîlê, Serokkomarê Tirkîyayê ra bê şandinê. Û ji hezar mirovî zêdetir bin wê berbûnê şanenav bêne kişandinê. Ji serokên wan hîvî kin endamên wan pirtûka bixwînin, paşê radestîya pirtûkan derbazkin, ji serokkomar û serekwezîra jî hîvî kin, belê, îdî deme ser axa welatê kal-bavên kurdan destûra çareserîya çarenûsa vî gelî bê dayînê!

Mesele-metelokeke gel da tê gotinê:

Aşitî neyê dunyayê,

Dunya şên nabe!

 

Di dawîyê da dixwezim çend bîranînên xwe ser vê gotara xwe da zêde bikim. Keremkin, wan jî bixwînin û lezetê ji karê akademîsyan Kinyazê Îbrahîm bibînin.

 

-Di salên xwendkarîyê da Kinyaz wek xwendkarekî pêş û zane ji alîyê Komeleya Xwendkarên Kurd yên Ermenîstanê da hate hilbijartin wek serokê wê. Rind tê bîra min, rojekê kurdzanên Azirbêcanê ji Bekûyê hatine Ermenîstanê, yên wek zanyarên navdar Elî Gelawêj, Rehîmê Qazî, helbestvan û zanyar Huseyn Kurdoxli, Şamil Eskerov. Min xwest ku xwendkarên kurd bi wan ra bibine nas, lema min ji Kinyaz ra got ku eger hûn rasthatinekê, êvarîkê bi wan ra çêkin, wê baş be. Kinyaz û endamên komîteya Komeleya ku ew serokatî lê dikir, destxweda razî bûn û bona wê rasthatinê amadekarîyên here baş kirin. Herwiha di wê êvarîyê da zanyarên kurd yên binavûdeng Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Nadoyê Xudo Maxmûdov, Elîyê Ebdilrehman, Xelîlê Çaçan, Şekroyê Mihoyî, Xalit Çetoyev, Karlênê Çaçan, Casimê Celîl û gelekên mayîn, herwiha nivîskar û helbestvanên navdar Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Wezîrê Eşo, Eskerê Boyîk hazir bûn. Êvarî gelek baş derbaz bû û mêvanên ji Azirbêcanê dema vegerê gotin ku rastî jî Ermenîstana îro bûye navenda çand û hunera kurdan.

 

Rasthatineke me a din pey salên şagirtîyê, xwendkarîyê bû, sala 1978an Kinyaz hate Bekûyê, Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akademîya Azirbêcanê ya Zanyarî bona teza xwe ya doktorayê ya bi sernavê ”Pevgirêdanên azirîyan û kurdan yên dîrokî û çandî” xweyke. Em – kurdên Azirbêcanê pir şa bûn ku kurdekî genc cara yekem teza xwe ya doktorîyê xwey dike. Min ji Kinyaz pirsî em bi çi awahî dikarin alî te bikin, wî got her tişt hazir e, sipas, tiştek ne lazim e. Paşê di ser da zêde kir, got: -Wîîîî, eva sê roj e ku xebatkarên Neşireta Azirbêcanê çapkirina aftoreferata disêrtasîya min derengî dixin. Ez jî wî çaxî serwêrê glavlîtê (kontrola li ser çapemenîyê û radio-têlêvîzyonê) bûm li wê weşanxaneyê da. Ez destxweda pê hesiyam sebeb çi ye.

 

Di dîsertasyona Kinyaz da behsa pêwendîyên azirîyan û kurdan dihate kirinê, li wir behs dikir ku dayka Nîzamî kurd e û Koroxlîyê navdar jî bi esilê xwe va kurê kurdan e, ku kurdan di wextê xwe da dewleta xwe ya Şeddadîyan ava kirine, malûmatî hebûn derheqa Şaxên kurdî yên Rostemê Zal da, lema li ser wê pirsê sekinîbûn, lê min di nava demeke kurt da ew referat ji dest wan derxist û du rojan şûnda Kinyaz bi serfinyazî teza doktorîyê xwey kir. Tiştê pir balkêş ew bû, ku di dema xweykirina dîsertasîyayê da kurdzanên me yên di cihanê da navdar wek Qanatê Kurdo û Hecîyê Cindî bi xanima xwe Zeyneva Îbo ra û çend zanyarên mayîn amade bûn. Û xweykirina teza doktorîyê bû cejina ulmê zanyarîya kurdan.

 

Pey hilweşîna Sovyetê, salên 1990-92an Kinyaz carina dihate Bekûyê, em – kurdên ronkabîr yên Azirbêcanê berev dibûn, me behsa pêşdabirina wêjeya me, ulmê me dikir, qise dikir, rojên wisa bona me dibûn wek rojên eydê, rojên kurdnasîyê. Xwesma Şamil Eskerovê rehmetî pir şa dibû, ku em berev dibûn û di wana berevbûnan da gelek caran ev kes jî hebûn: wek Huseyn Kurdoxli, Zumret Şekiro, Bayremê Fetî, Kamilê Huseyn, rehmetîyê Mehmedê Siloyê Babayev, ez û gelekên din.

 

Û badilhewa nîne, ku Kinyazê Îbrahîm dîsêrtasîya xwe a doktorîyê ser pirsên heleqetîyên dîroka kurd û azirîyan xwey kir. Ew cara yekem bû, ku têmayeke wisa dihate enenekirinê û lêkolînê. 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin