
Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê elektrîk û înternet hatin qutkirin
.
Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku piranî Kurd lê dijîn, elektrîk û înternet bi temamî hatine qutkirin û mazot jî nemaye.
Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, piştî pevçûnên doh ên di navbera Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîş) û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de, dorpêçeke tund li ser her du taxan hatiye danîn.
Hêzên hikûmetê rê nadin ku madeyên xwarinê derbas bibin û nahêlin xelk ji her du taxan derkevin û têkevinê.
Tenê rêyek vekirî ye
Çavkaniyên xwecihî didin zanîn ku heta niha piraniya rêyên li derdora deverên aloz girtî ne.
Hat diyarkirin ku tenê rêya Eşrefiyê – Siryanê li ji bo hatin û çûnê vekirî ye û ew jî di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de ye.
Jinekê canê xwe ji dest da
Li gorî agahiyên Rêveberiya Xweser, top ji derdora Dadgeha Leşkerî û Polîsên Leşkerî, bi taybetî ji nav Baregeha Polîsên Leşkerî ya li Feydê hatine avêtin.
Dûrahiya di navbera cihê avêtina topan û malên ku bûne armanc ji 500 metreyan kêmtir bûye.
Di encama topbaranê de jinekê canê xwe ji dest da û di heman malê de çend kes jî bi giranî birîndar bûne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin