PWK: Êrîşên li dijî Leyla Zana û Amedsporê nîşan û berhema dijayetîya Kurda ne

PWK: Êrîşên li dijî Leyla Zana û Amedsporê nîşan û berhema dijayetîya Kurda ne

.

A+A-

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi daxuyaniyekê êrîşên li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zana û alîgirên Amedsporê bi tundî şermezar kirin. PWKê destnîşan kir ku ev êrîş nîşan û berhema dijberiya li hemberî Kurdan e.

Daxuyaniya PWKê wiha ye: 

Êrîşên li dijî Leyla Zana û Amedsporê nîşan û berhema dijayetîya Kurda ne

Di hefteya 17emîn a Lîga yekemin a Trendyolê de, Amedspor li deplasmanê bi Bandırmasporê re hat pêşberî hev. Berîya maçê, êrîş û hewildanên provokatîf ên li dijî alîgirên Amedsporê, piştî maçê dijwartir berdewam bûn û di encamê de hinek alîgirên Amedsporê birîndar bûn. Tevî êrîşên berî maçê jî, piştî maçê tedbîrên ewlehîyê yên nehatin girtin; berevajî vê yekê, hêzên ewlehîyê mudaxaleyî alîgirên Amedsporê kirin.

Çêr û heqaretên li dijî birêz Leyla Zana ku li Bursayê dest pê kirin û di maçên futbolê yên li gelek bajarên din de jî hatin dubarekirin, her wiha êrîşên berî û piştî maça Bandırmaspor-Amedsporê yên li dijî alîgirên Amedsporê, êrîşên organîze yên derdorên nijadperest, faşîst û dijî kurd in. Ev êrîş di heman demê de êrîşên li dijî rûmeta jinên kurd in û êrîşên derveyî exlaq û mirovahiyê ne.

Em van êrîşên nijadperest yên li dijî kurdan, êrîşên bêexlaq û li dijî mirovahiyê yên li hemberî birêz Leyla Zana û alîgirên Amedsporê şermezar dikin.

Berî her tiştî, em bang li baroyên Bakurê Kurdistanê dikin ku ji bo destpêkirina pêvajoyên yasayî yên derbarê êrîşên li ser birêz Leyla Zana û alîgirên Amedsporê de bikevin nav hewildaneke aktîf. Em bang li hemû partiyên siyasî yên kurd, parêzvanên mafên mirovan, derdorên werzişê, rewşenbîr û siyasetmedaran dikin ku helwesteke hevpar nîşan bidin. Her wiha em bang li hemû parêzvanên mafên mirovan ên li Tirkîyeyê û hemû aliyên ku li dijî nijadperestî û şovenizmê ne dikin ku li dijî siyaset û helwestên li dijî kurdan dengê xwe bilind bikin.

23.12.2025

Buroya Ragehandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

1703666523413918203-122134538720061668-8261183009670747619-n-001.jpg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin