Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Newşîrvan Mistefa! Kordînatorê giştî yê Tevgera Gorran!

A+A-

Di destpêka salên 1960 an de di nav komela Xwendevanên Kurdistan (YXK-ku bi ser PDK ve girêdayî bû) dest bi siyasetê kir. Bû endamê PDK. Di nav refên şervanên Şoreşa Elûn de cîh girt.

Newşîrwan Mistefa di destpêka salên 1960î ya sedsala borî de, dest bi çalakiyên siyasî kiriye û yekemîn rawestgeha jiyana wî ya siyasî di Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê de bûye. Di navbera salên 1963 û 1964 de bûye endamê Sekretariya Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê.

Sala 1967ê bûye endamê şaxeya Silêmaniyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Baskê Polîtboruyê.

 Herwiha di sala 1969ê de xwedî îmtiyazê Kovara Rizgarî bûye.

Nowşîrvan Mistefa û Celal Talabanî bi hev re Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) damezirandin.

Yek ji damezrênerên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ye û heta ku ji YNK veqetîya, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bûye.

Nowşîrvan Mistefa bi Serokê PDK Mesud Barzanî re projeya serhildana 1991 an amade kirin û biryar dan, serkevtî bûn.

Bi armanca reform û guhertinan, di sala 2002 an de ji berpirsiyarîyên YNK xwe bipaş de kişand . Di 2006 an de bi damezirandina şîrketê re; destpêkê di çapemenîyê de xebitî û Rojname, sîteya Sibey, KNN TV, Dengê Goran-radîyo ava kir. Newşîrvan Mistefa di vî warî de îdeolojîk tevgerîyaye û ev pergalên çapamanî ji bona berjewendîyên îdeolojî bikar anîye.

Di warê siyasî û rewşenbîrî de xebatên Newşîrvan Mistefa wek kesayetîyekî berçav, rewşenbîr xuya dike.

Di sala 2009 an de jî Tevgera Goran damezirand û ket hilbijartinan. Bû xwedîyê 24 kursîyan û partîya duyem a Başûrê Kurdistan. Ev serkevtinên Newşîrvan Mistefa, bûn sebebê ku Newşîrvan Mistefa xwe di nav guhertinên cîhana Ereban de bibîne, bê ku armanca wan hilweşandinên welatê ereban rast binirxîne.

Bi destpêkirina giftûgo yên li ser serxwebûna Kurdistan û çûna referandûmê û êrîşên DAİŞ ser Kurdistan re; Tevgera Goran, Rêka bêîstikrarkirina başûrê Kurdistan da ber xwe û bû sebebê pir alozîyan. Di van hewldanan de Newşîrvan Mistefa; di bin bandora „Bihara Ereban", hilweşandinên welatên ereban de ma û bi navê „Bihara Kurd" xwest ku tevgerek sivîl damezirîne. Li henber dijraberên xwe yên siyasî bikar bîne û Tevgera Goran bihêztir bike. Di virde hesabên Newşîrvan Mistefa hizbî bûn û Tevgera Goran, alozî û hesabên herêmê, hewdanên dijminên Kurdistan ne tanî ber çavan û ji nirxandina van hesaban dûr bû. Ji realîta Kurdistan dûr bû. Ji ber ku dijminên Kurdistan (Îran, Tirkîye û İraq a Nûrî El-Malikî) di nav amadeyên têkbirina Kurdistan de bûn û yek ji van hêzan jî DAİŞ bû.

Newşîrvan Mistefa, Piştî hilbijartinên Kurdistan (2009) bû hêza kilîta damezirandina hikumeta Kurdistan. Tevgera Goran, di damezirandina Hikumeta Kurdistan de xwe giran kir û xwest vê rola xwe jî tenê ji bona berjewendîyên hizbî bikar bîne. Ev hewlên Tevgera Goran di parlementoya Kurdistan de bû sebebê ku 7 mehan Kurdistan bê hikumet bimîne. Rewşa herêmê tevlihev bû û  îşareta alozîyan ji nêz de xuya dikir.

PDK, ji bona ku roj berî roj hikumet bêt avakirin, mecbûr ma tawîzên mezin dan Tevgera Goran; Çar postên sereke, wek; Wezareta Pêşmerge, berpirsiyarîya Banka Navendî Kurdistan, -Karûbarên Gendelî, Serokê Parlementoya Kurdistan di nav de- dan Tevgera Goran û hikûmet hat avakirin.

Piştî ku Parlemento dest bi karê xwe kir, projeyên mezin li hêvîya biryaran bûn. Wek; Ji bona serxwebûnê û deverên Made 140, referandûma Kurdistan, Avakirina Artêşa hêza netewî, Pirsgirêka mûçe û milîkirina petrola Kurdistan, amadekirina Makezagona Kurdistan. Dirêjkirina postê serokatîya Kurdistan, usûla vê hilbijartinê..Mixabin di virde jî Tevgera Goran rolekî ne erênî bikar anî. Ev helwesta Goran jî bû sebebê ku parlemento nikaribe karên xwe bike. Her ku diçû parlemento ber bi bê îstîkrarî ve diçû.  

Tam di vê demê de Kurdistan raserî êrîşên tevgerek terorê a DAİŞ hat. Di 24 kathejmêran de DAÎŞ 60 Km. nêzî Hevlêr bû. Xaka herêma Kurdistan ket bin tehdîdek mezin. Hemû bar ket ser milê serokê Herêma Kurdistan. Tam di vê demê de Tevgera Goran got „Postê Serokatîya Kurdistan Ne Meşrû ye"(!) û role Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzanî anî gitûgoyê.

Nûrî El-Malikî Serokwezîrê İraq bû, mûçe û dahatên herêmê bi destê Malikî hatibûn qutkirin. Malikî dixwest ku bi birçîbûnê kurdan terbîye bike. Herêm di bin êrîşên DAİŞ û qeyranên aborî de; divêtîya hêzên çekdar bi çekên giran û ji nû ve reorganîzekirina hêzên Pêşmergan hebûn. Tam di vê demê de Tevgera Goran dest bi çalakîyên sikakan kir û êrîş bir ser ofîsên PDK û bingeh ji provaqasyonên mezin re amade kir. Ala Kurdistan binpê bû, kargehên PDK hatin şewitandin, û kujtin û birîndarî çêbû. Lê Tevgera Goran ev bi navê „çalakîyên medenî" binav dikir.

PDK bi biryar a yek alî têkilîyên xwe bi Tevgera Goran di warê avakirina hikumetê de di ber çavan re derbas kir û hemû postên di destê Tevgera Goran de îptal kir. Di derheka Nowşîrvan Mistefa û hinek cîgirên wî de li ser van karesatên biqirêj doz vebûn dosya hatin amadekirin. Biryara girtina wan hat dan.

Ev hewlên Tevgera Goran bûn sebebê ku ev 2 sale Parlementoya Kurdistan naxebite.

Ev hewlên Tevgera Goran, bûn sebebê ku li hinek deverên ku bandora wan wan heye, sebotekirina karûbarên perwerdeyî.

Başûrê Kurdistan di bin êrîşên hilweşandinê de, li henber hêzek terorê, li ser 1050 Km. di şer de bû. Kurdistan, bi hezaran cangorî dida  û şer domdikir. Tevgera Goran jî alozîyên bêhêzkirin, bêîstikrarî kirina Kurdistan û Parlamento ya Kurdistan da ber xwe.

Bi qasî ku hêzek duyem a şirîkê Parlemento bû, di şerê hinber DAİŞ de berpirsiyarî negirt ser xwe û her ji bona bêîstîkrarî kirina Kurdistan xebitî. Bi kesê wek Nûrî El-Malikî re têkilî meşandin û xwest ku van têkilîyan ji bona berjewendî û armancên hizbî li henber Serokatîya Kurdistan û konsepta serxwebûnê bikar bîne û anî.

19.05.2017 an de Newşîrvan Mistefa koça dawî kir. Her mirov di dema koça dawî de bi qencî û xerabîyên xwe re rû bi rû dibe. Ez hêvîdarim ku Kurd, siyaseta Kurdistan, ronakbîr-rewşenbîrên Kurdistan ji jiyana Newşîrvan Mistefa dersan bigirin. Koça Newşîrvan Mistefa bibe sebeb ji geşkirin û hevrêzîya ruhekî netewî û Kurdistanî re.

Bi hêvîya ku Piştî koça Newçîrvan Mistefa, Tevgera Goran vegere xeta Kurdistanî û berpirsiyarîya xwe bigire ser xwe.

Bila serê zarokên wî sax be!

20.05.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin