Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

7ê Gulanê destpêka ji nû ve vejîn e!

A+A-

Jibo Komxabata PAKê em li Diyarbekirê bûn.

Jiyana siyasî wek bi “derziyê bîr kolandin e”

Sebir, ked û xebatê dixwaze…

Her çiqas di xabata siyasî de rola herî tayinkar hedef,vîzyon û kadro be ji, ji tecrubeyên salên vê taliyê derdikeve holê ku pir caran ev ji têr nake.

Wexta hedef û vizyona we bi pratikê neyê xemilandin û kadroyên we, ne di nav gel de bin zahmete ku hun bibin hêzeka bi bandor.

7ê gulanê em li Amedê bûn.

Di nav sê salan de PAKê, bi piratik û siyaseta avakar hedef û vizyona xwe xemiland.

Komxabata PAKê nişana vê yekê bû.

Roja Komxabatê li dor salonê ev rewşa awarte bi her awayî xwe nişan dida.

Tedbirên ber bi çav dihat ditin…

Delege, rêvebir, dilxwazên PAKê sibê zu ji bajarên dur berbi salonê dihatin…

Kesî guhdarî nedikirin.

Salon Komxabatê ji êvarê de hatibû xemilandin…

Xebat û xemlandina salonê ji bi destê rêvebirên “fedekar” pêk hat.

Roja Komxabatê rojeka pir xweş û hêviyê xurtir dikir.

Axeftina xortê ji Muşê û heyecana wî vê gotinê ani bira min “ kalên-xortên bi tecrûbe “ hêdi hêdî ewê cihê xwe ji xortan re bihêlin.

Salê sê, çar çaran diçim Kurdistanê, têm…Ji sala 1995an hata vê Komxabatê min atmosferek wer erînî nedit… Reqabeta jibo meclisê, çoşa di nav delegên PAKê, heyecana xortan, dema kek Mustafa Ozçelik, dipeyivî reaksiyona xortan û çoşa beşdarên Komxabatê hêviyê xurtir dikir.

Rêya PAKê rast e…

Difikirim ji ku em hatin ku.

Roja ku me PAKê avakir gelek rexne li me dihat kirin.

”heta niha hun li ku bûn”

“Rewş baş bûye hun derketine holê”

PAKê guhdariya kesi nekir, li ser bingeha siyaseta biratiyê, bi rexnên avakar xebata xwe domand.

Ji mivan û çoşa salonê ji ev yeka diyar dibû. Di axeftina rêzdar Serokê Giştî de reaqsiyona mivanan îşareta erînîyê dida der.

Siyaset ev e.

Pêşbinî ev e.

Wexta hun di rewşa baş û xerab de di saha siyasetê de bin; hun êş û daxwaziya gelê xwe guhdarî bikin, di şertên baş û xerab de tekoşina xwe bidominin rê ji we re vekiriye…

Rêya Partiya me vekiriye.

Ev demek e rewşa awarte, tundî kilitek li jiyan rojane û siyasî xistibû.

PAKê zor dide vê kilitê…

Ji vekirina komxabatê, heta rêvebirin diwanê û axeftina Serokê Giştî, zimanê Komxabatê kurmancî û zazakî bû.

Di siyaseta legal ya bakurê Kurdistanê ev gaveka gring e.

Di rewşa awarte de mesajek e…Naverok û mesajên axeftina Serokê Giştî gelek xurt û deriyê mixalefeteka mala neteweyî vedikir.

PAKê di nav sê salan de gelek tişt guherand. Kultirek nû anî siyasetê.

PAKê bi pratika xwe hemû rexne û paşgotinan vala derxist.

Serok û qadroyên wê di rewşa awarte de, di nav gel de siyasetê kirin.

Welatê xwe ne terikandin. Li gor hêza xwe li hemberi hewldanên darba eskerî derketin û hewldanê diktatoriyê şermezar kirin...

PAK û qadroyên wê li hemberî siyaseta tundî û hendekan vekiri helwest danin. Bi reflekseka neteweyî gelê xwe li hemberi siyaseta xelet, entegrasyonê agahdar kirin. Bê qeyd û şert yekitiya bakurê Kurdistanê parast in.

Li kijan perçeyên Kurdistanê dibe bila bibe, piştgiriya siyaseta dewletbûyin û stauyê kir.

Li dijî siyaseta tundiyê û inkarê bê deng ne man.

PAKê di vê Komxabatê de dest bi topkirina berhemên erinî kir.

7ê Gulanê rojeka pir xweş bû.

Despêka ji nuve vejîn e…

Puçkirina siyaseta“heta niha hun li ku bûn”

Bi vê Komxabatê hate ispatkirn ku PAK êdi navnişaneka neteweyî û terefek e.

 18.05.2017 

Önceki ve Sonraki Yazılar